Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (4) - DOSYA

Dosya Haber
Tebax 02 / 2015


 
Jinên Êzidî  hê jî  bandora komkujiyê dijîn 
 
Helîn Yildirim-Dîcle Orak/JINHA
 
AMED - Hemû  cîhan Êzidiyan ji  weneyên  jinên Êzidî  ya zarokên xwe yê pêxasî dabûn pişta xwe û ketibûn riya mirinê nas kirin.  Piştî salekî em bi jinên Êzidiyên ku hê bandora komkujiyê dijîn axivîn. Jinên ku hevserê xwe, zarok û malbata xwe di êrîşên DAÎŞ'ê de winde kirin wiha gotin:  '' Tiştên ku me jiyan kir em tû carî ji bîr nakin û heta ku em keçikên xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas nekin jiyan ji me re heram e''  
 
Ji ser êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ya 3'yê Tebaxê salek derbas bû lê gelê Êzidî birînên xwe bi xwe derman dike, lewre heya niha ji bo wan xebatek cidî nehatiye kirin. Gelê Êzidî ku ji alî derûnî û fizîkî de travmayên mezin jiyandine hemû cîhan bi wêneyên  zarokên ku tî û birçî li ser pişta dayikan bi rê ve diçûn nas kirin. Bi hezaran Êzidî ji cîh û warê xwe bûn û bi rojan li ser sinor hatin sekinandin. Piştre deriyê sinor hate vekirin lê  ji ber ku  konbajarên hikûmet ava kiribûn kêm bûn bi hezaran kes li derve man. Şarederiyên DBP'ê li ser vê seferberî îlan kirin û gelek bajar û navçeyên  cuda wek Silopî, Şirnex, Êlih, Weranşêr, Cizîr û Amedê de konbajaran ava kirin. Konbajara Amedê ya li Yênîşehir ê Qada Fîdanlikê de  hate ava kirin a herî mezin e,  nêzî 3 hezar Êzidî li vir bi cîh bûne û dijêjin 'Me hê jî bandora komkujiyê ji ser xwe neavêtiye'    
 
'Êrîşa Şengalê serê sibehekî dest pê kir'
 
Di şer de derba ya herî  mezin digrin  û mexdûr dibin bêgûman jin û zarok in. Êş û bîranînên xwe jî  bi xwe derman dikin. Me jî mîkrofona xwe  dirêjî wan kir û jiyandinên salekî pirsîn. Jina ciwan a 17 salî Senem Mendo ew rojên komkujiyê vegot û wiha axivî:  '' Êrîşa li ser Şengalê serê sibehekî destpêkir û tû amadekariyên me tûnebû. Çek di destê me de tûnebû ku em  ber xwe bidin. Merivên me li ber çavên me hatin kuştin. Piştî komkujiyê me dest bi meşa mirinê kir û bi rojan tî, birçî  em di riya çolê de meşiyan.        
 
'Hêzên HPG-YPG/J' me xilas kir'
 
Senem da zanîn ku hêzên HPG-YPG/J'ê wan  xilas kiriye û wan rojan wiha anî ziman:  '' Piştî ku êrîş dest pê kir me xwe li  çiyayê Şengalê ve girt.  Hêzên HPG-YPG/J'ê gihîşt hawara me û nan û avên xwe bi me re parve kirin. Dema korîdora ewlehiyê hate vekirin em cardin ketin rê lê bi hezaran kes jî li wir man. Em pêşî derbasî Şirnexê bûn, ji wir jî me şandin Amedê. Derûniya şer pir xirabe, divê di heman demê de biryar werin girtin. Jinên ku hê di destê DAÎŞ'ê de jî gelek in. Heta ku ew rizgar nebin jiyan ji me re jî heram e.'' 
 
'Êdî bi bajara Şengalê em dilşad nabin'
 
Zeynep Has ya ji komkujiyê xilas bûye û niha di kampê de dimîne anî  ziman ku birayek  û sê xwarziyê  wê di destê çeteyan de mane û wiha pê de çû:  ''  Zarok û kesên ku ber xwe didan hatin qetilkirin. Êdî tû hêza me nemabû û em neçar man ku birevin. Em hefteyek bê nan û av li Şengalê man. Hin zarok ji birçînan mirin. Em bi meşê heta Sûrî hatin, piştre jî em derbasî Amedê bûn. Piştî vê komkujiyê êdî bi bajara  Şengalê em dilşad nabin. Çete axa welatê me qirêj kirin, em bi saya  HPG/YPJ'ê ji komkujiyê  xilas bûn. Lê he jî jin û zarokên me di destê çeteyan de ne.'' Zeynep li ser pirsa me ya daxwaza wan a çûyina Ewrûpa axivî û got:  '' Heger em li Şengalê bûna me daxwaza çûyina Ewrûpa nedikir. '' Zeynep axaftina xwe wiha bi dawî kir:  '' Ji ber ku ol û baweriya me napejirînin ev listikên qirêj li ser me dileyizin.''  
 
'Çar aliyê me bi dijminan dorpêçkiriye'
 
Leyla Çûk a xwedî 3 zarokan e der barê komkujiya 3'yê Tebaxê de axivî û got:  '' Hevserê min niha li Irakê ye. Ji malbata me kesên ku niha di nava şer de mabin tûneye lê em tev wek hev in. Gelê Êzidî pir bêxwedî ma, kes rewşa me napirsin. Li vir qedr û qîmeta ma dizanin lê ev der ne axa me ye û zarokên me di konan de perîşan dibin. Nêzîkatiya ku li hember me tê kirin tenê ji ber Êzidîtiya me ye lê em jî mirov in. Ji welatên cîhanê daxwaza me ew e ku bila zarokên me yê di destê DAÎŞ'ê de ne rizgar bikin. Çar aliyê me bi dijminan dorpêçkiriye, bila alîkariya me bikin''    
 
'Hevserê min û 4 zarokên min di destê wan de ne'
 
Xensa Elî ya 43 salî da zanîn ku agahiya êrîşa Şengalê ji telefonê hîn bûne û  axaftina xwe wiha domand:  '' Çar alîyê me de şer hebû, em bi tirsek mezin reviyan. Welatê me wêran kirin  tiştek me nema. Bi hezaran welatiyên me kete destê DAÎŞ'ê, ez rizgarkirina wan dixwazim. Hevserê min û  2 keç, û 2 kûrê min di destê wan de ne. '' Xensa  di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku gelê bakur pir alîkariya wan kiriye û ew tû carî vê çêya wan ji bîr nakin. 
 
' Zarok ji birçîbûna digiriyan'
 
Porşî Hesen ya 18 salî roja ku êrîş pêk hat jiyandinên xwe wiha vegot:  '' Em li gundekî Şengalê de diman. Dema êrîşî Şengalê kirin  gel ji me re digotin ' jinan direvînin.' Em 20 kes bi maşîneyek reviyan û 6 mêr jî ji bo parastina gund man. Pêşiyê bav û birayên min jî li wir mabûn lê piştre ew jî hatin hinda me. Her wiha bav û kalê min 11 rojan di destê DAÎŞ'ê de mabûn. '' Porşî anî ziman ku zarok ji birçîna digiriyan û piştî ku hêzên PKK'ê  ketine Şengalê wan xwe xilas kiriye û wiha dawî da axaftina xwe:  '' Mirin ji dilgirtinê pir çêtire. Hemû Êzidî belav bûn. Tenê daxwaza me xilaskirina jinên hatine revandin e.''  
 
(ch)