Jin bi afireniya xwe giyan dide xwezayê

09:12

JINHA

AMED - Jina bi navê Sebehat Bîçer bi hûnera destê xwe giyan dide hesincawên avêtî û bala her kesî dikişe ser keda xwe ya xwezayî. Sebehat daxuyand ku jin afinêr e dema derfet ji bo wan bê dayîn tiştên mezin dikarin bikin.

Bi pêşketina teknolojiyê re gelek tiştên xwezayî di nav civakê de bê wate dibe û ber bi jibirkirinê ve diçe. Jina bi navê Sebehat Bîçera 44 salî bi afirandin û hunera destê xwe teşe dide tiştên xwezayî û carek din di nav civakê de dewlemend dike. Sebehat ku di zarokatiya xwe de fêrî hunera destan dibe, piştî ji girtîgehê derdikeve hunera xwe diwergerîne çavkaniya debariyê û bi afreniya xwe carek din xweza zindî dike. Sebehatê diyar kir ku jin afiner e dema derfet ji bo wan bên dayîn tiştên mezin dikarin bikin û wiha bahsa afrînêriya xwe ya ji xwezayê kir: "Dema ez biçûk bûm xuşka min bi destên xwe bi morîk û tayan gelek tişt çêdikir. Min gelek tiştên ku wê çê dikir meraq dikir. Her tim dema ku dest bi xebatê dikir ez diçûm cem çoka wê û li destê wê ya bi huner dinêriyam. Malbatê ji bo em ji xwe re morîkan bikirin pereyan ne didan me. Ez jî diçûm ji xwezayê ji bo xwe bergan çêdikir û wiha berdewam kir."

Ji xwazayê sudê digirin

Sebehatê ku di sala 2007'an de ji ber rewşa siyasî dikeve girtigehê hunera xwe di girtîgehê de bi pêş xist wiha bahsa hunera xwe kir: "Ez hestf sal di girtigehê de mam. Ji bo dema me vala derbas nebe me bi ta û tiştên avêtî kom dikir û teşe dida wan. Dema ez ji girtîgehê derketim li kolanan rastî du ciwanan ku ji xwezayî gustîl, berzendîk , gerdanî û bazinan çê dikirin, hatim. Bi hesasiyekî mezin teşe didin kevir, pere, morî û gelek xişreyên cur bi cur ji xweza çê dikin. Tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku xebatên wan a hevbeşî û xwezayî bû. Min jî xwest ku bi wan re bixebitim û bibin parçeyek ji xebata wan."

'Xebata pevbeş de 'ez' an jî 'ev yê mine' tune'

Sebehatê da zanîn ku ew wek malbatekî ne, lewra her kes dikare ked û hunera xwe li cem wan bide pêşandan û axaftina xwe bi van hevokan berdewam kir: "Em ne wek esnafên pergalî ne, malbatekî xwezayî ne. Divê xebatê de tişta herî balkêş û xweş ew e ku gotina ango fikrekî ezezî tune. Divê xebata hevbeş de 'ez' an jî 'ev yê mine' tuneye. Her tişt ji bo me tevane. Kes nikare bêje "Ev dikan an jî tezgah ê min e" ji ber ku ya me hemû yan e. Tiştên li ser tezgehê tên danîn ji xwezayê hatiyê satandin. Mînak kevirek delal û xweşik dikin gustîl û gerdanî. Xebata me dijî hişmendiya pergala ku mirovan xistiyek nav qalibekê ye. Divê em vê hişmendiyê ji nav civakê derxin. Em malbatin û her kesa ku bixwaze tiştek bike dikare bê cem me û tiştên çê bikin û bifiroşin."

'Em çandek didin jiyandin'

Sebehatê di dawiyê de ev tişt got: "Belkî debariya me pê nabe lê em çand didin jiyandin. Armanç ne ew e ku em pere qezenç bikin. Armanç ew e ku di nava civakê de germahiye ku nemaye û bi pergalê hatiyê sazkirin ji rojeva civatê derxin û jiyanek nû ya hevparî bidin afirandine. Ev her çi qas wek pêkenok bê dîtin jî jibîrnekin ku kuantum jî di gerduniyê de gelek biçûk e lê çi dike hemû gerdun bi sistematik bi hev re girê dide."

(ho/rc)