Ji Nasrayan heya Bêrîvanan jinên Êzidî li ber xwe didin (2)
Dosya Haber
Li gorî venêrîna jinan komkujiya Şengalê
Îlham Hecî- Xensê Xidir/JINHA
ŞENGAL - Jinên Êzidi yên di seld sala 21'an de li ber çavê hemû cîhanê hovîtiya DAIŞ'ê jiyan kirine gotin: "Em jinên dîl ketine destê çeteyan û yên ev b ime dayîn jiyan kirin ji bîr nakin. Heya yek j ime hebe emê li ber xwe bidin."
Di dîrokê de gelê Êzidî rastî gelek fermanan hatin. Gelek ji van fermanan ji ber nehatine nivîsîn nayê zanîn. Di sala 2007'an de teqînên li Girizêr û Sîba Şêxidir hatin kirin amadekariyên fermana 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an bû. Hina wê demê tinekirina gelê Êzidî hedef kirin. Ji bo wê jî em wan teqînan weke ferman dihesibînin û jimara fermanan weke 74 dibêjin. Roja 3'ê yê Tebaxê roja mirina mirovahiyêbû. Weke rojek reş di nava rupelên dîrokê de cihê xwe girt. Wê rojê hemû cîhan li hember êşa jinên Êzidî ker û lalbû. Ew qêrîna wan a digiha ber ewran kesê nebihîst, ew zarokên ji têhnan dixeniqîn û dimirin kesê nedidît. Em dizanin ku kes weke yê êş kişandî nikare êşê bîne ziman. Ji bo wê jî emê ji vegotina jinên Êzidî salvegera komkujiyê bidin vegotin.
'Ji bo me ax bû doşek, kevir bû balgî'
Bi hezaran Êzidiyên ji ber fermanê reviyane xwe di Çiyayê Şengalê de parastine li gel hemû zoriyan jiyanê avadikin. Dema ku em li nava konan digeriyan rastî Esmer Qero û hevjînê wê Mamê Eliyas hatin. Di nava xêzên kur yên ser ruyê wan de bandora fermanê xwe dide nîşandan. Despêkê Esmerê dest bi vegotinê kir û got: "Me pir zor û zehmetî dît heya em hatin rezalet bû. Min ji Eliyas re got: 'Em derkevin', got: 'Av nîne.' Min du şaşalê avê tejî kirin û xistin goreyekî de, ji bo gerim nebe û min bi milê xwede kir. Heya em gihiştin Qeraç me xilaskir, li me bû şev heya em gihiştin gundê Qendîlê. Biraziyê min ji me re şaşalek 5 lîter av anî. Heya em ji Qendîlê gihan devê gêlî me wê avê jî xilas kir. Em li erdê radizan, doşeka me erdbû û balguhê me kevirbû, esman ji me re betanîbû. Me wisa derbas dikir, hindek ar li cem me hebû. Nîvê ar pêşû û kurmbûn, min ji wan re 9 nan pahtin û me xwar. DAIŞ ket Qendîlê, kesek nema ji me pêve, em jî hatin gihiştin vir û niha jî jiyana me didome.
'PKK'ê alikariya me kir'
Esmerê da zanîn ku PKK di dema fermanê de li hewara wan hat û wiha domand: "Zehmetî her derbas dibin, lê êşa ku wan keç û zarokan dîtîn ticar ji bîra mirovan naçe. Cardin jî xwedê rêberiya me kir, PKK hat hawara me de alîkariya me kir. Em niha hêdî hêdî jiyana xwe ava dikin. Tek xwestekek me ji xwedê heye ku êsîrên me hemu bigehêjin azadiya xwe."
