280 endamên KESK ji kar hatin derxistin

12:08

JINHA

ENQERE - Li Tirkiye piştî leşkeran li dijî hikûmetê darbe pêk anî, hikûmetê li şûna bersîvê bide darbekaran 280 endamên KESK'ê yên li dijî darbê derdikevin ji peyvirê girt.

Li Tirkiye di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeya leşkerî pêş ket. Piştî darbeya leşkerî li ser Fermana Serokomar Erdogan AKP'ê OHAL îlan kir û dest bi operasyonan kir. Bi hezaran leşker û karmend ji peyvirê girtin. Balkêş e AKP'ê di çarçoveya operasyonan de endamên KESK'ê jî ji peywirê girtin.

AKP'ê di operasyonan de 125 endamên Egitim-Senê, 39 endamên SES'ê, 11 endamên Tarim Orkam-Sen'ê, 46 endamê
(BES), 37 TUM BEL SEN, 1 Yapı Yol-Sen, 1 Kultur Sanat Sen, 2 endamên BTS, 7 endamên ESM, 11 endamên Haber-Senê bi giştî 280 endamên KESK'ê bi îdîaya "Têkiliya wan bi rêxistina Gulen re heye" ji peywirê hatin dûrxisti.

(kom/rc)