'Ez gav paşde navêjim'
09:04
JINHA
WAN - Ayşe Kizildemir a ku li gel zoriyên mezin jî cihê kar vekirî û ji ber wê rastî tindiya mêrên esnaf tê diyar kir ku ewê ticarî gav paşde ne avêje û xwe li hemberî wan biçuk nebîne.
Her diçe jimara jinên li ber deshilatiya mêran li ber xwe didin û di qadên xebatê de cih digirin zêde dibin. Ayşe Kizildemir ya ku di salên 1994'an de ji Colemêrgê koçberî Wanê bûyî û ji bo cihê kar veke serî li gelek saziyan dayî, serî li pêşbaziya istihdama jinan a Netewên Yekbûyî (NY) daye. Ayşe a ku li Wanê cihê Waffle (şiriniyên hevir) vekiriye pirsgirêkên xwe yên li gel esnafên mêr anî ziman.
'Her dem bi esnafên mêr re pirsgirêkan dijîm'
Ayşe destnîşan kir ku di kolana cîhê karê wê lêye de gelek esnafên mêr hene, her dem bi wan esnafan re pirsgirêk dijî û wiha domand: "Li gel cihê karê min dikana cihê taştê heye. Her dem masê xwe yê xwarinê tîne ber dikana min didane û ber cihê karê min digire. Min çend car ew şiyar kir, lê her dem berdewam kir. Ji ber ku Waffle ne dihat zanîn muşetiyan mereq dikir em di hindir de çi dikin. Li pêşber jî qehwexane heye, heya dernegiya şevê kursi yên wan li ser qaldiriman jî hene."
'Ez gav paşde navêjim'
Ayşe bilêv kir ku her dem esnafên mêr ew tehdîd dikir û wiha berdewam kir: "Min li hemberî wan li ber xwe da ji niha û şon de jî gav paşde navêjim. Ez bi tena serê xwe jî bimînim ezê li hember hişmendiya deshilatdar li ber xwe bidim. Ez dikarim ji derveyî bajêr ji cihê kar vekim û di vê de bi biriyarim."
(zt)