‘Bila çavê te li dû nemîne kurê min; Ez her tim di rêya te de me’
Portreler
Ruken Tuncel/JINHA
RIHA –Hanim Yavuzel ya ku kurê xwe Mehmet Yavuzel yê 23 salî ku endamê DBP PM’ê bû di bodruma Cizîrê de winda kir got: “Mehmet, Pakîze, Ferîde naqedin. Nekarin me biqedînin. Yek kesek jî bimîne wê têkoşîn bidome. Koza me jî bimîne wê vê dewletê bişewitîne. Li dijî zilma dewletê kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim divê têbikoşe.”
Hanim Yavuzelê dema ku kurê wê Mehmet Yavuzel di bodrumê de birîndar bû, hewar û qêrîn dikir. Hanimê di telefona dawî ya bi kurê xwe de digot ‘Kurê min ezê bêm ezê bêm we derxînim, ez we bigirim pişta xwe û derxînim.”
Hanim Yavuzelê diyar kir ku ji hemû keç û xortên ketin bin axê re got ‘rêya we rêya me ye’ û silavên xwe şandin. Hanimê bi germahiya meha Îlonê ya Rihayê, di ruyê xwe de zivistana Cizîrê hilda û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Mehmet têkoşîna xwe û êşeke mezin hişt. Dema bi şev radibim û difikirim ku tine, ez nekarim li malê bisekinim. Ez dixwazim biçim Cizîrê. Ez dibêjim qey biçim wê bodrumê wê Mehmet bibînim. Êşa wî pir mezine lê ez li dijî sekna wî rêzdarim. Ger hinek hêza min mabe jî ez wê ji têkoşîna Mehmet digirim. Ez ji baweriya wî digirim. Dema di bodrumê de bû got ‘dayê rabe ti jî ligel dayikê aştiyê cih bigire’. Mehmet niha tine, lê rêya wî ya mine. Pakîze, Mehmet, Îslam, Sêvê hemû zarokên minin. Ezê ji bo hemûyan têbikoşim.
‘Ez ji kulîlkên ser gora wî bîhna wî digirim’
Dema mirov mirişkekê jî serjê dikin kezeba mirovan dişewite. Lê wan ewladên me j ime girtin. Ji ber ew ne mirovin, dehbane. Yên mirov dikarin mirovan zindî zindî bişewitînin? Bi sedan kes şewitandin. Me hestiyên zarokên xwe berhev kirin. Xwezî her kesê ji xwe re digotin em mirovin rabûna ser piyan. Belkî îro zarokên me bijiyana. Ez jibîr nakim heta mirinê. Êşa min mezine. Wek roja ewil.min her aliyê xwe bi wêneyên Mehmet tije kiriye. Li min dinêre deng nade. Ez diçim ser gora wî, gazî dikim, bersiv nade. Tenê dema ba li kulîlkên ser gora wî dide, bîhna Mehmet tê.”
‘Bi hev re çûn mirinê’
Mehmet têkoşîn ji birayê xwe girtibû. Di 15 saliya xwe de ket nava têkoşînê. Dibistana berda. Hem ji bo jiyana xwe bidomîne dixebitî hem jî ji bo azadiya xwe têdikoşiya. Di 16 saliya xwe de dersên muzîk û folklorê digirt. Rojekê got ‘dayê bê xwepêşandana me heye’.Ez çûm. Dema direqisî li min dinêrt û dikeniya. Tevlîhev kir lîstik. Ew ti car ji pêş çavê min naçe. Ez carna diçim navenda çandê. Tê ber çavê min. Ez dibêjim qey wê Mehmet niha derkeve bilîze. Têkoşîna Mehmet wisa dest pê kir. Piştre çend caran hat binçavkirin. Ji ber biçûk hat berdan. Di 18 saliya xwe de hat girtin. Du salan li Mêrdînê di girtîgehê de ma. Bi Mehmet Tunç re diman. Mehmet Tunç wek zarokê xwe jê hez dikir. Ji hev veneqetiyan, bi hev re mirin.”
‘Mehmet, Pakîze, Ferîde naqedin’
Hanimê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo endamtiya DBP’ê hat hilbijartin. Beriya cejnê bû. ji malê derket. Min wisa li pey mêze kir. Min got ‘Mehmet ti min neşewitînî.’ Li min mêze kir û keniya, nîşaneya serkeftinê kir. Di telefonê de min got kurê min ji wir derkeve. Got ‘dayê ez dernakevim. Hevalên me birîndarin. Zarokek 12 salî heye dibêje j imin re avê bîne. Zarok li vir hene. Xwendekar hene. Ez nekarim bihêlim bêm.’ Lê dewletê bawer nekir. Tevî ku wêneyên wan şandin, jî bawer nekirin. Ev dewlet zalime, wek Saddam, wek Kaddafî. Mehmet, Pakîze, Ferîde naqedin. Yek kesek jî bimîne wê têbikoşe.
Ji kenê kurê min tirsiyan
Ji fikr, îrade, berçavk, pênûs û kenê kurê min tirsiyan. Bê çek bûn. Ji bilî îradeya wan ti ewlehiya wan tinebû. Mafê kirina siyasetê di pirtûka wan de hebû. Wan jî mafê xwe bikardianî. Ji bo zarok nemirin… tenê siyaset dikirin. Ji bo îrade û zimanê xwe têdikoşiyan. Ne tenê dewletê, yên deng dan dewletê zarokên me kuştin. Lê roj wê bê, dewra biguhere. Her kes tiştên ku dibin sedem wê hesabê wê bide. Ji ber wê ez dibêjim ji Mehmet re ‘Bila çavê de li dû nemîne kurê min, ez her tim di rêya te de me.’ Em Kurd nebin yek emê her tim di bodruman de bên şewitandin.”
(hu)