Jinên Êzidî: Em destûr nadin fermana 74'an (7)
Dosya Haber
Tevgera ji bo bersûcên şer li Laheyê bên darizandin dest pê kir
JINHA
AMED - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Dîl Hatine Girtin, bi boneya jinên dîl hatine girtin bên azadkirin û bersûcên şer bên cezakirin ketin nava liv û tevgerê. Endama Platformê Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ji bo jinên dîl hatine girtin û jinên travma derbas kirine azad bikin û bersûc bên darizandin pêvajo dan destpêkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kiribûn. Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşa Şengalê de tecawizî jinên Êzidiyan kiribûn û li ser Êzidiyan komkujî pêk anîbûn. Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşê de nêzî 7 hezar jinên Êzidî revandibûn û li bazarên koleyan hatin firotin. Jinên Êzidî yên li bazarên koleyan ên li Til Alfer, Baaj, Aseyba, Rabia, Şengal, Koço, Til Azêr, Suûdî Arabistan, Suriye û Rakka hatin firotin hêj nehatine rizgarkirin. Heta niha tu xebat jî nehatiye kirin. Ji bo jinên Êzidî yên dîl hatine girtin heta niha di qada navneteweyî de tu gav nehatine avêtin. Di sibatê de Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Dîl Hatine Girtin hat avakirin. Platform, bi armanca jinên dîl hatine girtin bên azadkirin û bersûcên şer bên cezakirin di nava hewldanan dene. Endama Platformê Prz. Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ji bo jinên dîl hatine girtin rizgar bikin, travmaya jinan çareser bikin û bersûcên şer ceza bikin planên fireh dane destpêkirin. Prz. Reyhan, anî ziman ku ji bo hemû bersûcên şer bên darizandin û ceza kirin dest bi xebatek berfireh kirine û wiha got: "Li aliyekî ji bo bersûcên şer li Dadgehên Ceza yên Navneteweyî (UCM-Lahey) bên darizandin me dest bi xebatên hiqûqî kir. Li aliyê din em hemû serpêhatî û êşên ku jinên koçber ên rastî tundî û êrîşê hatine tomar dikin û dixin bin qeydan. Ji bo em hemû rêxistinên jinên cîhanê jî bikin hevpar xebatên me didomin.
'Pêwiste bersûc li dadgeha Laheyê bên darizandin'
Reyhan, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bi destê hêzên serdest êrîş pêk anîn wiha got: "Di nava bersûcê şer de welatên herêmê jî hene. Welatên cîhan bi TIR'an çek şandin ji çeteyan re. Divê hemû welatên piştgirî dan çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin û cezakirin. Niha platforma me pêvajoya darizandinê daye destpêkirin. Platform ji bo hemû bersûcan derxe holê û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin dest bi pêvajoyê kiriye. Em dê hemû xebatên xwe têxin bin qeydan û em dê nexşerêyê derxin holê."
'Divê qetilkirina Êzidîyan wekî komkujî bê qebûlkirin'
Prz. Reyhan, da zanîn ku piştî wan hemû mexdûr tespît kirin û bersûc aşkere kirin, dê bi sedan kesan biçin serlêdana sûc bikin û wiha got: "Ji ber ku Serdozgerê Dadgehê kesekî Êzidiyên bindeste hêvî û bendewariyên me ku em encam bistînin gelek e. Reyhan, da zanîn ku aliyê dîplomasiyê yê xebatê gelek girîn e û wiha got: "Divê gelên Suryani, Ermenî, Şîî Turkmen û Êzîdiyan bi taybet bên parastin û kuştinên li ser wan pêk tên wekî komkujî bê qebûlkirin. Divê dewletên tevlî van sûcan dibin teqez û lezgîn bên darizandin û cezakirin. Niha welatên Nijer, Katar, Suudi Arabistan bûne qada bazara jinan. Divê ev dadgeh bi lezgîn têkeve nava tevgerê. Jinên Êzidî wekî jinên Afganistan, Pakistan, Bosna, Ruanda, Kongo ji ber xwedî taybetmendî ne cara duyemîn rastî trajediyên giran hatin. Divê bi lezgîn jinên rastî tundiyê hatine bên rehabilitekirin. Divê ji bo wan navendên taybet bên avakirin. Divê bi taybet eleqe bê nîşandan û ji bo wan xebatek taybet bê meşandin."
'Em ji bo hemû jinên mafê wan hatin binpêkirin ketin rê'
Reyhan, destnîşan kir ku ew ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn yên mafê wan hatiye binpêkirin derketine rê û ji bo jinên mafê wan hatiye binpêkirin dê xebatên demdirêj bidin meşandin. Reyhan, herî dawî destnîşan kir ku ji bo binpêkirina mafan derkeve holê û ev binpêkirin têkeve bin qeyd û zeptan dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û xwest ji bo vê yekê hemû jin dakevin qadan û doza mafê xwe bikin."
(mae/rc)