'Eniya demokrasiyê ne alternatîf, hewcedariye’
10:58
JINHA
ENEQERE- Gelek partiyên siyasî û sazî hatin cem hev û Yekitiya Hêza Ked û Demokrasiyê ava kirin. Siyasetmedarên jin nirxandin kirin û diyar kirin ku di esasa demokrasiyê de bi îdiane ku welat ji nûve ava bikin. Hevseroka ADAD’ê Sangul Çelîk axivî û got eniya demokrasiyê ne altenatîfe hewcedariyeke. Hevseroka Malên Gel Oya Ersoy jî got: “Em li vî welatî ne temaşevanin. Em xebatkar û kedkarên vî ewlatîne. Em xwediyên rast yên vî welatî ne.”
20 rêxistin ku di nav de partî, sendîka û rêxistinên pîşeyî hebûn li dijî mutabakata rastgir a di navbera AKP, CHP û MHP’ê hatiye avakirin, mutaxabata gel Yekitiya Hêza Ked û Demokrasiyê av akirin.
Hevseroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoyê got AKP’ê di 15 salî de welat kaşkir nav koasê û got yekan hêza derkeve holê hatina cem hev a hêzên demokrasiyê ye. Oyayê got ew dixwazin li ser esasa demokrasî, wekhevî, biratiyê welat ji nûve ava bikin û got: “Em li vî welatî ne temaşevanin. Em xebatkarên vî welatîne. Em kedkarin. Em xwediyên rast yên vî welatîne.” Oyayê da zanîn ku îdiaya wan eve ku rojên xweş rêxistin bikin.
'Qadên jiyana jinan tên tengkirin’
Endama Lijneya Rêveberiya Navenî ya Partiya Rizgariya Jinûve a Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîpogllari got deklerekirina yekitiya hêza demokratîk û kedê gelek girînge û got Tirkiye bi taybet di dema AKP’ê de bi lez muhafazakar û got: “Îro gelek mafên ku karker, kedkar, parêzvanên mafên mirovan bi dest xistine yek bi yek ji destê wan tê girtin. Bi taybet jî mafê jiyanê yên jinan her diçe teng dibe. Li ser jinên ku li kolanê dimeşîn jî zextan dikin.”
Tulayê got AKP’ê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hewldana darbeya sivîl daye destpêkirin û got hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê jî pevçûna bi naqoq a di nava desthilatdariyê de ye.
'Eniya demokrasiyê en alternatî hewcedariye’
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Enqereyê (ADAD) Songul Çelîk jî diyar kir ku eniya demokrasiyê ne alternatîfe, hewcedariye û got: “Li welat ger hîna bê dadî û bê hiqûqî berdewam dike, ev ji ber bêdengiya hêzên eniya demokatîke. Ev welat li ser pergala sedsala rêya xwe berdewam dike. Sedsal berê yekparêzî hebû û niha jî di vê de israr dikin. Ev jî gelek darbeyan bixwe re tîne. Ez bawer dikim ku ev enî wê heq û edeletê bîne vî welatî.”
(he/hu)