Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê 4 saliya Rojava vedibêjin (4)

Dosya Haber
Tîrmeh 19 / 2016


 

 
Yek ji lingên şoreşê Zagonên Jinê xistina meriyetê ye
 
 Hêvî Semîr-Civîn Girbawî/JINHA
 
QAMIŞLO - 19'ê Tîrhemê destpêka şoreşa dad, wekhevîtî û têkoşîna azadiya gelan e. Bi şoreşa Rojava re, li ser bingeha avakirina netewa demokratîk edaleta civakî tê pêşxistin. Zagonên Jinê jî rûyê şênber ê ji nû ve avakirinê îfade dike.
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ser hîmê netewa demokratîk hatiye avakirin. Li ser vê bingehê gelê Rojava û bi taybet jin bi paradîgmeya demokrasî, ekoloji û azadiya jinê hemû rehendên netewa demokratîk saz dikin û modela jiyaneke nû pêşkêşî herêm û cîhanê dikin. 
 
Şoreşa edalet û wekhevîtiyê
 
Li gor feraseta netewa demokratîk di serî de maf û hûquqa demokratîk ji bo tevahiya gel, netew, bawerî, zayned û tevahiya beşên civakê wek rêgeza sereke tê hesab. Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re bingeha vê yeke hate avêtin. Yek ji qadên ku bêtirî xwe bi destên desthilatdaran hatiye dagirkirin û ji bo perçiqandin û dabeşkirina civakan tê bikar anîn qada edaletê ye. edaleta li jêr nîrê sîstema serweriya zihniyeta zilamsalar de her cûre rengê cuda û cihê yên civakî bi awayeke hişk red dike, tê guhertin û bi şûna wê edaleta civakî ya demokratîk pêş dikeve. Ji ber gelê Kurd ji nêz ve dîtiye ku yek ji qada ji bo ewlehiya serdestan û perçiqandina bindestan bikar hatiye ev qade bûye. Gelê Kurd bi perspektîfa netewa demokratîk li Rojavayê Kurdistanê nîşan didin ku jiyaneke din ku tê de desthilatdarî û zordestî tune be, mafê tevahiya gel, çand û baweriyan hebe û di serî de jî civak bi awayeke demokratîk û exlaqî bikaribe bijî, pêkan e. Lewma şoreşa Rojava di nav xwe de şoreşa edalet û wekhevîtiyê jî hildigire.
 
Pêkanîn û parastina Zagonên Jinê yek ji lingên Şoreşê ye
 
Yek ji taybetiyên herî sereke yên vê şoreşê jî ewe ku di  asta cîhanê de yekem car sîstema civakî, siyasî û rêvebirî ji hêla jinê ve li ser esasê wekhevîtiya di navbera zayendan de tê rîsandin. Li gor vê yekê jî jin ji aliyekê ve parastina şoreşa xwe dike, ji aliyê din ve jî şoreşa civakî pêş dixîne. Di sala 2014'an Zagonên Jinê hate derxistin. Zagonên Jinê ji hêla jinên li Rojavayê Kurdistanê ve hate pêşxistin. Lewma dikare were gotin tevahiya mijarên bi jinê re elaqedar bi nêrîn û biryara jinê hatiye destnîşankirin. Lewma parastin û pêşxistina van zagonan jî yek ji lingên şoreşa Rojava ye.
 
Di şoreşa Rojava de, hemû kar û xebat bi serkêşiya jinan tên meşandin. Jin bi taybetmendiya xwe ya adil û wîjdanî di qada Edaleta Civakî de bi awayeke aktîf cih digire. Jinên ku di qada Edaletê de cihê xwe digirin ji ajansa me re qala jin û huqûqa demokratîk a li Rojava kirin û di derbarê rola jinan di vê qadê de nirxandin.
 
