Li dijî mêtîngeriya kedê alternatîf: Kooperatîf

09:07

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED-Kooperatîfa Tekstîla navenda Lêkolîna Ciwanên Mezopotamyayê di 2015’an de li Amedê dest bi xebatan kir. Koperatîfên li dijî mêtîngeriya kedê jiyanek kolektîf hedef kirin di esasa jinê de xebatê dimeşînin.

Kooperatîfa Tekstîla navenda Lêkolîna Ciwanên Mezopotamyayê di 2015’an de li Amedê hat vekirin ji bo ciwanan, xebatên çand û huner, spor, kursên pîşeyî û xebatên rêxistina jiyana komunal didin meşandin. Di atolyeyê ku ji bo ji ciwanan re qadên xebatê bê vekirin de, gelek kes tên îstîhdamkirin û bi taybet jî ji bo jinên ciwan di esasa wekheviyê de qadên xebata nû tên pêşkêşkirin. Navenda xebatên kooperatîfê mezintir dike, li Qoserê atoleyeyek ji bo jinan xist jiyanê. Dîsa ji bo li Vanê atolyeyek tekstîlê vebike ket nava tevgerê.

Xebatkara tekstîlê Emîne Kayayê got bi salan eli ser aboriya komunal nîqaş tên meşandin û got ji bo pratîkbûna vê kooperatîf xistine jiyanê. Emîneyê da zanîn ku bi taybet di qada tekstîlê de mêtîngeriya kedê zêde ye û got li dijî vê ji bo avabûneke alternatîf tekstîl girtine dest.Emîneyê wiha got: “Em dixwazin qadeke ku jiyana yoz lê tine biafirinîn. Me xebateke ku ked neyê xespkirin meşand.”

Divê bê zêdekirin

Leyla Akarsuyê da zanîn ku ne tenê ciwan, divê koperatîfên hemû qadan bê avakirin û got: “Ji bilî vê bi tevahî xebatên Koperatîf xîtabê hemû aliyan dikin. Lê ji bo jinan rewşek xweser heye. Em hêmaya desthilatdariya mêran bi vê dişikînin. Li cihê ku jin heye vegera mêran jî pêk tê.”

‘Li vir keda min nayê tunekirin’

Leylayê bi lêv kir ku berê li Stenbolê di fabrîkayek tekstîlê de dixebitî û got keda wê dihat mêtîngerkirin û got: “ Li wir keda mirovan dihat mêtîngerkirin. Bi taybet keda jinan nedihat dîtin. Piştî hatim Amedê li vê atolyeyê xebitîm. Li vir hem keda me tê dîtin û hem em nayên tinekirin. Ez gelek kêfxweşim.”

(mm\hu)