Teşiya xwe bi bîranîna dapîra xwe dizivirîne
09:06
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Emîne Nisret Ebdê ji beriya 23 salan heta roja îro çanda teşiyan ku ji dapîra xwe wergirtiye, diparêze û bi afrineriyên nû dema xwe derbas dike.
Dayîka 3'ê zarokan Emîne Nisret Ebdê (48) ji bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê ye. Emîneyê beriya 23'ê salan ji dapîra xwe fêrî bikaranîna teşiyê bûye, bi tevna ku bixwe dirîse, cil û tenteneyan çêdike. Li gel vî karê jî naxwaze wextê xwe vala derbas bike, her wiha tizbiyan jî çêdike û diyariyê jinan dike. Emîneyê diyar kir ku dapîra wê cil, werîs, tentene û hwd. ji tayên hiriya ku bi teşiya xwe dirîsa çêdikir û got ew di temenê xwe yê12 salî, li gel dapîra xwe dimîne û fêrî vê hunerê dibe. Emîneyê anî ziman ku ew di temenek biçûk de dest bi karê hunera destan dike.
Emîneyê ku ev çand ji dapîra xwe girtiye, teşiya dapîra xwe jî li gel xwe rakiriye. Emîneyê ji bazara cilên kevn hirî dikire, piştî ku dişo ji hev vedike û tayê wê ji nû ve bi teşiyê dirîse da ku bi hev bigre. Piştre jî bi du sîxan dest bi raçandinê dike. Destên wê yên ji karê malê qelişiye, dilê wê yê tejî hezkirin û êşên kûr ên demên borî û hêviyên wê yên mezin li ser ta û kêlan tê neqişandin.
Emîneyê piranî dema karê malê diqedîne, dest bi rîsandinê dike. Emîneyê bi lêv kir ku di nava çar rojan de tenteneyek diqedîne û got ew ji bo malbata xwe jî cilan çêdike û mala xwe jî bi tenteneyan dixemlîne. Gelek caran jî berhemên xwe diyarî jinan dike. Emîneyê ku demê xwe dagirtî derbas dike wiha got, "Ez tizbiyan jî çêdikim. Piştî ku morîkan ji kesên derdora xwe werdigirim, an jî dikirim, tizbiyan çêdikim û di mûnasebeyên olî û komên sersaxiyê de li jinan belav dikim. An jî pê duayên xwe dixwînim."
Li gel her du karan jî Emîne naxwaze wextê wê vala derbas bibe, di mala wê de dareke Merxê jî heye, piştî ku merxa darê hişk dibe, wan kom dike, reng dike û pê mala xwe dixemilîne. Derbarê vê yekê Emîneyê dibêje ku mebesta min ji vê karê ew e çanda xwe parastine û sûd jê girtine.
Emîneyê ji hemû jinan dixwaze ku xwedî li çanda xwe derkevin û ji her tiştên kevin sûd bigrin.
(en/rc)