Çîroka Emîn Akçay, întîxarên jinan û xizanî (5)
Dosya Haber
Ji mînaka Emîne Akçay, têkildarî întîxarên jinan de çapemenî
Sîbel Yukler/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di beşa dawî ya dosyaya ku em li ser întîxarên jinan yên herî zêde ji ber xizaniyê pêk tên, derketin rê, de vê carê emê nêzîkatiya çapemeniyê ya li ser întîxara Emîne Akçay vebêjin.Çapemeniyê ji bo întîxara Emîneyê sernavê wekê ‘Bidawîbûna bi êş’ bikardianî û hemû sedemên piştperdeya întîxarê vedişart.
Xizanî û bandora xiznaiyê ku yek ji pirsgirêka herî bi êş ya Tirkiyeyê ye, di çapemeniya Tirk de cihê xwe nagire. Li gorî Xwendina Çapemeniyê ya Emîne Akçay ku Qeyda Hiş amade kiriye, hilweşîna ku xizaniyê afirandiye bi tena serê xwe mijara nûçeyê ye, lê bixabin xizanî ger bibe mijara bûyerên edlî wê di rupela sêyemîn de bê dîtin. Ev tercîheke bizanebûn yên çapemeniya Tirkin.
Sedem tên kamuflekirin, mirov tên marjînalekirin
Heta îro di lêkolînên ku li ser xizaniyê û nûneriya çapemeniyê hatiye kirin de tespîta ‘çapemeniya tirk xizanî û kesên xizan tine dihesibîne’ û ev pir caran tê dîtin. Li gorî Qeyda Hiş, di nûçeyên ku di çapemeniya tirk de tên çêkirin, sedemên newekheviyê û hîmên aborî-civakî tên kamuflekirin û mirovên xizan tên biçûkxistin û marjînalkirin. Kesên xizan wek çavkaniya şîdet û sûc dibînin û pirsgirêkê wek şexsî dibînin û dramatîze dikin.
Destê şewqatê yê saziyên dewletê!
Aliyê din yên di nûçeyên xizaniyê de balê dikişîne şewqata dewlet an jî saziyane. Tê îdia kirin ku ev hilweşîn kesên xizan rê li ber vedike û dewlet jî vê holê radike. Li gorî çapemeniyê sûcê xizaniyê jî dikin ser xizanan.
Dewlet nayê lêpirsînkirin
Nûçeyên têkildarî Emîne Akçay de hatin dayîn de, mijar hat dramatîkkirin.Li şûna ku kêmasiyên aborî û dewleta civakî bê lêpirsînkirin, tenê hevjînê wê Huseyîn Akçay wek sûcdar hat dîtin. Her wiha di nûçeyan de hat gotin ku dewlet xwedî li zarokên Emîneyê derketine.
Pornografiya xizaniyê
Li aliyê din xizanî bû wek amûra pornografîk û ji bo kesên rewşa wan hinekî baş dikin wek kirdeya ‘şukur’. Li gorî Qeyda Hiş çapemenî di mijara xizaniyê de ji bo ‘kesên ne xizan’ razîbûnê hildiberîne. Xizanî li aliyekî tine bê hesibandin jî li aliyê din dibe amûr. Bi taybet jî çapemeniya dîtbarî xizaniyê cuda pêşkêş dike. Akademîsyen Necmî Erdogan di xebata xwe bi navê ‘Kişandina giran a Xizaniyê de’di bernameyên xwe yên televîzyonan de balê dikişîne ser rewşên xizanî û temsîlên pornografîk. Mînak di herduyan de jî beden heye. Di yekê de lingên tazî yên xizaniyê, di ya duyemîn de jî pêsîrên tazî yên jinan. Di her duyan de jî bendewarî û daxwazên tetmînkirinê hene.
Ji bo pirsa çima? Hewldanek tine!
Întîxara Emîneyê di rupela sêyem de hat dîtin. Qeyda Hiş ji malperên înternetê yên rojnameya lêkolînek kir û hema hema di hemûyan de întîxar ‘tine hat hesibandin.’Di encama lêkolînan de beşeke mezin ya gelek nûçeyêk tenê ji nûçeyên ajansekê hatiye girtin. Rojname li şûna ku nûçegîhanan bişîne, tiştek nekiribûn. Ji bo rojnameyan întîxara jinê ya ji ber xizaniyê tenê wek vaka-î adiye hat dîtin. Li ser googlê lêkolîn hat kirin û tenê du rojnameyan Haberturk û Evrenselê nûçeyên taybet çêkiribûn. Rojnameya Vatanê jî agahiyên ji DHA’yê derbas dibûn, girtin û wek nûçe pêşkêş kirin. Wekê din jî nûçe nehatin dîtin.
Sernavên rojnameyan
Rojnameya Vatanê wek sernavê ‘Yurek Dayanmaz’ û rojnameya Hurriyetê jî bi sernavê ‘Ji bo zarokên xwe germ bike makîneya ziwakirina por xebitand’ bikaranî. Rojnameya Cumhuriyetê jî ‘Zarokên xwe germ nekir, întîxar kir!’ derxist pêş. Mîlliyetê jî sernavê ‘Xizaniya berbi mirinê ve bir’ bikaranî. Rojnameya Evrenselê jî nûçeya xwe ya taybet de xizaniya li Tirkiyeyê derxist pêş û sernavê ‘Ev bêçaretî di kîjan îstîtîkê de tê bicihkirin’ bikaranî.
Êzing, makîneya po û dawî!
Di her spotên nûçeyan de rêbaza çîrokîbûnê hatiye bikaranîn;Hevserê wê salek bû betal bû… 8 hem bû kirêya xwe nedabû, ji bo germkirina zarokên xwe bi zorê êzing dît. Êzing şil bûn. Makîneya por xebitand ji bo xwe germ bikin’ cih girtin.
Rojnamegeran li şûna ku bûyerê lêpirsîn bikin, bûyer dramatîze kirin.
QEDYA
(hu)