Çîroka Emîne Akçay û di xizaniyê de întîxarên jinan (4)
Dosya Haber
Di mînaka Êlih, Wan û Sûrê de întîxarên jinan û polîtîkayên civakî
Sîbel Yukler/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Êlihê di 5 salan de 44 jin…Jinên li Wanê… Jinên li Sûrê din av xizaniyê de întîxar kiri… ev jin tenê xizaniyê najîn, di heman demê de rastî şîdeta mêr jî tên. Wek gelek mirinên bi guman û întîxarên bi guman… agahiyî kesî tine ku çi jiyan..
Li Êlihê mirinê bi guman
Di salên 90’î li Êlihê kuştinên kiryarnediyar dihatin jiyîn. Di heman demê de întîxarên jinan jî derket sê katî. Bi taybet li Tirkiyeyê li vê herêmê întîxarên jinan zêde dibûn. Ev girêdayê pêvajoya OHAL’ê dihat dîtin. Li gorî vê ferasetê dema pêvajoya OHAL’ê qedya întîxarên jinan jî kêm bibûn.
Di 5 salan de 44 jin
Di 2001’ê de rojnameger Mujgan Halîs pirtûka ‘Li Êlihê jin dimirin’ nivîsî. Mujganê di pirtûka xwe de digot întîxar kêm nebûne, çareseriyek cidî nehatiye kirin, derbarê vê mijarê de hişmendiyek civakî û psîkîyart tine. Walitiya Êlihê di 2006’an de li ser bûyerên întîxarê raporek amade kir. Di navber a2001 û 2006’an de 306 jinî hewl da xwe întîxar bike. 44 heban jî xwe întîxar kiribû. Li gorî akademîsyen Handan Çaglayan jî divê ev întîxar bi şîdet, koçberî û xizaniyê re bê fikirîn.
Li Wanê mirinê bi guman yên jinan: Pirsgirêka wê tinebû
Li gorî nivîsa Gulmay Gumuşhan a di Qeyda Hiş de cih girtiye ya wekê ‘Li Wanê întîxarên jinan û xizaniya jinê’ de , VAKAD û YAKA-KOOP’ê di 2015’an de çû serdana jinên li Wanê întîxar kiriye. Di vê serdanê de derket holê ku çîroka van jin û zarokên keç yên întîxar kirine, wek hevin.Gulmay diyar dike ku di hemû serdanan de ji malbatan îfadeya ‘pirsgirêkek wan tinebû’ girtine.
Di malbata fireh de şîdet
Li gorî nivîsa Gulmay, di bûyerên întîxarê de 4 heb di temenê biçûk de zewicîne. Ji 2 heban wêdetir bi yên din re xizanî hatiye dîtin. Qadeke wan ya hevpar ya piştevaniyê ku bên cem hev tinebûye. Di piraniya bûyeran de, hevjînê jinan çûne derve xebatê û jin jî di malbata fireh de tenê mane û rastî şîdetê hatine.
‘Di malbatê de tiştên wisa dibe’
Li gorî nivîsê jinên zewicandî têkiliya wan bi malbatên wan re qût bûne, di rewşeke şîdetê de ji malbatên xwe nekarî piştgiriyê bibînin, daxwaza piştgiriyê jî bi zextên derdorê şûnde hatine kişandin. Dema jin rastî şîdetê hatibin jî malbat, muxtar, partî, cenderme û saziyên din dibêjin tişt nabe ‘di malbatê de tiştên wisa dibin’ û ev jî bi cînayet an jî întîxarê encam dibe.
Di temenê biçûk de zewac
Li gorî Gulmayê di bûyerên întîxara zarokên keç de jî sedemên wekê; neşandina dibistanê, di malê de li malbatê nêrîn, an jî di karekî de xebitandin cih digre. Di hevdîtinan de derket holê ku dibistaneke ku zarokên keç perwerdeya xwe lê bidomînin û nexweşxaneye ku jin biçinê tinebûye. Xizanî di qada jiyanê ya wekê tendurîstî û perwerdê de bandorek mezin dike. Ji ber xizaniyê jî zarokên keç di temenê biçûk de tên zewicandin.
Întîxarên jinan û xizanî: Mînaka Sûrê
Li gorî nivîsa Evîn Guleker û Derya Demîr ya Qeyda Hiş de cih girtiye ya bi navê ‘întîxarên jinan û xizanî:mînaka Sûrê’ hat gotin ku ji ber koçberiya ku di salên 90’î de dest pê kir, li navçeyê profîla civakî-aborî guheriye û encamên şerê ku afiraniye herî zêde bandor li ser jin û zarokan kiriye.
Evîn û Derya têkildarî întîxarên jinan yên li Sûrê de wiha dibêjin: “Xizanî li vê navçeyê bûye parçeyek ji jiyana jinan. Jin ji jiyanê hatine qutkirin, ji malê dernakevin, derkevin jî tên sînorkirin. Mînak gelek jinên serî li navendên jinan didin, bi hinceta biçin nexweşxaneyê ji malê dertên. Malbatên li vir dijîn piraniya wan mêrê ku bixebite tine an di girtîgehan de an jî jiyana xwe ji dest dane. Di vê rewşê de jin di karên giran de neçar dimînin bixebitin.”
Çîroka jinên serî li navendên jinan didin:
Întîxar û xizanî: Evîn û Derya çîrokên jinên serî li navendên jinan didin wiha vedibêjin: “Jinên serî li navendan didin tenê ji bo xwarina rojane serlêdanê dikin. Şîdeta ku dibîne, wek pirsgirêka serke nabîne. Ji berk u bebeka xwe nemijandiye, bebek ji birçîna miriye. Jineke din ya ciwan k udi temenê biçûk de zewiciye û hêwî hatiye ser, tenê makîneyeke dirûnê dixwaze. Tenê armanca wê ev e ku muhtacê kesî nebe û ji zaroka xwe re bêz û mamayê bikire. Lê beyî agahiya hevjînê xwe û li mala dayika xwe.”
‘Cînayete an întîxare’
Jineke din ya cesedê wê li malê hatiye dîtin. Der barê wê de tiştekî wê bide nasîn tine. Li serşoyê li erdê dirêjkirî, di nav xwînê de. Dihat nîqaşkirin ku cînayete an întîxare. Lê derdikeve holê ku ducaniye û zarok ji ber çûye. Dest ji hevserê xwe berda bû û ji ber malbatê qebûl nekiriye, tenê xanî girtibû û dixebitî.
Têkoşîna bi xizaniyê re: Komeleya Sarmaşik
Li gorî nivîsa Hatîce Kapusuz li Tirkiye û cîhanê ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê gelek bername, fon û hîbe tên pêşxistin. Tevî vê xizanî zêde dibe.Li ser vê rewşê Komeleya Sarmaşik li ser rêgeza têkoşîna bi xizaniyê re hat avakirin.
Li Amedê nexşerêya xizaniyê
Komele tevî malbatên ku rewşa wan ya aborî nebaşe, komên nexweş, astendar, jinên bîh jî hedef dike û piştgiriyê didê. Komeleyê ji bo malbatên piştgiriyê bidê nexweşêrek li Amedê hat diyarkirin.
Bankaya xurekê û piştgiriya bo pêvajoya dibistanê. Komeleya Sarmaşikê malbatên ku piştgiriyê didê, di pêvajoya dibistanê de pitgiriyê dide zarokan jî.
SIBÊ: di çiroka Emîne Akçay de der barê intxara jinê xwendina çapemeniyê
(hu)