Jinên Êzîdî dê destûr nedin komkujiya 74'an (6)
Dosya Haber
Raperîn Engîzek banga berxwedanê kir
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Çeteyên DAIŞ'ê salek berê êrîşî Êzîdiyên Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Piştî komkujiyê jinên Êzîdî tevlî berxwedanê bûn parastina xwe ya rewa ya YPJ-Ş ava kirin. Fermandara YPJ-Ş'ê Raperîn Engîzek, bang li jinên Êzîdî yên koç kirine kir û xwest tevlî hêza parastinê bibin û wiha got: "Werin ji bo parastina Êzidîxan û Êzidîyê em bi hevre dê ber xwe bidin. Bi revê hûn nikarin xwe ji bin vî barê giran rizgar bikin. Heta ku em dîlên xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar nekin em nikarin azad bibin. Em dikarin bi berxwedanê bersîva 73 fermanan bidin."
Di şeran de herî zêde jin û zarok êş dikişînin. Herî zêde jin û zarok di şer de mexdûr dibin. Salek berê çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzidiyên Şengalê komkujî pêk anîn. Bi hezaran jinên Êzîdî dîl girtin û revandin. Jinên Êzîdî ji her kesî bêtir mexdûr bûn. Gelê Êzîdî piştî fermana 73'an rastî fermanek din hatin. Dîsa rastî komkujiyê hatin. Li dijî vê komkujiyê jinên Êzîdî bi hevkariya YJA Star û HPG'ê re yekîneya YPJ-Ş'ê ava kir. Jinên Êzîdî piştî yekîneya xwe ava kirin dest bi parastina rewa kirin. YPJ- Şengal piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hat avakirin û dest bi parastinê kir. Fermandara YPJ Şengalê Raperîn Engîzek di şerê li dijî komkujiya Şengalê de hat nasîn. Fermandara YPJ Şengalê (YPJ-Ş) Raperîn Engîzek bi minasebeta 1'emîn salvegera komkujiya li dijî Şengalê hêvî berxwedan û têkoşîna jinên Şengalî vegot.
'Berî êrîşê amadekarî tune bûn'
Raperîn Engîzek, anî ziman ku her çend çeteyên DAİŞ'ê negihiştibin armanca xwe jî di hiş û dilê mirovan de birînên kûr vekir û wiha got: "Hêzên serdest bi boneya gelekî tune bikin berî her tiştî êrîşi jinê dikin. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê jî êrîşî jinên Êzîdî kirin. Armanc kirin ku civaka Êzîdî ji holê rakin û tune bikin. Xwestin bi vê êrîşê tirs, bêbawerî û fikarê zêde bikin. Bi taybetî reva pêşmergeyan a ji Şengalê hêvî şikandin. Lê piştî şervan û gerîllayên YPG'ê hatin Şengalê û mudaxaleyî çeteyên DAÎŞ'ê kirin, gel ji destê DAIŞ'ê parastin, hêvî û baweriya gel xurt kir. Ji ber parastina Êzidiyên Şengalê tune bû, çeteyan jin dîl girtin. Ji ber ku ji zanebûna dîrokê qut bû û parastina xwe pêş nexistibûn rastî komkujiyê hatin."
'Êzidî her tiştî hewaleyî xwedî dikin'
Raberîn bal kişand ser komkujiyê û anî ziman ku êşa tu tiştî ji vê êşa komkujiyê girantir çênabe. Raperîn, bilêv kir ku ev êş nayê ziman û wiha berdewam kir: "Dayîkek zaroka xwe li pey xwe dihêle û koç dike. Hemû ferdên malbatekê tên qetilkirin. Zarokê dayikekê dikujin dixin torbe û dixin destê dayikê. Jin li ber çavan rastî tecawizê tên. Mirov nikare vê êş û hovîtiyê bîne ziman. Me ev hovîtî hemû dît. Em bûn şahidê hemû hovîtiyê. Jin wekî serdema navîn li bazarên koleyen hatin firotin. Gelê Êzîdî derûniya komkujiyê ji ser xwe neavêtin. Mafê jiyanê ji Êzîdiyan re nehiştin. Ne kuştin û he jî hiştin. Xwestin roj bi roj êşê bijîn. Dixwazin derûniya koletiyê li ser êzîdîyan ava bikin.Di nava êzîdiyan de gotinek heye. Dibêjin; cîhan jî hilweşe, çi bibe bila bibe ji xwedê re dimîne. Yanî her tiştî hewaleyî xwedê dikin. Her tişt ji xwedê re hiştine. Ev ji bo me talûkeyek gelek mezin e. Xwe bê parastin hiştin ji ber vê baweriyê tê."