'Fêmkirina netewa demokratîk fêmkirina hûquqa demokratîk e'
 
Parêzer û endama Rêveberiya Meclisa Edaletê Şêrîn Îbrahîm di serî de wateya netewa demokratîk ji hêla edaletê ve nirxand û wiha domand: "Feraseta Netewa Demokratîk ferasetekî zelal e. Divê tê de tu kes mafê keseke din nexwe, mafê xwe û yê hevalên xwe nas bike. Kesê wateya rast a netewa demokratîk fam bike, wê wateya huqûqa demokratîk jî başfam bike. Mînak rejîma BEES li Sûriyê hertim mafê gelê Kurd û netewên din binpê dikir û dixwar, tenê polîtîkayên yek-partî ew jî ya BEES dida meşandin. Lê piştî şoreşê em û netewên din bi hev re her tiştî didin guhertin, êdî em vê polîtîkayê vala derdixin û wekî bedenekî bi hev re dijîn. Her kesê ku li feraseta netewa demokratîk di hundirê xwe de bigere wê bibîne. Siyaseta ku yê bihêz yê zeyîf dixwe, êdî divê ji holê rabe. Ji ber vê yekê netewa demokratîk û huqûq ji hev ne qut in. Kesê ku netewa demokratîk pêkbîne wê wateya huqûq jî baş binase û di pratîkê de biser bixe."
 
‘Derxistina Zagonên Jinê û parastina mafan bi serê xwe şoreşek e’
 
Şêrîn ji bo Zagonên Jinê û zagonên ku ji bo jinê hatine diyar kirin jî got: "Derxistina Zagonên Jinê û parastina mafê wê bi serê xwe şoreşek e. Hin kes dibêjin ku ev zagon bi hejmara xwe kêm in, lê eger van zagonan baş fam bikin dê bizanin ku naveroka wan gelek bi hêz e û mafê hemû jinan diparêze. Di encama van zagonan de guhertinên berbiçav jî tên çêkirin. Eger em ferqa di navbera zagonên me û yên rêjîma Sûriyê de bînin ziman, em ê gelek guhertinan bibînin. Mînak di meseleya mîrasê de mafê jinan nedihate parastin. Hin malbatan nedihiştin ku keçên wan bizewicin heta ku para xwe dabana birayê xwe, piştî wê çiqas rewşa aborî ya wê keçêne baş ba jî, tu kesî dengê xwe nedikir û xwedî lê dernediketin. Van jinan jî yan di encama fedîkirinê, an jî ji ber zextê  ji mafê xwe dihatin xwarê. Ev feraset pir dihate dîtin. Dema ev yek di zagonê de derbas bû û mafê jinê wekî yê zilam ji bo mîras hete biryargirtin, êdî jinê jî mafê xwe nas kir û ji bo wê yekê têkoşîn dide meşandin. Her wiha zagonên ku ji mafê jinan e zarokên xwe heya temenê 15 salî li cem xwe bihêle û wan xwedî bike hate derxistin. Herî zêde zilamên Ereb ev zagon qebûl nedikirin, lê hêdî hêdî ev pirsgirêk tê derbaskirin.”
 
Şêrîn cudatiya di navbera Zagonên Jinê yên Rojava û dewletên Ewrûpa de jî wiha anîn ziman: “Li welatên Ewrûpî jî hin zagonên jinan hene, ferqa di navbera zagonên me û yên wan de jî hene. Ji ber ku rastiya civaka me ne wekî civaka wan e. Em nikarin zagonên wan li cem xwe pêk bînin, her wiha ew jî nikarin zagonên me li nava civaka xwe pêkbînin. Raste hin xalên hevpar di navbera me û wan de hene, lê ji ber rastiya civaka me û ya wan ne wekî hev e, em nikarin wek hev bigirin dest. Em bi hêvî ne ku gelê me jî zagonên xwe bizane, da ku hemû kêmasiyên di civakê de heyî ji holê werin rakirin.”
 
'Hîna zilam bi  tevahî mafê jinê qebûl nekiriye'
 
Şêrîn bal kişand ser bandor û rola şoreşa Rojava di pêşxistina jinan û xurtkirina vîna wan a ji bo parastina mafê xwe û wiha pêde çû: “Di şoreşa Rojava de, di hemû warên civakê de jin ji zilaman bêhtir cihê xwe digire. Jin xwedî enerjiyeke mezin e, dikare bi vê enerjiya xwe derdora xwe rêxistin bike. Ev yek ji xwe ne dûrî rastiya jinê bû, tenê hatibû wendakirin. Jinên Rojava ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî jî toreke berfireh a rêxistinkirinê çêkiriye. Mala Jinê, Lijneyên lihevhatinê, lijneyên jinan di nava komînan de û hwd. gelek sazî û rêxistinên jinan hene. Her wiha mînaka hevserokatiyê li Rojava mînakekî herînûye ji bo tevahî cîhanê ku wekhevîtiyê esas digire. Di vir de jin mil bi mil li kêleka zilam kar û xebatê dide meşandin.”
 
