Ruyê din yê Xizaniya Kurdîstanê: Koçberiya demsalî (2)
Dosya Haber
Cahîde Harputlu/JINHA
AMED- Oya Ocak ya di Komeleya Karkerên Çandiniya Mezopotamya de bi dilxwazî dixebite destnîşan kir ku jin di zêviyan de di şert û mercên giran de dixebitin û li vir gelek jinên dûcanî jî hene ku ji bilî wan pir jin ji ji ber kar û barên giran dibin sedema mirina zarokên xwe ku zarok ji ber wan dice. Her wiha jin pişti 11-12 seatên ku di zêviyan de dixebitîn 4-5 seat jî di karên malê de jî dixebitin lê hemberî vê xebatê, keda wan pir erzan tê dîtin, heqê wan nayê dayin.
Koçberiya demsalî wek alîyek xîzanîyê dema were destgîrîtîn wê polîtîqayên xelet yê çandiniyê jî baştir xuya bîbe. Lewre di sê salên dawîyê de 6 mîlyon cotkar karê çandiniyê berdaye û tenê li Amedê asta sinora xizaniyê ji sedî 60-70 ye. Tenê ev îstatîstikên hatîye dayin jî zêdebûna koçberiya navxweyî diyar dike. Piştî em bi malbatên ku koçberiyê dikin re axivîn, bî dilxwazê Komeleya Karkerên Çandiniya Mezopotamya Oya Ocak re jî hevdîtinek pêk anî û dî der barê asta koçberiya demsalê, tengasiyên wê û lî ser polîtîqayên çandiniyê ya alternatîf axivîn. Oya ku di barê vê mijarê de lêkolîn kiriye, lî qadan xebat meşandiye bal kişand ku karkeriya demsalî qada herî zêde keda mirovan tê xwarin e ku keda jina du qat îstîsmar dibe. Oya anî ziman ku ev pirsgirêk bi projeyên rûbarî çareser nabe û got:'' Ji hîlberîna nîvenda kapîtalîzmê divê derbasî şixula demokratîk ya nîvenda kedê bibin ku karker di rêveberiya xweser de karibe cîh bîgre.''
'Keda jinan dû car binpê dibe'
Asta koçberiya demsalî ku li Amed'ê tê jiyandin di çi astê de ye û li gor salên dawî cudahiyek heye an na, me ji Oya Ocak pirsi û Oya da zanîn ku li Amedê him koçberiya demsalî pêk tê, him jî ji bajar û navçeyên der û dor gel koçî Amedê dibin. Oya wiha berdewam kir: '' Der heqê vê mijarê de gihîştina hejmarekî zelal ne gengaze lewre hin malbat her tim koçberiyê dike, hin malbat jî di hin demsalên dîyar de tevlî koçberiyê dibe.Mînak malbatên ku ji bo deynên xwe koçberiyê dikin, dema deynê xwe xilas dikin êdî naçin bajarên cuda. Li gor salên dawî em dikarin bêjin ku koçberiya demsalî ya Amedê zêde bûye. Hewqas ku hin malbatên bi demsalî diçûn koçberiyê niha ji ber mesrefa heqê rê û perê ku didin sîmsaran nedin dixwazin mayinde li cihê xwe yên kar bimînin.'' Oya anî ziman ku ji Amedê herî zêde koçberî li bajarên Sakarya, Dûzce, Bolu û Afyonê re dibe û li vir piranî karê avdanî,çape, pale û kulek tê kirin.