'Hêzên serdest dibêjin ger ez hebim tu tune ye'
Raperîn, destnîşan kir ku hawara PKK'ê ji bo wan bû hêvî û li ser ê yekê jinên Êzîdî yekîneya YPJ- Şengalê ava kirin. Raperîn, anî ziman ku piştî wan yekîneya YPJ- Şengalê ava kirin, ji bo jinên Êzidî hêviyek mezin pêşxist û baweriya wan zêde kir. Divê em qebûl bikin ku ev ne qeder e. Me di dirokê de gelek komkujî ditin. Di serdema Osmanliyan, Safavî û herî dawî hikûmeta Iraqê de komkujî pêk hatin. Her dem me got bila kesên din parastina me bikin. Ji ber vê tu carî me bi xwe parastina xwe pêş nexist. Her dem di hiş, ruh û dilê gel de tirs ava kirin. Gelê me bi tirs, pere û madîyete bi xwe ve girêdan. Li aliyekî şekir dirêjî me kirin, li aliyê din sîle li me dan. Niha bi hezaran şikeft li Çiyayê Şengalê hene. Di fermanan de gelê me xwe davêt sînga çiya û parastina xwe dikir. Ji ber ku heta niha me pişta xwe da derve me winda kir. Me pişta xwe da kê em qetil kirin. Ji ber me parastina xwe nekir em rastî komkujiyek wisa mezin hatin."
'Em dê tola jinên di destê DAIŞ'ê de hilînin'
Raperîn, li ser ewlehî, parastina rewa û polîtîkayên hêzên derve jî rawestiya û wiha got: "Em wekî gelê Êzîdî êdî serwext bûn ku em pişta xwe bidin kê, berê xwe bidin kê û çawa parastina xwe bikin. Me hêza YJA- Starê dît. Me dît ku jina ku heta niha di bin desthilatdariya mêr de maye çiqas xwedî hêz û vîn e. Şehit Armanç, Evrim, Vinar ji bo me bû mînak. Hevalên me yên jin ku li vir şehît ketin ji bo me bûn hêz û bawerî. Wan nîşanî me û hemû alemê da ku jin dikarin çi bikin. Me dît ku hêza şoreşê jin bi xwe ye. Armanca me ya esil rizgarkirina axa Şengalê ye. Em dixwazin azad li ser axa xwe bijîn û xwe bi rêxistin bikin. Em wekî yekîneyên YPJ- Şengalê divê li dijî hêzên serdest û feraseta mêrên Êzîdî jî xwe xurt bikin û şer bikin. Divê em feraseta mêr ya serdest, desthilatdar jî bişkînin. Divê em karibin wan jî rast bikin û li cewerê wan vegerînin. Peyvira me ya sereke parastina ziman, çand, ol û azadiya me ye."
Banga berxwedanê li jinan kir
Raperîn, herî dawî ji hemû jinê Êzîdî xwest parastin û berxwedanê xurt bikin û bang li hemû jinên Êzîdî kir ku li dijî êrîşan li malên xwe rûnenên. Raperîn xwest hemû jin beştarî parastina rewa bibin û wiha got: "Werin ji bo parastina Êzidîxan û Êzidiyê em bi hevre têbikoşin. Olê Êzidî di rojhilata navîn de olekî herî qedîm e. Parastina olê Êzidîtiyê erk û peyvira mirovahiyê ye. Divê em li Ewropa li çraeseriyê negerin. Werin em axa xwe û nasnameya xwe biparêzin."
Sibê: Ji bo bersûcên şer li Laheyê bên darizandin ketin nava tevgerê
(mae/rc)