Li hember ambargoyê alternatifa çandiniyê

09:14

EFRÎN- Komeleya Alîkariyê ya Jinan li Kantona Efrînê li hember ambargoya li ser herêmê dest bi hemleya çandiniyê kirin. Di çerçoveya hemleyê de li gundê Mîdan Ekbes yê girêdayî navçeya Raco jin dest bi çandiniya sîr û pîvazan kirin.

Jinên Kantona Efrînê li hember ambargoya li ser herêmê bi çandiniyê re alternatifa xwe avadikin. Komeleya Alîkariyê ya Jinan li Efrînê dest bi hemleya çandiniya sîr û pîvazan kiriye. Di çerçoveyê hemleyê de 10 jinan li gundê Mîdan Ekbesê ya navçeya Raco sîr û pîvazan diçînin.

Elya Ebd-Elrehman ya ku ji gundê Mîdanê ye diyar kir ku jin bi hev re saet 7'ê sibehê dest bi kar dikin û wiha got: "Em ji saet 7'ê sibehê heya 4 êvarî karê xwe di nava erd de dikin. Em bi rihê jinê vî karê xwe bi kêfxweşî dikin. Ji bo wê ez bang jinan dikim ku li çanda xwe xwedî derkevin, jin avakera çandê ye. Hin caran dewleta tirk êrîşî gundê me dike, lê tevî wê jî em karê xwe didomîn in û em tucaran ji wan natirsin."

'Bila dijmin nebêje ez ê wan bi ambargoyê birçî bihêlim'

Fayîza Mihemed destnîşan kir ku ew li hember her cure êrîş li ber xwe didin û wiha axivî: "Em û hevalên xwe yên jin îro çandiniya vî erdî dikin û tu carî koletiya ji dijmin re qebûl nakin. Bila dijminê me nebêje bi ambargoyê ez ê wan birçî bihêlim, em ê di hemû kar û xebata xwe de her dem serkeftî bin û li dijî êrîşan li ber xwe bidin."

'Em kêfxweşin alîkariya dayîkên xwe dikin'

Endama PYD'ê Mîdiya Henan jî piştgiriya xwe ji vê xebatê re nîşan da û wiha got: "Ez jî îro bi dayîkan re dibim alîkar ji bo çandina vî erdî. Em kêfxweşin ku em jî tevlî hemleya çandiniyê bûne û pîvaz, sîr diçînin."

Emîne Mustefa jî giringiya Komeleyê anî ziman û wiha got: "Em bi navê Kongra Star vê xebatê dikin, jin di herî karî de xwe îsbat dike. Ev çandinî jî manaka wê yekê ye. Tevî êrîşên ku ji hêla Tirkiyê bi ser me de tên jî, dîsa em kar û xebata xwe didomînin û êrîşên wan vala derdixin."