'Me meqerme kir hevîr û paşê kir nan wiha xwar'
Hevjînê Esmerê Eliyas Alî jî mafê gotinê girt û wiha axivî: "1166 salin Êzidî dibin destê Tirkan û Ereban de man. 6 ferman ser Amêdiyê de hatin, 36 ferman hatin ser çiyayê Şengalê, li Bakurê Kurdistanê li welatê Xalta jî ferman rabû û neha ya74 an ser Şengalê berdewam dike. Di xwestin Êzidiya tune bikin, lê hîn em xilas ne kirin û çi jî bikin nikarin me xilas bikin. Wek têzanîn 74 ferman hatine ser miletê Êzidî. Di her fermanê de bihezaran kes hatine kuştin, girtin û bi zorê olê xwe guhertinê re ru bi ru man. Lê hîn jî dev ji baweriya xwe bernedan û tune nebûn. Baweriya me şeref û namusa me ye. Mirov çawa bê şeref nikare jiyan bike ola me jî ji bo me wisa ye."
Eliyas wiha dom kir: "Di roja 3'ê yê Tebaxa sala 2014 roja piştî cejna Çile saet 2 yê şevê li Sîba Şêx Xidir dan û em hemû derketin hatin Werdiyê. Ez û hevjîna xwe bi tenêbûn, 3 şev û 3 roja em di rê de man,heya em gihiştin vir, me pir zor û zehmtî kişand. Me mehkerona dikir hevîr û nan jê çêdikir, me berû dibiraştin û bi hev re dixwarin. Mecbûrîbû tiştek din tunebû ku em debara xwe ya jiyanê pê bikin. Çavê min pir zehîf e. Ez nikarim neynukên xwe jî jêbikim. Min pir zehmetî kişand dema em rê de bûn. Bi hezaran kes ji ber fermanê dil bikûlbûn û li welatan re derketin, bi hezaran hatin girtin û kuştin. Gelek miletê me bi darê zorê ola wan hat guhertin. Hîn me dev ji çiyayê xwe berneda û em bernadin jî. Me got ya bimirina me bê em dev ji çiyayê xwe bernadin, ev çiyayê rûmetêye nabe em qet dev ji vî çiyayî berdin. Wek têzanîn 74 ferman bi ser miletê Êzidî de hatine, lê hîn dev ji çiyayê xwe bernedan û ola xweparastin. Fermana herî dawî jigirêdana miletê Êzîdî bi ol û baweriyê wan ve xurtir kir."
'Em ticarî ji bîr nakin'
Ji jinên di kurahiyê de êşa komkujiyê jiyan kirî Xezal Seedo jî roja 3'ê yê Tebaxê weke roja axirzemanê binavkir û got: "Dema gotin her kes direve û diçe çiya, me got li çiya jî stara me nîne. Jina tiyê min bi zarokên xwe ve bipiya çûn gundê Zeytûnî. Em jî bi wesayîtan hatin Şingalê. Piştra em çûn geliyê Elî Sorka, gotin ku wê DAIŞ were vir çekan kombike û here. Em ji wê jî ber bi çiya ve ketin rê, em gihiştin çiya, piştî sê şevan gotin heta hun dikarin biçin. Nîvê şevê em ber bi jorê hilkişiyan hetanî em gihiştin ba hinek daran û me li wir bêhina xwe da. Min nikaribû bimeşim, lê hêdî hêdî serketim hetanî em gihiştin ber Çilmêra. Dema em gihiştin wir birazayê min hat pêşiya me û em gihandin Serdeştê. Me gelek zehmet dît, lê dema dayik û xuşkên me yên êsîrbun tên bîra me, wê zehmetiyê ji bîr dikin. Ji ber ku zehmetiya herî mezin jinên hatine girtinin. Em bi xwe û gelek malbatên din di geliyê Acî re hatin. Min bi çavên xwe nedît, lê di gotin piştî em hatîn gelek kes di geliyê Acî de girtin û kuştin. Ev DAIŞ'a hov li her derê wisa xelkê dikuje, lê ya me cuda bû, ji ber ku em baweriyek cuda bûn û bi zorê em dikirin Misilman."
Xezalê da zanîn ku ew li Çiyayê Şengalê jiyanê ji nû ve avadikin û wiha dom kir: "Nihali Çiyayê Şengalê em jiyanê ji nû ve avadikin. Parçeyek nan em li xwe û cîranên xwe par dikin. Derdê me azadiya jinên di destê DAIŞ'ê dene. Em bang li hemû Êzidiyan dikin vegerin ser axa xwe û ji nû ve Şengalê avabikin."
