Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên Êzîdî dê destûr nedin komkujiya 74'an (5)

Dosya Haber
Tebax 03 / 2015


 
Hewil didin ku travmayên Kampa Newrozê bi rêxistinbûnê çareser bikin
 
JINHA
 
DÊRÎK - Êzîdî piştî komkujiya li Şengalê ya bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û bi komkujiyek din re rû bir û man, piştî korîdora gerîllayên HPG/YJA Starê derbasî Rojava bûn û li kampa Newrozê bi cih bûn. Hêj êş û birînên Êzidiyên li kampê bi cih bûne nû ye û janê wê zêde ye. Gelê Êzîdî hewil dide birînên xwe derman bike û jiyanek nû ava bike. Jinên Êzîdî ku li kampa Newrozê bi cih bûn, li aliyekî şerê li dijî travmayê dijî, li aliyê din hewil didin vegerin gundên xwe. 
 
Salek berê di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî baweriya qedîm a Mezopotamyayê li Şengalê êrîşî Êzidiyan kir. Li dijî Êzidiyan komkujî pêk anîn. Êzîdî li Şengalê bi komkujiyek mezin re rû bir û man. Gelek êzîdî hatin qetilkirin û jinên Êzîdî hatin revandin. Jinên dîl hatin girtin li bazaran wekî koleyan hatin bazarkirin. Xwestin li dijî bawerî û çanda Êzîdîtiyan komkujiyê pêk bînin. Piştî vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şervanên YPG/YPJ û HPG/YJA Starê bi lezgîn bi hawara Êzîdiyan çûn û li Çiyayê Şengalê koridora ewlehiyê ava kirin.  Êzîdiyên ji cih û warên xwe koçber bûn, li Bakur û Rojava belav bûn û di kapman de bi cih bûn. Welatiyên Êzîdî yên Şengalê li bendê ne ku Şengal ji Çeteyan bê paqijkirin û dîsa li warê xwe vegerin. Êzidiyên ku di korîdora Rojava re derbasî Dêrika Kantona Cizîrê bûn, li kampa Newrozê bi cih bûn. Êzidiyên hatin vir bi cih bûn li gel salek derbas bûn jî hêj travmaya li ser xwe neavêtine. Êzîdiyên li vir li benda vegerê ne. Em wekî JINHA hatin Kampa Newrozê û bi jinên peyvirdar ên li Kampa Newrozê re axivîn. 
 
'Em carek din destûr nadin'
 
Şahidên Komkujiyê Bahar Yusuf  diyar kir ku çete êrîşî baweriyan dikin û dixwazin berî her tiştî baweriyan ji holê rakin û wiha got: "Zarokên me, ciwanên me û jinên me qetil kirin. Jinên me yên ciwan û dayikên me ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran avêtin xwarê. Xwe fetisandin. Zarok li ber çavê dayîkan hatin qetilkirin û dîl hatin girtin. Jina 70 salî jî dîl girtin. Ma gelê Êzîdî û jinên Êzîdî çi guneh kiribûn ku rastî van êrîşên hovane hatin? Em carek din destûr nadin ku Êzîdî rastî êrîş û komkujiyek bi vî rengî bên." 
 
'Ji bilî PKK'ê kesî em ne parastin'
 
Bahar di berdewama axaftina xwe de xwest ev serpêhatiyên Êzîdiyan neyên ji bîr kirin û wiha got: "Em kesek tenê jî sax bimînin em dê vê komkujî û hovîtiyê ji bîr nekin. Çeteyên DAIŞ'ê zarokên me yên xweşik û delal li pêş çavê dayîkan qetil kirin. Em rastî komkujiyê hatin, lê tu kesî em ne parastin. Tenê PKK'ê û Çiyayê Şengalê em parastin. Çiyayê Şengalê dilê Kurdistanê ye. Gelê Êzîdî dê tu carî dev ji çand û baweriya xwe bernedein. Qaşo pêşmergeyan Êzîdî diparastin. Lê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê pêşmergeyan em hiştin û reviyan. Ji ber pêşmerge reviyan çeteyên DAIŞ'ê serê zarokên me jê kirin û keçikên me revandin. Tu kesî em ne parastin. Tenê PKK'ê em parastin. Welatên Ewropayê qaşo qala demokrasiyê dikin. Lê qet deng ji wan derneket. Em wekî jinên Êzîdî bi hêz û rêxistin dibin. Em qet carek din destûr nadin êrîşek bi vi rengî. Divê hemû gelê Êzîdî bibin yek û rabin ser piyan. Divê Êzîdî parastina xwe ya rewa xurt bikin." 
 
