Cilên zivistanê li ser tezgeha Umu ye

09:05

WAN- Umu Çirak ya yekem seyarfiroşa jina li Wanê ye, li ser tezgeha xwe cil û bergên zivistanê yên wekê gore, kazax, bincilk û korseyên ku j ibo êşa fitikê başe difroşe.

Li Wanê hema hem ali her derê kolana Hunerê seyarfiroş cih digirin. Tevî hişyariyên zabiteyan firoşkar dest ji çavkaniya debara xwe bernadin. Hemû seyarfiroş ji mêran pêk tê. Lê yek ji van jine. Umu Çirak hemû rolên zayenda civakî şikandiye û bi salane bi seyarfiroşiyê debara xwe dike.

Umu li ser tezgaha xwe cil û bergên ji bo zivistanê diforşe. Umu ji aliyê gel ve jî rastî eleqeyê tê. Umu ku bi hevjînê xwe re li Ispartayê dijî bi hatina zivistanê re berê xwe didin Wanê. Umu da zanîn ku ji ber Isparta germe cil û berg li wir zêde eleqeyê nabînin û destnîşan kir ku van cil û bergan tînin Wanê û pêşkêşî gel dikin.

Tevî sermaya tûnd ya li Wanê Umu di saetên zû yên sibehê de tezgeha xwe vedike û heta saetên êvarê firotinê dike.