'Tahlê bû dayika me hemûyan'
Ser zimanê Êzidiyên li Çiyayê Şengalê bicîhbûne navek ê her dem xwe dide jiyandin heye. Her kes dibêjin "Tahlê bû dayika me." Em dayika Tahlê ji Leyla Afrid û Xewla Alî guhdar bikin: "Dayê Tehlê di fermanê de bû dayika gelê ku ji fermanê filitî. Dayê Tehlê ji miletê xwe re bû dayik û xwedan û alîkariya wan kir piştî fermanê. Mala dayê Tehlê li ser çiyayê Şengalêbû wexta ferman rabû. Malbata Dayê Tehlê li ser deştê xwedî bîrekbûn li vir erd, bostan diçandin. Dema ferman rabû dayê Tehlê erka xwe ya dayiktiyê pêk anî û xwedî miletê xwederket. Xwarin û vexwarina bi sedan Êzîdiyan û şervanên azadiyê ji aliyê Dayê Tehlê ve dihat pêşwazî kirin. Heya niha jî bi sedan Êzîdî li ser erd û avê wê jiyan dikin.
Baxçeyek wan hebû ji Çilmêra heya jêrê milet dihatin wir û ji xwe re sebze dibirin. Heger ew baxçe nebûya wê gelek ji birça mirban, ji milet re bêtexsîrbûn. Me hemuyan wek malbata xwe dihesibîne, bêferq û cudahî em jî dihesbînin dayika me ye. Heya niha nêzî 300 malbatî li ser sîba û parçe erde wê jiyan dikin. Heya niha milet çadirên xwe li cihê baxçê wê vegirtine, ji ber wê ev du salin baxçê xwe ne çandine, ji kesî re negote rabin em ê baxçê xwe biçînin. Destpêka ku em hatin vir tiştek nebû em bixwin, pezdida me, mast dida me û niha li rojê cejna jî alikariya milet dike."
'Bûyera herî bi êş min dîtî ji birçu mirina zarokanbû'
Her Şengaliyên ferman jiyan kirîn bi çavek cuda fermanê vedibêjin. Her çendî vebêjin jî ew êşa di hindirê wan de kêm nabe û di vegotinê de zoriyê dikêşin. Cardin jî ji bo ku wê êşê ji me re vebêjin xwe didin zorê. Elîf Silêman jî tiştên di 3'ê yê Tebaxê de jiyan kirî bi van gotinan anî ziman: "Dema em hatin çiya, em 5 şevan li quntaraçiya man. Ji ber ku du pîr û kal bi merebûn me nikaribû wan bihêlin û serkevin ser çiya, yan ewê ji tîn û birça miriban. Me xwe da ber siya darên çiya û zarokên me çiya derbas dikirin heta dihatin ji kaniya Kersê av digihandin me, ji ber ku av li ba me qetnebû. Dema hineka piçek ar daba me ji zarokên xwe re dikir nanê sêlê, bi betlên biçûk ji Kersê av serdixistin û me hêdî hêdî dida wan. Tişta herî zehmet girtina dayik, xuşk û babên me bû. Lê tiştê ku min bi çavên xwe dîtî du zarokên biçûk yên cîranên me ji bê xwarina şîr mirin, ji ber ku şîrê wan xilasbu û ew gelek biçûkbûn, nikaribûn bi avê jiyan bikin. Wî demî rewşa me gelek zehmetbû, ne cil hebûn ku zarokên me li ser xwe bikin, ne jî xwarin hebû bixwin. Lê dîsa me digot baştire ji ketina destê DAIŞ'ê. Li gel hemû zoriyan jî me li ber xwe da. Di fermana 74'an de jî em tine nebûn û em ê ticarî tine nebin."
Sibê: Ji Meclisa Jinên Êzidî Nurê Xidir: Bi rêxistinbûnê em ê bibin bersiva komkujiyan
(zt)