'Me jinan zahmetiyên mezin dît'
 
Şahida komkujiyê Ebid Şemo jî destnîşan kir ku bi rojan di bin germahiya havînê de ketin riyan, tî û mirçî man. Ebid anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞê êrîşî Şengalê kir, wan jî bi maşîneya xwe berê xwe dan Şengalê. Ebid, da zanîn ku kal, pir û zarok jî li gel wan hebûn û bi rojan di bin Germa havînê de tî û birçî man û wiha got: "Dema hêzên gerîla bi hawara me hatin, em nexweş ketibûn. Em perîşan û bê hal mabûn. Gerîllayên PKK'ê av û xwarin ji mere anîn. Birînên me derman kirin. Em wekî gelê Êzîdî di 74 fermanan re derbas bûn. Gelek jinên Êzîdî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Ji ber ku em jinên ciwan nebûn hêza parastinê û me Êzîdî ne parastin, em lêborîna xwe ji gelê Êzîdî dixwazin. Rexnedayîna me dê rêxistinbûna me be. Rexnedayîna me dê xurtkirina parastina rewa yên jinên ciwan ên Êzîdî be." 
 
'Ev fermanek siyasî bû'
 
Endama Meclîsa TEV-DA'yê Çiçek Harune jî, daxuyand ku sedema komkujiya Êzîdiyan a herî mezin nebûna parastina rewa ya gelê Êzîdî bû. Çîçek, diyar kir ku her kes li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma û wiha axivî: "Her kesî ev komkujî temaşe kir. Cîhanê ev komkujî temaşe kir û şopand. Ev komkujiyek pir giran e û nayê ji bîrkirin. Bi sedan jinên ciwan li bazaran hatin bazarkirin. Rastî tecawizê hatin. Ji ber vê yekê teqez pêdivî bi rêxistinkirina jinan heye. Êzîdî ji vê komkujiyê dersê derdixin û her ku diçe parastina xwe ya rewa xurt dikin. Ger ku gerîllayên YPG/YPJ û HPG/YJA Star bi hawara me nehatibûna Êzîdiyek jî sax nedima. Heta gerîllayên HPG û YJA Star bi hawara me hatin gelek jin û zarokên Êzîdî ketin destê çeteyan." 
 
'Jinên Êzîdî xwe bi rêxistin dikin'
 
Çîçek, destnîşan kir ku jinên Êzîdî niha xwe bi rêxistin dikin û wiha axivî: "4 roj berê jinên Êzîdî 1'emîn konferansa xwe pêk anîn. Jinên Êzîdî di vê konferansê de di çarçoveya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêdivî bi rêxistinbûnê dîtin. Ji ber em bê rêxistin bûn em rastî komkujiyê hatin. Kî bê rêxistin be komkujî li ber deriyê wê/wî ye. Niha gelê Êzîdî êdî xwedî rêxistin û parastina rewa ye. Jinên ciwan ên Êzîdî roj bi roj tevlî refên şervanan dibin. Jinên Êzîdî di her qadê de xwe bi rêxistin dikin." 
 
'Têkoşîn didome'
 
Çiçek, bilêv kir ku jin li her derê di bin desthilatdariya mêr dene û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku jin li her derê di bin fermana mêr dene. Jinên Êzîdî jî wisa ye. Mêrên Êzîdî jî ji ber feraseta feodal gelek zahmetî ji jina Êzîdî re derdixe. Ji ber vê yekê em pir têdikoşin. Têkoşîna me ya li hemberî hişmendiya mêr jî didome. Jin hem di qada bîrdozî de û hem jî di qadên din de xwe pêş dixe û bi rêxistin dike. Em dixwazin jinên Şengalê di her qadê de xurt bikin û bi rêxistin bikin." 
 
'Bandora komkujiya Şengalê li ser derûniyê pir zêde ye'
 
Çîçek Harûn, li ser bandora komkujiya Şengalê jî rawestiya û destnîşan kir ku bandora Komkujiya Şengalê li ser derûniyê pir kur e. Çiçek, bilêv kir ku li ser hestê mirov birînek kûr vekiriye û wiha got: " Ji bo em vê bandora derûniyê kêm bikin em têkoşîna xwe berdewam dikin. Me zahmetiyên mezin dit. Lê ji bo çareseriyê jî em di her qadê de xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Em niha li ser birdozî, dîroka jinê, jiyana komîn, xwendin û nivîsandin perwerde dibinin. Bêtir em li ser naskirina nasnameyê radiwestin. Ji bo parastina ziman, nasname û çandê em perwerdehiyê kûr dikin. Em li ser rêxistinbûna jinên Şengalê bêtir radiwestin. Di vê kampê de herî zêde jin perwerdehiyê dixwazin. Em jî ji bo bibin bersiva daxwazên jinên Êzîdî em têkoşîna xwe berdewam dikin. Xebatê me yên parastina rewa berdewam dikin. Em bi biryarin ku dîsa vegerin Şengalê. Niha Akademiya me ya Dewrêşê Evdî heye." 
 
Nûçe, Wêne, Dîmen: Ruşen Binici, Ruken Derik, Sosin Xane. 
 
(mae/rc)