Nexşên Suheyla çêdike bû çavkaniya debara wê
09:09
Medine Mamedoglu/JINHA
AMED – Suheyla Yatar ku nexşên li ser laçikan fêrî jinên gund kir got: “bila ev çand winda nebe.” Suheyla û jinên gund ji laçikên çêdikin pere qezenc dikin û hedef dikin ku karê xwe mezintir bikin.
Jin bi derziyên zirav nexşan li ser laçikan çêdikin û di alî çandî de jî bi hezaran salan heta îro hatiye. Li gundê Sexte ya navçeya Farqîna Amedê jin dora laçikan bi derziyên nexşan lê dike û bi vê keda destê xwe pere qezenc dikin. jinên ku li gund beşeke mezin bi lênerîna sewalan derbas dikin, demên xwe yên vala laçikan çêdikin û pere qezenc dikin. Suheyla Yatar balkişand ser aboriya jinan û xwest hemû jin li ser piyan bisekinin.
‘Ev kar ji dayika min ji min re ma’
Suheylayê bi lêv kir ku dayika wê ev kar dikir û got: “Ez jî bi salane vî karî dikim. Dayika min ev nexweş nîşanê min dan. Mîrateya wê ye ji min re ma. Di temenê biçûk de min û xwişka xwe ev kar kir. Berê tenê min wek hobî dikir. Niha ez debara xwe bi vî karî dikim.”
Suheylayê destnîşan kir ku li gundê ku hatiyê ev nexş nîşanê jinên derdora xwe kiriye û got: “Vê ez gelek kêfxweş kirim. Em bi êvaran bi jinan re dihatin cem hev û laçik çêdikirin. Me ev veguhert bazirganiyê.
Suheylayê wiha berdewam kir: “Em ji jinan sîparîşan digirin. Em awayê herî baş çêdikin. Hemû alavên zaroken xwe min çêkirin. Niha ji bo keçên xwe yên din jî çêdikim. Ez fêrîwan jî dikim. Divê ev çand winda nebe, bê jiyandin. Destpêkê wek karekî zehmet tê dîtin. Lê gelek hêsane. Tevgerên tiliyan girîngin. Ev kar keda destê me ye.”
‘Bila jin bixebitin’
Suheylayê di berdewamiyê de got ne tenê ji aliyê gundiyan ve ji derve jî eleqe heye û got bi jinên gund re sîparîsan girin û got hatina wan jî bi rêk û pêke. Suheylayê da zanîn ku her jin jîrin û got: “bila jin bixebitin. Ez 50 salî me. Wek berê çavê min nabîne. Lê ezê berdewam bikim. Em vî karî bi jinên gund re mezin dikin. emê ji gund derkevin û derxînin bajaran.”
(be/hu)