Di qursa berikan de nexşên herî bedew bi destê Saîme tê çêkirin

09:05

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi navê Saîme Sotmez a ker û lal di qursa berikan de nexşên herî bedew derdixe û ji bo hemû jinên di nava qursê de dibe mînak.

Li Colemêrgê di qursa berikan de 12 jin bi defetên xwe dixebitin. Di nav 12 jinan de Saîme ya (20) a ker û lale nexşên herî xweşik çê dike. Mamosteya qûrsê ya bi navê Sarya Erkaya anî ziman ku Saîme bi çêkirina berikan ji bo tevahî jinên ciwan dibe mînak û wiha axivi; “Saîme di nav me 12 jinan de xebatkara herî ciwane. Napeyive nabihîze, lê li vir keda herî mezin dide. Saîme bi çêkirina berikan keyfê digire pir dixebite û mirovek zana ye. Gava ez lê mêze dikim ez baş dibînim ku çiqas hewl dide ji bo keda xwe qet naweste her tim dixebite. Ew mirovek rûkene ji jiyanê pir hez dike. Ev 3 sale li cem me dixebite hem ji bo malbata xwe dibe alîkar hem jî li vir ya ku moral dide me ye. Saîme na axive nabîhîze em bi zimanê nîşandanê hevdû fam dikin ji xwe ew bi keda destê xwe û xebata xwe bersiva herî mezin dide zehmetiyên jiyanê.”

‘Divê her jinek ciwan Saîmeyê ji bo xwe wek mînak bibine’

Sarya got ku divê her jinek ciwan baweriyê bi xwe bîne û saîmeyê ji bo xwe wek mînak bibînin û wiha berdewam kir; “Saîme bi tena serê xwe hûnermende, ew li ser berikan nexşên nû derdixe. Bi keda destê xwe berheman çê dike, ev yek jî divê ji bo herkesî bibe mînak. Bi çêkirina berikan hûner û berhemên herî rind û delal xîz dike. Ew hevalek pir mereqdare, her tiştekî ji bo xwe dike tengasî tu car jî destûrê nade şaşiyan; dixwaze her tim karê xwe çar çar bike. Ew bi çêkirina nexşên berikan jiyanê hîs dike.”

(zt)