Şêrîn di dawiyê de bang li tevahî jinan kir û got: “Hêviya min ew e ku jin di  karê xwe de sist nebin. Raste em bi derfetên kêm kar dikin, li kêleka wê hîna zilam azadiya jinê û mafê wê bi temamî qebûl nekiriye, lê ya giring em hemû astengiyan bi moraleke bilind derbas bikin. Hin ji me zû pes dikin, divê ev xal di karê me de tune be. Divê tevahî jin li mafê xwe xwedî derkevin.”
 
‘Jin êdî bi xwe parastina mafê xwe û tevahî civakê dike’
 
Parêzer û endama Meclisa Edaletê ya Kantona Cizîrê Zozan Elî rola jinan di sîstema Dada Civakî da nirxand û got: “Jin di hemû dîwanên edaletê de cihê xwe digire. Her dîwanek Edaletê beşê xwe heye, karê wan di komîteyên lêpirsîn, rêveberî, desteyên biryardayînê jin cihê xwe digirin. Raste despêka şoreşê jin di hemû dadgehan de hebûn, lê rola wê ne wekî rola wê ya îro aktîf bû. Niha hîn zêdetir sîstema dadê cihê xwe girtiye, zagon hatine derxistin, zagonên çawa kar were meşandin û zagonên jinê jî hate derxistin. Jin di dîwanên edaletê de bûye xwedî biryar, nerînên wê hene û nerînên xwe yên muxalif jî dide. Wekî hemû saziyên rêveberiyê ew jî cihê xwe di berdevkiyê de digire. Di encamê de êdî jin dighêje astên herî bilind a parastina mafê xwe û tevahî civakê.”
 
Zozan ji bo zagonên parastina mafê jinan jî wiha axivî: “Zagonên Jinêyên ku di dawiya 2014'an de hatin derxistin, li gor civaka me gavekî gelekî giring bû. Di van zagonan de mafê jinê di mîras de, wekheviya jinê di şahidiyê de, wekheviya jin û zilam di hemû mafan de, qedexekirina pir-jinî û gelek xalên giring ên parastina mafê jinê hatin derxistin. Destpêkê nêzîkatiya pir jinan ji van zagonan re dij dihate dîtin. wek mînak digotin 'çawa jina ku nikaribe zarok bîne, hevjînê wê nikare bi jineke din re bizewice'. Civaka ku bi hişmendiya her tim mafê jinê were xwarin hatiye mezinkirin û perwerdekirin, bêguman wê ev nêzîkatî tê de werin dîtin, lê divê em di vê mijarê de perwerdê zêde bikin, naskirina jinê ji cinsê xwe û mafê xwe re. Ev ji me tê xwestin wekî jin di qada Edaletê de. Herî zêde ji bo perwerdekirina jinê û fêmkirina van zagonankar tê meşandin. Çareseriya herî baş ji bo parastina mafê jinan û avakirina civakeke demokratîk ew e ku ev zagon di nava civakê de werin qebûlkirin, perwerde û danasîna van zagonan di  nava civakê de hîn bêhtir were xurtkirin.”
 
'Erka Edaletê danasîna mafên jinan e'
 
Zozan diyar kir ku divê hemû jin li mafê xwe xwedî derkevin û wiha pê de çû: “Xwedî derketina jinan li mafê xwe tê wateya bidexistina mafê xwe. Jin di qada Edaletê de xwe rêxistin dikin, meclisa jinê ya teybet çêbûye, karê vê meclisê şopandina pirsgirêkên jinan, her wiha şopanidina dozên jinan ên mezin ku zû nayên çareserkirin û şopandina rewşa jinê di dadgehan de ye. Wekî erkekî bingehîn ê edaletê û taybet jinên edaletê danasîna mafên jinan e. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku hêz bigirin û tirsê bavêjin. Divê em hemû jin xwe bighînin hev û azadiya xwe bidest bixin.”
 
(en/zt)
 
Sibê: Jinên Rojava têkiliyên dîplomasiyê vedibêjin