Bi taybetî di karkeriya demsalî de ya herî keda mezin dide jinê û ev keda jinê her tim tê binpêkirin. Ev mijar pêwiste ku were lêkolînkirin û jin herî zêde di kîjan qadan de dixebitin, xetereyên van karan çi ne û tengasiyên ku dijîn çi ne baş were fêm. Oya der barê vê mijarê de axivî û diyar kir ku karkeriya demsalî ya çandiniyê bi serê xwe qadekî bê ewlehiyê ye û jin jî mêr jî di karên giran de tên şixulandin. Oya axaftina xwe wiha domand: '' Mînak jinên ku di zêviyên fıstıkan de dixebitîn derdiketin ser daran, barên giran radikirin. Di hin zêviyan de jî jinên ducanî gelek bûn û ji van jinan kesên zarokên wan ji ber diçûn hebûn, ên ku li vir zarok dianîn hebûn. Di pir şert û mercên giran de dimînin. Her wiha jin pişti 11-12 seatên ku di zêviyan de dixebitîn 4-5 seat jî karên malê wek paqijî, şuştina cilan, amadekariya nan û xwarînê li ser milên wan e û li zarokan jî dinêrîn. Lê hemberî vê xebatê, keda wan pir erzan tê dîtin, heqê wan nayê dayin.''
'Karker divê rêveberiya xweser de cîh bigre'
Oya destnîşan kir ku li hember hewqas xebatên giran karkeriya demsalî ya çandiniyê ji bo debara malekî ya salê têr nake û got: ''Hin malbat ji ber ku hejmara wan zêde ye tê zanîn ku ew pir qezenç dikin lê rastî ne usa ye, lewre nîvê qezenca wan diçe mesrefên rê, xwarin, av û ceyranê. Çawûşên ku bi wî re dixebitin jî heqê xwe digre ji ber vê destê malbatan de pir tiştek namîne ku hin malbat ji bo karibe debara xwe ya salê bike dibe deyndarê sîmsaran.'' Her wiha Oya da zanîn ku karkeriya demsalî, koçberî pirsgirêkek bingehîn e û bi nêzîkatiyên rûbarî ev pirsgirêk çareser nabe divê çareseriyên mayinde were dîtin û got: ''Ev jî bi reforma axê gengaz e.Her wiha divê kooperatîfên çandinî were ava kirin û derbasî çandiniya bajarî bibe.'' Oya bal kişand ku bi projeyên demdar pirsgirêkên karkeran çareser nabe lê cihê çareseriyê projeyên ku qadên koçberiyê fireh bike tê rojevê ev ne rast e û divê ji hîlberîna nîvenda kapîtalîzmê derbasî şixula demokratîk ya nîvenda kedê bibin ku karker di rêveberiya xweser de karibe cîh bîgre. Oya çavdêriyên xwe jî parve kir û got: '' li Amedê bi kesên ku koçberiya demsalî dikin re jî axivîm. Ew jî rojane 10 seat dişuxilin û 22 TL digrin. Heger karibe bê çawuş biçe 25 TL digrin. Her wiha zarokên karker ku di zêviyan de dixebitin jî gellek in.''
'Karkerên demsalî kesima herî xizan e'
Oya der heqê xebatkarên jinên ku dijî karkeriya demsalî de dixebitin jî axivî û got: '' hevdîtinên ku min pêk aniye de dijî çandiniyê hinek jin diçûn paqijiya malan dikirin, di fabrîqayên cuda de dixebitin û hinek jî li goristana avê difrotin. Ji bilî vê jinên ku bê kar dimînin jî gelek e. Mêr jî piranî bi demdarî di karên înşaatan de dixebitîn. Lê jin bi her awayî bi kedek zêde û bûhayek erzan tê xebitandin. Li hember vê şert û mercên jinan jî bê ewlehiye ku keda jinê li mal jî tê binpêkirin.
7) Di dawiyê de gotinek we hebe em bigrin?
Oya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku hemû xwarinên tê ser sifra me de keda karkerên demsalî hene lê ev kesên ku li Tirkiyê herî zêde xizanî jiyan dikin re civak bêhestiyar nêz dibe û got: ''Ev rewşekî xemgîri ye. Li hember vê tunebûn û xizaniyê, zarokên karker jî ji mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar dimînin ku para me hemûyan di vê rewşê de heye. Dîvê êdî ji bo rêbazên çareseriyê gavên cidî û mayinde were avêtin.'' QEDIYA
(ch)