Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (4)
Dosya Haber
Jin li Rojava komûnên jiyana azad ava dikin
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel şoreşa Rojava yek xebatên jinan a herî girîng jî avakirina komûnan e. li Efrînê jinan tevahî 338 komûn, li Cizirê jî 308 komûn ava kirin. Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Efrînê Şêrin Hesen û Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Henîfe Muhammed, şoreşa Rojava û komûnên ku hatine ava kirin nîrxandin.
Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Efrînê Şêrin Hesen, der heqê şoreşa 19'ê Tîrmehê û xebatên xwe de axivî û da zanîn ku şoreşa 19 Tîrmehê li hemberî pergala kapîtalîst a civakê ji hev dû perçe kiriye berxwedanek e û roja derçûna şoreşê ye. Şêrîn bal kişand tengasiyên ku ji ber pergala heyî jiyandine û got: '' Pêkûtiyên rejîma Baasê li ser jinan bi bandor bû û gelek jinên ku xebatên sîyasî didan meşandin ji alî rejimê ve dihatin girtin. ''
'Li Efrînê 338 komûnên jinan hate avakirin'
Şêrîn bi lêv kir ku wek jin him ji alî pergalê de, him jî ji alî civakê de pir zêde tengasî jiyandine û piştî şoreşê li hemberî hemû pêkûtiyan têkoşîn meşandine. Şêrîn diyar kir ku Rêxistina Jina Yekitiya Star, dema şoreşê hatiye saz kirin û xebatên xwe yên piştî şoreşê vegot. Şerîn da zanîn ku li Efrînê bi tevahî 338 komûn hatiye ava kirin û li gel komûnan meclîs û komîteyên xwe jî saz kirine. Komîteyên ku hatine saz kirin jî ji lingên 8 boyutan wek perwerdehî, tendûristî, parastin, aborî û lihevhatinê ye. Şêrîn axaftina xwe wiha domand: '' Komîteya lihevhatinê pirsgirêkên jinan çareser dike, komîteya parastinê ji bo li hember tundiya li ser jinê tê kirin bi dawî bibe perwerdehiya xweparastinê dide jina, komîteya aboriyê bi avakirina kooperatîfan qadên îstîhdamê ji jinan re vedike. Komîteyên tendûristî û perwerdehiyê jî der barê mijarên xwe de xebatan dimeşînin.
Li Cizîrê 308 komûnên jinan hate ava kirin
Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Henîfe Muhammed jî der barê şoreşa Rojava û xebatên xwe de axivî. Henîfe da zanîn ku li Kantona Cizirê 308 komûnên jinan hatine ava kirin, lê ji ber şert û mercên şer li Hesekê û Serêkanî xebatên wan ên komûnan nîvçe maye. Henîfe destnîşan kir ku komûnên di taxan de tê saz kirin li gor pêwistiyan xebat didin meşandin û wiha berdewam kir: '' Asta ku Yekitiya Star bi şoreşê re gihîştiye, hatiye runiştandin û di saziyên civakê de bingeha xwe girtiye. Di nava civakê de êdî Yekitiya Star wek modelek çareseriyê û ji bo jinan cihekî xwe îfade kirinê ye tê nasîn.''
'Di nava komûnan de komîte tê ava kirin'
Henîfe der heqê xebatên komîteyan de axivî û wiha got: '' Di civakê de jin herî zêde ji alî aboriyê de tengasî dijî. Ji ber vê jî cihên wek sera, terzîxane hate vekirin ku jin bi keda xwe karibe debara xwe bike. Komîteya aboriyê ji bo vê ye. Her wiha komîteya parastinê jî ji bo ewlehiya taxan e ku niştecihên taxê karibin xweparastina xwe bikin. Li vir jin perwerdehiya çekan digrın û xwe li gor êrîşan amade dikin. Di komîteya tendûristiyê de jî perwerdehiyên mûdaxaleya lezgînî û ya tendûristiyê tê dayîn.
Henîfe da xuya kirin ku komûn pêwistiyên civakê pêşwazî dike û li gel vê sazumankariya civakek exlaqî û polîtîk jî dike. Henîfe got: '' Civak bi vî awayî wê vegûhere cewhera xwe ya xwezayî''
(ch))