‘Em nasnameya jinê biparêzin, zîhniyeta mêr teşîr bikin’

09:42

JINHA

ENQERE- Li her qada jiyana xebatê li hemberî jinan newekhevî didome. Bi têgehên karê jinê-karê mêr jin rastî beşên kar yên zayendperest tên. Jinên ku dixwînin û di heman demê de dixebitin, diyar dikin ku ew hebûna jinê diparêzin û zehmetiyên di qada kar de dijîn û nêzîkariyên zayendperst çareser dikin. Jinan gotin divê ew zîhniyeta serdest ya mêr teşîr bikin.

Li her qada jiyana xebatên newekheviya li hemberî jinê didome. Jinên ku dixwînin û neçar dimînin bixebitin jî ji JINHA’yê re axivîn û zor û zehmetiyên di qada kar de dijîn vegotin.

Derya Donmez ya kedkara tekstîlê got derfetê wê yê di her karî de bixebite tine û got ew neçare kar hilbijêre. Deryayê da zanîn ku ew ji neçarî karên wekê kasiyerî, şêwirmendiya firotinê tercih dike. Deryayê got: “Karê ku xwe rehet hîs dikim tercîh dikim. Li cihên ku mêr zêdene xebat zehmete. Niha li vir ez tenê jinim. Din av 5 mêran de dixebitim. Ji ber nêzîkatiyên civakê rehet nînim.”

'Min dixwest ku di înşatê de bixebitim’

Deryayê da zanîn ku ew gelek dixwaze di înşatê de bixebite û ji ber ez jinim li vê qadê kar nadin min. Deryayê bi lêv kir ku ji ber zextan neçarî van karan hildibêre û niha ez di mexezeyê de dixebitim.

'Ji ber jinim kes gûh nade min’

Deryayê balkişand ser nêzîkatiyên zayendperest yên li cihê kar û got ji ber jine gelek caran kes gûhê xwe nade wê û got: “Ez di beşa mêran de dixebitim. Piranî aliyên muhafazakar tên mexezeyê. Dema ez dixwazim bibim alîkar, kes bala xwe nade min.”

'Ez wek jinekê pir lêpirsîn dikim’

Deryayê bi lêv kir ku ji ber ku hem jin û hem jî kedkare du car rastî zextê tê û wiha got: “Me di saetên molayê de pirsgirêk dijiya. Tevî ku mafê mebûn nedidan. Kesî tiştek nedigot. Ez çûm axivim. Min got ev mafê me ye. Ji min re got ti wek jinekê pir lêpirsîn dikî û pir diaxivî. Ez rastî nêzîkatiyên zayendperest yên bi vî rengî hatim. Min bi hevalên xwe yên kar re jî heman pirsgirêk jiya. Ji min re gotin ti jinî biçe mala xwe rune. Mêr dixwazin di her tiştî de bibin xwedî gotin.”
‘Divê em zîhniyeta mêr teşîr bikin’

Deryayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr dengê xwe bilind bikin û got: “Divê em nasnameya xwe bidin qebûlkirin. Divê em vebêjin ku ev feraseta serdestiya mêr şaşe.”

'Li fîzîka min mêze kirin’

Aslihan Kivrak ku hem dixwîne û hem jî dixebite, diyar kir ku ew neçare karê xwe hilbijêre û got ji ber jine qadên rehet û bi ewle tercih dike. Aslihanê got berê di fuarekê de xebitiye û dema serî li vî karî daye rastî nêzîkatiyên zayendperest haatiye û got: “Dema min serî lêda, wêne xwestin. Gotin ti vekiriye an girtiye. Her wiha li fîzîk û rûyê min jî nêrîn. Yanî gotin ka ev xîtabê çavan dike an na. Ji min re gotin divê ti makyaj bikî û pêlavê bi kopik têxî lingê xwe. Ez di standa fîrmaya traktorê de bûm. Min ji muşteriyan re çay û kahwe îkram dikir. Bi zanebûn jin dabûn wê standê. Ji ber ku hemû muşterî mêrbûn. Jin wek objeyê bikardianîn. Mêrên dihatin standê ez tacîz dikirim. Bê bandorek neyînî li ser min kir. Em jin di her qadê de dipelçiqin. Divê em li her derê nasnameya xwe biparêzin.”

(mc/hu)