Li hember pergala yek rengî pergala perwerdehiya demokratîk (1)
Dosya Haber
Pergala perwerdehiya rejîma Baasê hildiweşe
Civîn Girbawî-Evîn Nejdet/JINHA
QAMIŞLO - Rojava ji pergala ku tê de nifşek bê nasname ferz dikir, ber bi pergaleke demokratîk ku nifşeke nû yê azad pêş dixîne ve diçe.
Dema mirov li pergala rejîma Baasê ya Sûriyeyê dinêre, dibîne ku ji gelek aliyan de dişibihe pergal û pêk anina dewleta Tirkiyeyê. Li Sûriyeyê ku gelê ereb, kurd, sûryan, tirkmen û êzidî dijîn li ser wan 'yek ziman, yek netew û yek al' hatibû ferzkirin. Gelê kurd yên ku bi salane li hember vê zîhniyetê berxwedane, ku mînaka berxwedanê li bakûrê Kurdistanê jî heye, rastî îşkence, qetilkirin û polîtîkayên înkar û îmhayê re rûbirû hatin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û rizgarkirina herêmên rojavayê Kurdistanê, gel dest bi xebata înşayê jiyanê kirin û dest bi perwerdeya zikmakî kirin.
Sîstema antî-demokratîk a perwerdeya rejîma Baas
Di bernemaya fêrkarî (mufredat) ya netew-dewleta Sûriyê de xwendekar fêrî feraseta yek-ziman, yek-al, yek-netew, yek-fikir dihatin kirin. Diviya civakeke bênakok û bêpirs were afirandin û ev bi rêya sîstema perwerdeyê pêş dixistin. Kurd û gelên din bi zimanê erebî dixwendin û dinivîsandin. Tu derfet ji bo hîınê zimanê dayikê bibin ne hat dayîn. Di heman demê de di vê pergalê de zimanê erebî, ola îslamê, mezheba elewî û mêr didan pêş. Ji reng, çand û zimanên din re û ji jinê re cih tunebû. Bingeha perwerdê li ser jiberkirinê bû. Zarokan ji nakokî û analîzan dûr dixistin.
Rexnekirina pergala perwerdê ne mijara gotinê bû!
Di pergala perwerdehiyê de şîdetê hînê zarokan dihat kirin û di navbera xwendekar û mamoste de têkîliyek sar hebû. Divê gotinê mamoste tev bi cih bên. Rexnekirina pergala perwerdê ne mijara gotinê bû. Sîstemeke hiyerarşîk a ku rêveberên dibistanê hemû biryar digirtin û li ser xwendekaran pîvanên xwe ferz dikirin hebû. Bi demeke dirêj jî di dibistanên rejîma Baas de tam sîstemeke leşkerî hakim bû. Zarok wek leşkeran dihatin hesibandin û perwerdekirin. Neçar bûn cilên leşkerî li xwe bikin, meşên leşkerî pêk bînin, dirûşme û marşa netewî bixwînin.
Xwendekar neçarin heman cil li xwe bikin
Di salên 2000'an de piştî hin reforman, hin guhertin di şekil da çêkiribin jî, lê di naverok de wek xwe ma. Di dibistanên rejîmê de cil û bergên xwendekar tek-tîp bû. Flarek ku li ser wê endamtiya partiya Baas hatibû nivîsandin, li xwendekar dikirin. Ger xwendekar ev flar li xwe nekiribûya nedikete dibistanê. Her xwendekar bi awayeke xwezayî wek endamê partiya Baas dihate hesibandin. Xwendekarên refa 5'an jî di werza havînê de dibirin perwerdeya siyasî-leşkerî ya Baas. Ew xwendekar karteke taybet digirt û hertim puanên wan yên ezmûnan zêdetir dihesibandin.
Zayendperestiya civakî di perwerdeya Baas de
Sîstema perwerdeya Baas zayendperestiya civakî jî hîna kûrtir dikir. Ev di bernameya fêrbûnê de, di pirtûkên ku dihatin dayîn de pêşdixistin. Mentiqa perwerdeyê ji jinan re rolê dayîk, jina malê û hevjîna qenc dida. Ji mêr re jî rolê serokatiya malê, malxweyê malê, yê ku li derve kar dike, nan tîne malê, yê ku di aliyê zihnî de xwe pêşdixîne dihate diyarkirin. Jixwe di refên 7'an de xwendekarên jinên ciwan û xort ji hev dihatin cudakirin. Bi vê yekê re jî ji jinên ciwan re rolê jinbûnê dihate fêrkirin. Jinên ciwan yên dihatin vê refê êdî di aliyê cilûberg de xwe dipêçan, cilên dirêj û girtî li xwe dikirin. Piraniya jinên ciwan ji wê demê ve xwe ji bo zewacê amade dikirin û lêgera wan di vî alî de pêşdiket. Herwiha dersên dirûnê, perwerdeya malbatê ku çawa xwarin çêbikin, cil bişon, şêranî çêbikin, zarok xwedî bikin û hwd. dihate dayîn. Lê ji xortan re dersên fêrbûna kampiyoter û sporê dihate dayîn.
Bi giştî sîstema perwerdeya rejîma Baas xizmeta têgihiştin, zanekirin û pêşketina civak û xwendekaran nedikir, bi kêrî nixumandin û tarîkirina mêjî û ruhê civakê dihat. Xwendekar ji bo puanên zêde bigire, ne li pey eşqa heqîqetê, tenê di nav maratona jiberkirina tiştên di pirtûkan de hatibûn rêzkirin de bûn. Heta hersal çendîn xwendekar ji ber puanên wan kêm dibû xwe dikuştin, an jî depresyonên giran dijiyan. Ev jî nîşan dide ku dibistan ji naveroka xwe ya esasî derxistibûn, kiribûn navenda avakirina nifşeke tarî, bêhêvî û bêzanyarî.
