Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê ne vedibêjin (3)

Dosya Haber
Tîrmeh 17 / 2015


 
Jin pêşengtiya qadên kar, jiyana civakî û tendûristiyê dikin 
 
JINHA
 
CİZÎRÊ - Bi şoreşa Rojava jinên ku ji nû ve avakirina jiyanê de cîh digrin, bi avakirina  Konseya Tendûristiyê, Konseya Jinê û Rêvebirina Karên Cîvakî  bûn hêza  çareserkirina pirsgirêkên jinan. Jinên ku di van qadan de xebatê dimeşînin anîn ziman ku pêşenga şoreşê jin e û diyar kirin ku xebatên wan dê bi heman awayî berdewam bike.   
 
Bi destpêkirina şoreşa Rojava Konseya Tendûristiyê û Rêvebirina Karên Cîvakî  hate ava kirin
 
Miha Ûmût a endamê Konseya Tendûristiyê ye û   Endamê Lijneya Rêvebirina Karên Cîvakî Newroz Seroxan  der heqê xebatên xwe de agahî dan. Miha Ûmût diyar kir ku bi îlankirina xweseriya demokratîk pêwistiya Wezareta Tendûristîyê derketiye holê lê destpêkê de hin zehmetî kişandine. Miha bal kişand girîngiya  tenduristiyê  û da zanîn ku li gel hemû tengasiyan di bajaran de navendên tendûristiyê vekirine  û axaftina xwe wiha domand: ''Di her komkujiyê de jin û zarok hedef hatin girtin. Ji ber vê jî pewistiya navenda tendûristiyan gelek bû û pêşiyê van navendan vekirin. ''
 
 
'Jin der barê tendûristiyê de divê were perwerde kirin'
 
Miha da zanîn ku ji bo kesên xwe nedigîhîştandin  navendê, li bajar û gundan digeriyan û got:  '' Li bajar û gunda me agahiyên der barê tendûristiyê  da gel û pêwistiyên wan çî ne me guhdar kir.  Bi teybetî jî jin der barê tendûristiyê de divê were perwerde kirin. Xebatên me yên bi vî awayî dê bênavber bidome û em ê ji bo pêşxistina xebatan têbikoşin''  
 
'Malên parastina jinê amade ne'
  
Endamê Konseya Jinê Emîne Omer axaftina xwe bi bîranîna têkoşeran kir û wê jî bal kişand ser şoreşa jinê  û wiha got:  '' Em dibêjin  şoreşa Rojava ya jinê ye lewre jin di her qadê şoreşê de cîh girt û hêz da hemû qadan. Konseya Jinê jî bi şoreşê ve hate ava kirin û li hember kevneşopiya jinê têkoşîn da meşandin.  Em wek Konseya Jinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dixebitin ku niha malên parastina jinê amade ne. Em her tim bi van malan re di nava têkiliyan de ne.   
 
' Em hişmendiya serdestan napejirînin' 
 
Emîne der heqê projeyên xwe de jî axivî û da xuya kirin ku ji bo aborî û tendûristiya jinê û  ji bo zarokan malan vekirine. Emîne da zanîn ku ji bo zarokên astengdar û bêkes jî projeyên wan hene û wiha berdewam kir:  '' Di destpêkê de ferzkirina hişmendiya mêran li ser me çê dibû, li pêşiya xebatên me de astengiya derdixistin  lê em tû carî  hişmendiya serdestî  napejirînin. Me pirsgirêkên jinan gav bi gav çareser kir û projetên jinan amade kirin. Me pêşiya zewacên zaroktî girt û di komûnan de derfetên perwerdehê pêş xistin.  Em ê xebatên xwe bi berfirehî berdewam bikin ku yekitiya jinan ava bibe''
 
'Rêvebirina Kar û Karên Cîvakî jiyana jinê diguherîne'  
 
Di şoreşa Rojava de jin di qadên jiyana civakî û karan de jî cîh girt û ji bo vî xebatî Rêvebirina Kar û Karên Cîvakî hate ava kirin. Endamê Lijneya Rêvebirina Karên Cîvakî Newroz Seroxan  jî der barê xebatên xwe de agahiyan da û diyar kir ku ji bo jinan  projeyên pîşeyî amade kirine perwerdehiyan didin.  Newroz axaftina xwe wiha domand:  '' Xebatên me giştîye lê dîsa jî me di hemû  xebatan de pêşikî  da jinan. Niha di nava xebatên me de hejmara jinan ji sedî 60 e. Di nava projeyên me de  avakirina sendîkaya jinan jî heye. Em bi Konseya Jinan re jî di têkiliyê de ne ku piştî îlankirina xweseriya demokratîk pergala hevserokatî jî li her derê hate runiştandin. Em jî di xebatên xwe de vê esas digrin'' 
  
' Li gor kedê fon tê dayîn'
 
Newroz bal kişand ku piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê jin di hemû qadan de çalak bûne û wiha pê de çû:  ''Niha jin di hemû xebatan de cîh digrin. Civak êdî dibêje ' heger jin dikare çek hilde dikare  her karî jî bike ' mînak jin êdî diçin qûrsên ajokariyê jî û dixwazin ji bo jinan cîhên taybet a ajokariyê vebikin. Polîtîqayên me yên ji bo jin xwedî pişeyan bibe  hene lê niha derfetên me yê qurs vekirinê tune, kesên ku tên  ba me di pratîkê de hîn dibin.  Pêwîst bike em  di akademiyan de perwerdehiyan didin. Lê nêzîkatiya me ya wek ji qursan dîplome bigre tune. Em hînbûna pîşeyan a di nava pratîkan de esas digrin. Piştî şoreşê jin bi awayek wekhev  dest bi xebatan kir. Her wiha li  gor keda her kesî  fon jî tê dayîn.    
 
 
' Li  vir xeyalên me rast dibe' 
 
Newroz bal kişand ser rêk û pêk kirina zagonan jî û wiha berdewam kir:  ''Me qadên ku jin tê de dixebitin zagonan ji nû ve çêkir. Ji bo jinên zewicandî  me hewl da ku li cihê dixebitin de kreşan vekin. Jinên ku  zarokên wan ên ber pêsîr hebin rojê du caran seatekî dikarin bi zarokên xwe re mijûl bibin û pêwistiyên wan bibînin.  Ji bo dema zayinê jî 3 meh destura zayinê heye ji bo jinan.  Di vî warî de sinorkirinek tuneye, çend zarokê jinê hebe jî dikare 3 mehan destûrê bi kar bîne. Mesrefa zarokan jî ne tenê li ser mêran tê ferzkirin, jin jî berpirsyar tê girtin û li gor wê alîkarî tê dayîn.  Em dikarin bejin ku hejmara jinên xebatkar ji yê mêran zêdetir e. ''
 
' Welata herî azad û demokrat ev der e'
 
Baregeha me ya mûlteciyan a bi navê Roj û Newroz jî hene. Di her du baregehan de me atolyeya dirûnê û mala jina vekir. Li gor pirsgirêkên jinên vir dijîn em bi saziyên din re jî dikevin têkiliyê.  Ji bo projeyên jinan em piştgirî jî didin û projeyên me yên cuda jî hene. Lî cîhanê ez dikarim bêjim ku welata herî azad û demokrat ev der e. hemû kes dikare were û vê rastiyê bibîne. Hemû kes dikare li vir xeyalên xwe pêk bînin û xwe îfade biki.''   
 
 
(ch)