'Bi xwezayê re mijulbûn aramiyê dide min'
09:01
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Esma Ozkan a ku li taxa Bîçerê kêvroşk, kevok, mirîşk û qazan xwedî dike diyar kir ku ew bi mijulbûna xwazayê aram dibe.
Li taxa Bîçerê ya Colemêrgê jina bi navê Esma Ozkan bi xwedankirina kêvroşk, kevok, mirîşk û qazan debara jiyana xwe dike. Esma her serê sibê radibe berî her tiştî xwarina wan diditê û bi wan re mijul dibe. Esma da zanîn ku wê bi 2 kêvroşkan destpêkiriye û wiha domand: "Min destpêkê 2 kêvroşk hebûn pişt re bûn 20 kêvroşk. Ev tişt pir keyfxweşiyê dide min. Herkes dibêje vana bifiroşe, lê ez nikarim û hez nakim bifiroşim. Ji ber ku têkiliya min bi xwezayê re xurte û ez bi xwedankirina vana jî keyfxweş dibim. Ev tişt zarokan jî pir keyfxweş dike. Her roj zarok hemû di derdora min kom dibin hîskirina xwezayê û xwedakirina ajalan kelecanek û aramiyek cuda dide min."
Esma diyar kir ku ew ji mijulbûna wan hezdike û wiha axivî: "Ev 2 sale ez bi xwedankirina kêvroşk mirîşk û qazan mijûlim. Bi rastî ev pir keyfxweşiyê dide min. Ez serê sibehê radibim destpêkê ji wan re xwarinê dibim. Ajal xwedankirin ji bo min wekî pêdiviyêkî tê. Hejmara mirovên ku heywanan hez dike pir kême. Zivistanan jî ez xwedan dikim, cihê herî xweş ji bo amade dikim. Bi xwedankirina ajalan mirov ne bi berjewendî û bi aliyê aboriyê tenê bifikire mirov hîna xwezayê û mirovahiyê bifikire. Bila herkes bi hezkirina xwezayê tevbigere. Mirov ger ku ajalan hez bike û nas bike pêdivî pê nîne ku mirov bibe ajalnas."
(zt)