Piştî pergala perwerdeya rejîma Baasê, niha jî em li pergala perwerdehiya demokratîk ya ku di nava şoreşa Rojava de tê dayîn nasbikin.
Tevahî gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û rizgarbûna Rojava gelên kurd, sûryanî, aşûrî, tirkmen û hwd. bi zimanê dayikê perwerdehiya xwe dibînin. Bernameya fêrbûnê (mufredat/minhac) ya dewlemend e. Bernameya fêrbûnê li ser bingeha feraseta civaka demokratîk e. Ev sîstem wekhevîtiya di navbera gel, ol û zayned esas digire. Fêr dike ku cudahî dewlemendiya welat e, lewma ferqên çandî û nasnameyî nayên redkirin, têne hembêzkirin û pêşxistin. Bingeha perwerdê xwe dispêre wekheviya zayendî. Ji sedî 80'î mamoste jinin. Her mamosteyeke jin bi eşq û hezkirineke mezin dest bi xebatên perwerdeyê dike. Ji ber ev sîstem hêvî, daxwaz, dîrok û çanda wê ya ku dihate înkarkirin dubare zindî dike û digihîne nifşê nû. Mamosteyên jin di werzên havînê jî perwerdeyên xweser derbasdar dibînin, di heman demê de tevahî mamoste li ser mijara azadiya zayendî perwerde dibînin.
Ziman û çanda gelên din jî tên hînkirin
Em dikarin bêjin ku, li tevahiya cîhanê waneyên dibistanan bi qalib û formên wekhev hatine diyarkirin. Li Rojava ji bo ku zanyariya li ser bingeha zanista civakî pêş bikeve, ne tenê rexne li zanist û têgihiştina heyî tê kirin, li şûna wê jî têgihiştina nû tê ristin. Mînaka vê ya şênber jî di sîstema perwerdeyê de em dikarin bibînin. Waneyên wek jîneolojî, zanista civakî, ekolojî, aboriya komînal, çand-exlaq û polîtîka û parastina rewa mînakên berçav pêk tînin. Herwiha waneyên din ên wek dîrok, zanistên zanyarî, ziman-wêje, dîroka baweriyan û hwd. jî di bingeh de naverokeke nû ya demokratîk girtine. Xwendekar çand, exlaq, felsefe, zanist û hemû dersên xwe bi materyalên demokratîk û zanistî fêr dibe. Li şûna dersên mecbûrî yên ol, dersên exlaq û çandê tê dayîn. Xwendekar bi qasî bi zimanê xwe fêrî çand û dîroka xwe dibe, ewqas jî fêrî ziman û çanda gelên din jî dibe. Wane dîrok û civaknasiyê bi rexneya sîstemên serdest, zayendperest, netewperest, olperest û zanistperest pêş dikeve.
Li dibistanan wê pergala hiyerarşîk nebe. Di navbera xwendekar û mamosteyan de têkîliyek xwezayî wê hebe. Li hember xwendekaran helwestên hişk û şîdet wê nebe. Malbatên zarokan jî bi qasî mamosteyan ji ber fêrkirin û elimandina zarokan berpirs in. Lewre nêrîn û pêşniyarên wan jî girîng e. Malbat bi rêya serlêdana saziyên perwerdeyê dikarin rexne, pêşniyar û nêrînên xwe derbarê wane, mamoste û naveroka waneyan bidin diyarkirin. Ev jî ji bo ku xwendekar li ser bingehek rast pêşbikeve xwedî girîngiyeke.
Pir eşkereye di pergaleke wiha de dê nifşeke ronî, hişyar û xwedî zanebûn pêş bikeve û ev misogeriya civaka demokratîk û azad a rojavayê Kurdistanê ye.
Li Rojava waneyên ku wê di sala 2016-1017'an de bên dîtin jî wihaye:
Di dibistanên seretayî yên refên 4,5 û 6 re waneyên wek zimanên kurdî, erebî, İngilîzî, Bîrkarî (matematik), Wêne, Spor, Zanyarî, Mûzîk û Zanistên Civakî bê dîtin.
Dibistanên navîn: waneyên çand-exlaq, ekolojî, erdnîgarî, ziman-wêje, dîroka Kurdistanê, dîroka herêm û cîhanê, jîneolojî, bîrkarî, zanistên zanyarî, zimanên gelên herêmê, zimaneke biyanî, huner (Mûzîk, Wêne, Folklor, Şano û Hwd.), werzîş dê bê dîtin.
Dibistanên Amadeyî Wêjeyî û jimarî jî perwerdeyên wan wiha ne: zaravayeke din ê kurdî, ziman-wêje, zimanên bijare yên biyanî, çand-exlaq-polîtîka, dîroka baweriyan, jineolojî, felsefe, dîroka Kurdistanê, pparastina rewa, dîroka herêm û cîhanê, erdnîgarî, civaknasî, derûnasî, ekolojî-aborî (aboriya komîn û çandiniyê), kîmya, fizîk, biyolojî, bîrkarî, werzîş, huner (folklor, wêne, şano û hunerê destan).
Sibê: Mamosteyên jin pergala perwerdehiya Rojava vedibêjin
(rc)