Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (3)
Dosya Haber
Di quntarê çiyayê Şengalê berxwedan
Rojda Serhat - Rosida Ranya /JINHA
ŞENGAL - Salek li ser qirkirina Şengalê re derbas bû, Şêrîn Salih wan rojan bi du hevokan tîne ziman, "Li Şengalê kesî ku wendahî ji malbatê nedaye nema". Şêrîn anî ziman ku bi despêkirina qetilamê re ew berê xwe daye çiya û bang li xizmên xwe kir ku vegerin ser axê xwe.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser qirkirina Şengalê salek li pay xwe hêşt. Jinên Êzidî yên ku di quntar çiyayê Şengalê de berxwedanek bi rûmet nîşan didin. Jinên Êzidî hem di refa YPJ-Ş li ser parastina cewherî xwe bi rêxistin dikin hem jî tevî malbetên xwe di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Şêrîn Salih piştî qetilamê berê xwe dide çiyayê Şengalê û behsa salek ji jiyana xwe ji me re dike.
Şêrîn bi taybet bertek li hember gotina Mesut Barzanî ya ku dibêje "Gerîlla li Şengalê mêhvane" da û got: "Mesut Barzanî Êzidiyên Şengalê firot. Axa Şengalê ya gerîllaye. Gerîlla ji bo gelê Êzidî şer dike û şehîd dide. Şehîdê wan şehîdê meye heman demê de. Axê Şengalê çawan ku ya meye a gerîllaya ne jî. Kê li ser vî axî xwîn rijandibe ev ax ya wane."
'Roja qirkirinê bila tu car neyê ji bîrkirin'
Şêrîn destnîşan kir ku pêwîste qirkirin tu car neyê ji bîrkirin û li hember dagirkeran têkoşîn bê meşandin. Şêrîn got: "Di qirkirina Şengalê de zarok û pîr ji bê aviyê mirin. Me lêvê wan şil dikir lê feyde tune bû. Ji mezin heya biçûk hemû cureyên mirinê me bi çavê xwe dît û jiyan kir." Şêrîn anî ziman ku yên ketine destê DAIŞ'ê bi hovene hatine kuştin. Şêrîn wiha domkir: "30 Jinên Êzidî yên Şengalê, ji ber nekaribûn parastina xwe bikin li hember êrîşên hov ya çeteyên DAIŞ'ê xwe ji zinaran avêtin. Dengê me diçe kî, bila ev roj were bîra wan. Li Şengalê kesî ku wendahî ji malbatê nedaye nema. Ji gundê bi sedan kes me wenda kir. Çeteyên DAIŞ'ê gule direşandin herderî, yên ku digirtin serê wan jêdikirin. Gelek kêm kes ji destê wan bi saxî xilasbû."
'Pêwîste dirûşmeya me azadî be'
Şêrîn diyar kir ku ew dixweze Êzidiyên ku dev ji axa Şengalê berdane vegerin û wiha got: "Bila Êzidî li ser axê xwe li berxwe bidin. Pêwîste dirûşmeya me an azadî an azadî be. Pêwîste em fedayê bewariya xwe li ser axê xwe bin. Banga min ji gelê Êzidî ya ku ji çiyayê Şengalê berê xwe dane welatên cûda, bila vegerin ser warê xwe. Ji bona ku em kedê mezinên xwe ji dijminê xwe re nehêlin, bi têkoşînek mezin em dikarin destê dijminê xwe ji vî axî bidin kişandin. Em jî rastî gelek zehmetî hatin lê me dev ji axa xwe berneda. Nabe ku em ji ax û gundê xwe veqetin."
'Gelek pêşketin pêkhat'
Şêrîn da zanîn ku di nava salek de berxwedaniyên bi mînak hatine jiyan kirin û got: "Me piştgiriya gerîllayan gelek dît. Di sir û seqema zivistanê de ji bo em zehmetî nekêşin, di her warî de piştgirî dan me. Perwede dan zarokê me, Keçên me tevlî YPJ'ê bûn, yekbûnê dan avakirin, ji bo parastina xwe me perwerdeya çek dîtin û meclîsê me hatin avakirin. Gelek pêşketin hat jiyan kirin. Li hember zehmetiyên jiyanê pêşketinên baş jî pêkhat. Bi jinên Şengalê re pêşketinên cidî pêk hat ev yek jî ji bo me gelek pîroze."
(rc)