'Jin bi vîna xwe ji tunebûnê hebûnê diafirîne'

09:04

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Rokîstan Elî li Kantona Efrînê bi berhemên hunerên destan hem debara xwe dike hem jî piştgirî dide aboriya malbatê. Rokîstanê diyar kir ku jin ji dîrokê ve bi destên xwe berhemên xweşik ên hunerî afirandiye u got "Karê destan hunereke ya jinan e."

Berhemên hunerî ên ku bi destê jinan tê afrandin, her çiqas di serdema kapîtalîzmê de ne xwedî nirxbe, di nava civakê de wek kevneşopiyek dîrokî û bi nirx hebûna xwe didomîne. Rokîstan Elî (20) ku li Kantona Kobanê dijî diyar kir ku berhemên hunerê destan, bi heskirinek mezin tê neqiş kirin û wiha got, "Ez pir ji karê xwe hez dikim, her wiha bi rêya karê xwe malbata xwe jî xwedî dikim."

Rokistanê anî ziman ku karê destan hunerek a jinan e û jin gelek tiştên ku ber bi windabûnê ve diçin careke din bi rêya karê destan zindî dike û wiha pê de çû: "Di karê destan de mejî, çav û dest diwestin, lê her jina ku vî karî dike jî pir jê hez dike. Ez jî pir ji karê xwe hez dikim, bi rêya vî karî ez bi xwe aboriya malbata xwe peyda dikim û xwe muhtacî tu kesî nabim. Her karek zehmetiyên xwe hene, lê di berhemdayînê de hemû zehmetî tên jibîrkirin. Tenê kêf û coşa dîtina kedê li ser mirov bandor dike. Niha min dikanek vekiriye, ez di vê dikanê de berhemên xwe, kincên jin û zarokan difroşim."

'Ez bi serbilindî karê xwe dikim'

Rokistanê bi lêv kir ku ji ber şert û mercên şer ew koçî Başûrê Kurdistanê kirine û got rastî gelek zehmetî û êş hatine. Rokîstanê wiha dirêjî da gotina xwe, "Min li wir xwe fêrî karê destan û cildirûnê kir, piştî çûna me bi demekê me biryar da ku em vegerin cih û warê xwe. Em vegeriyan Kobanê û min dikanek li vir vekir. Niha jî ez bi serbilindî vî karê xwe dikim û bi berhemên xwe pir kêfxweşim."

'Jin bi vîna xwe ji tunebûnê hebûnê diafirîne'

Rokîstanê di dawiyê de wiha got: "Jin bi vîn û hêza xwe dikare ji tunebûnê hebûneke xweşik çêbike û derdora xwe bixemilîne. Ez bi hêvî me ku hemû jin cihê xwe di nava kar û xebatê de bigirin. Jin her dem bi hestê xwe berhemên bedew diafirîne, bila ev berhemdayîn her tim zindî bimîne."

(hs/rc)