Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (1)

Dosya Haber
Tîrmeh 16 / 2015


3 sale jin pêşengtiya şoreşê dikin 
 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Şoreşa Rojava ya ket sala xwe ya 3'an heq dike ku wek şoreşa jinê were bi nav kirin. Di jiyanê de jin di hemû qadan de pêşengtiya ji nû ve avakirina şoreşê dike û di serî de qadên xweparastin û dîplomasiyê de jin, bi her awayî şoreşa Rojava gihîştandin serfiraziyê û li cîhanê bûne mînak. 
 
Di 3 salên şoreşa Rojava de jin di hemû qadên berxwedanê de cîh girtin. Bi ked û fedakariyên mezin serkeftinên girîng bi dest xistin û ji jinên cîhanê re bûn modelek nû. Jin xwe ji xweliyên xwe afirandin  û bûn pêşengên civakê, rengê xwe da civakê. Jinan li hemû cîhanê da îspatkirin ku şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Jinan  li hemberî zîhnîyeta serdest ya mêran, xebatên xwe yên rêxistinî, demokratîk, dîplomatîk, sîyasî û çandî  her roj bi pêşketinan mezin kirin. Ev xebatên jinan li cîhanê jî deng veda û bûn hêviya jinên cîhanê.   
 
Hêza  pêşeng  Yekîtiya Star e
 
Jin bi pêşengtiya Yekîtiya Star li hemû bajarên Rojava komûnên jinan vekirin. Jin ji bo  xebatên xwe birêxistin bikin di hemû komûnan de komîteyên xwe ava kirin, meclîsan vekirin. Ev xebatên jinan yekîtiya jinan a ji alî sîyasî, ramanî, xweparastin û rêxistinî de hê xurttir kir. Yekîtiya Star ji bo pêşketina hişmendîya jinan xurt bike li her deverên Rojava qadên perwerdehiyê vekir. 
 
Akademîyên jinan hate vekirin
 
Jin ji bo avakirina jîyanek azad di berxwêdana şoreşê de bi riya komînan xebatek  wek seferberî dan meşandin. Li hemberî hemû tundî, qetilkirin, îşkence û revandina jinan xebatên xwe berfireh kirin. Ji bo avakirina  civakek  polîtîk  û exlaqî  Yekîtiya Star, li hemû bajarên Rojava  akademîyên jinan vekir û qadroyên xwe perwede kir. Piştî ev akademî vebûn gelek jin li vir ketin perwerdehîyê û hê jî ev perwerde berdewam dike.   
 
Jin ziman jî pêş ve dîke
 
Di şoreşa Rojava de jin bi rengên xwe çanda Kurdan jî dewlemend kir. Jin ji bilî  qadên rêxistînî,leşkerî û aborî di nava Tevgera Huner û Çanda Demokratîk de jî cihên xwe girtin. Hê di destpêka şoreşê de jinan ji bo pêş ve birina  zimanê dayikê dest bi pêşengtiya zimanê Kurdî kirin. Di vî warî de gavên dîrokî hate avêtin. Di şoreşa Rojava de  yek mijara sereke jî  perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Ji ber vê jî gelên Rojava tevlî  perwerdehiyên ziman bûn.  Jin bi awayek fedakar tevlî van xebatên Tevgera ziman û Perwerdehiyê (TZP) bûn.     
 
Her  jin  xwe di nava şoreşê dît
 
Jinên Sûrî ya ji netewên cuda jî ji têkoşîna jinên Kurd a di şoreşa Rojava de pir bi bandor bû.  Jinên Kurd bi pêşengtiya Yekitiya Star ji bo yekitiya jinên Surî bi  şîara   'Çiqas cudahiya netewî, olî û nijadî hebe jî jin yek in' însîyatîf ava kirin. Jinan xebatên xwe yên rêxistinî û çalakiyan li Rojava di hemû qadên civakî de pêş xistin.
 
Jinên Kurd di nava têkoşînê de ji alî sîyasî û dîplomasî de destkeftiyên gelek girîng bi dest xistin. Şervana YPJ'ê Nesrîn Temîr li Başûrê Kurdîstanê ya bajarê Silêmanî di merasîma xelatên Îbrahîm Ehmed  de xelata 'kesayeta afirîner' girt. Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Ayşe Efendî xelata Sakîne Cansiz a berxwedêra azadiyê ye li Silêmanî ji alî Rêxistina Jinên Azad a Kurdîstanê ve girt.
 
Hevdîtina  Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah a li paytexta Parîs a Fransayê li Seraya Elysee bi Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande re pêk anîn di têkoşîna jinan de ji alî dîplomasiyê  girîng bû. 
 
Jin di pergala Rêveberiya Rojava ya Xwesriya Demokratîk de ne wek desthilatdarî piranî di qadên ewlehî û xweparastinê de cîh girtin. Bi taybetî jî piştî YPJ hate ava kirin ev hêz ji bo  parastina civakê rolek girîng leyistin.
Jin li Rojava bi  pergala xwe ya parastinê, pêşiya tundiya li ser jinê jî girtin, li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê di şikandina hêza wan de jî rolên xwe bi cîh anîn.
 
Jinên Kurd dan xuya kirin ku bi temsîlîyeta reng û cewhera  jinê, bi şoreşa xwe ve dikarin pêşengtiya civakê bikin. Her wiha jin bi têkoşîna xwe ya kevneşopiyê re dan fêm kirin ku di alî çareseriyê de jî dikarin rola xwe bileyzin.   
Jin, piştî îlankirina Xweseriya Demokratîk a her sê kantonan de di qadên rêveberiyê de bi çalak cîh girtin û di rêvebirina pergalê de xwedî misyon bûn. 
 
Pergala hevserokatî jî li hemû saziyan de hate sepandin. Jinên Rojava  polîtîqayên trajîk a pergala desthilatdar  li ser jinan dimeşand bi berxwedana bêhempa ku li hember çeteyên DAÎŞ'ê dan  guherand.  Bi vî awayî jin hemû zîncîrên xwe şikandin û li hember zilm û zordariyan ber xwe dan. Ji bo hemû jinên cîhanê re jî bûn mînak.  
      
Arîn  Mîrkan di vê berxwedanê de bû sembol û bi çalakiya xwe ya fedaî  ev peyam da çeteyan;  We der heqê jinan de fermana qetlîaman da, we jina li bazaran firot lê ew jin niha di mevziyên berxwedanê de têdikoşe û hun tû carî nikarin îradeya jina azad bikşînin.
 
Çalakiya Arîn Mîrkan di nava jinên cîhanê de pir deng da û dawxaza azadiya jinan li hemû cîhanê belav bû. Berxwedana jinên Rojava bu mînak û sembol li cîhanê  
Jinên Kurd piştî  şoreşa 19 Tîrmehê di  têkoşîna jinan de  rûpelek nû vekir û hamleyên xwedî derketina mafê mirovan didomînin.
 
(ch)