Gûzên hawirde kedê jinan dagir dike
09:05
Pîroz Zirig/ JINHA
DÎLOK - Li Dîlokê jinên ku çewalê gûzan ên ji welatên hawirde tên bi 5 lîrayan paqij dike gotin, "Bi xwesteka xwe em nakin, ne kare lê dervî wê çareyek me nîne."
Bajarê Dîlokê ya ku bi hilbirîna pîşesaziyê û dagirkirina kedê tê naskirin, bêy ku ewlehiya jinan bê girtin, bi pereyek kêm jin tên xebitandin. Gûzên ku ji welatên Amarîka, Moldovya û Kazakîstanê tên fabrîqeyên Hatayê û ji wir dighê taxên ku gel lê xizanî dijî, bi 5 lîrayan jin çewalê gûzan paqij dikin. Fehîme Sivîl (35) ya ku demek dirêje karkeriya paqijkirina gûzan dike diyar kir ku ji ber xizaniyê neçar mane vî karî bikin.
'Çareyek me dervî wê nîne'
Fehîmê anî ziman ku gava gûz kêm dibin jî pere ji wan tê birîn û wiha axivî, "Karek gelek bi westandine. Gûzan em dişkînin dûvre hundirê wan dertînin û rengê wan ji hev cuda dikin. Mînak rengê zer aliyek û yê reş em dixin aliyek." Fehîmê bilêv kir ku ligel ewqas westandin ew karê malê dike û zarokan xwedî dike. Fehîmê wiha domand, "Bi xwesteka xwe em nakin, ne kare lê dervî wê çareyek me nîne. Têkoşîna jiyanê riyek din nade pêşberî me."
'Neçarim pêdiviyên jiyanê pêşwazî bikim'
Remziye Ayhan (55) salî jî da zanîn ku ew 20 sale paqijiya gûz û fistiqan dike û wiha pêde çû, "Xwezî karek din hebaya û me kiriba, lê nîne. Piştî mirina hevjînê min, debarê malê tev ser milê min ma. Ez neçarim zarokan xwedî bikim û pêdiviyên jiyanê pêşwazî bikim. Li ser çewalê gûzan navê welatên mîna Danîmarka û hin welatên din hatî nivîsandin."
(rc)