Ronahî û lêgera heqîqetê ‘Leyla Rizgar’
Portreler
Zeynep Durgut-Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Di encama êrîşa ku di 16 Tebaxê de hêzên Esed li Hesekê pêk anîn de Şervana YPJ’ê Axîn Oncel (Leyla Rizgar) bû cangoriya Kurdistanê û jiyana xwe ji dest da. Axîn di temenê xwe yê bîçûk de li hemberî pergala desthilatdar têdikoşiya. Dayika Axînê Husnugulê diyar kir ku Axînê kêfxweşiya xwe jî û tengasiyên xwe jî bi sûrên Amedê re parve dikirin û got ku Arînê di roja xwe ya dawî de bîranina xwe ya dawî nemir kir.
Şervana YPJ’ê Axîn Oncel (Leyla Rizgar) di 29’ê meha çilyê ya 1996’an de li Amedê hat dinê û li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê gava ku hêzên Esed êrîşî bajarê Hesekê kirin, di encamê şer de jiyana xwe ji dest da. Axîn di temenê xwe yê bîçûk de bûbû şopdara heqîqetê. Axînê gava ku dibistana navîn xilas dike ji ber ku di destûrnameya ji dibistanê digire navê wê di bedêla Axîn de ‘Ağin’ tê nîvîsandin hêrs dibe û pitî ku vî navê xwe yê ne rast hatiye nivîsandin ji belgeye dibe û yê rast Axîn dinivîsîne bi vê hêrsa xwe dest bi têkoşînê dike û li hemberî pergala ku yek ziman ferz dike serê xwe radike. Axîn piştî vê bûyerê her çend ku li dibistanê serkeftiye jî dest ji dibistanê berdide û di meha Avrêla 2014’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe. Axînê piştî ku demek dirêj di nav xebatên ciwanan de cih digire, bi hevalek xwe re tevlî PKK’ê dibe û navê hevala xwe ya ku bihevre tevlî têkoşînê bûne yê ‘Leyla ‘ digire. Her wiha Axînê li hemberî hovitiya DAIŞ’ê jî bêdeng namîne, tevlî refên YPJ’ê dibe û di temenê xwe yê bîçûk de dibe lehenga Kurdistanê.
‘Qedexeya li ser zimanê dayikê qebûl nekir’
Ji malbata Axînê ya ku piştî hilwQeşandina gundan ya salên 1990’î ji ber ku cerdevqanî qebûl nekir hat koçberkirin û koçî navenda Amedê kir, dayika wê Husnîgul Oncel der barê têkoşîna keça xwe de axivî wiha got: “Axînê tovên heqîqetê li Kurdistanê şîn kirin û tevlî kerwanê şehîdan bû. Axîna min her tim dipirsî. Gava ku bersîveke rast nedigirt jî diçû li ser lêkolîn dikir û bersiva pirsa xwe dît. Keça min her tim li hemberî bêmafiyê têkoşîn dida. Hêrsbûyina Axînê ya herî mezin jî li hemberî zilma li ser gelê kurd û qedexekirina zimanê dayikê bû. Min dizanibû ku Axîn dê rojekê biçe. Lê min nedizanî ku dêd evqas zû tevli têkoşînê bibe. Axîn her tim di nav xebatan de bû. Min jê re digot’Temenê te bîçûk e tu çima tiştên ji xwe mezintir dikî’ bersiva wê jî ev bû ‘ Dayê dibe temenê min biçûk be lê mejîyê min mezine’ digot.”
‘Hemû dayikên dilşewat dayikên minin’
Dayika Axînê Husnugulê da zanîn ku Axînê gava ku di xebatan de cih digirt her tim ji aliyê hêzên dewletê ve dihat şopandin û wiha berdewam kir:”Keça min her tim dihat şopandin. Polîsan her tim ji min re digot ‘ Xwedî li keça xwe derbikeve ew riya ku dişopîne ne rê ye’.digotin. Piştî ku keça min zext û êrîşên wan dîtin çû sûrên Amedê, li wir hêrsa xwe ya li hemberî dijmin vala kir pişt re jî tevli gerîla bû. Keça min digot hemû dayikên dilşewat dayikên minin”
‘Gava keça min hat ez ê li rûyê dijmin mêze bikim û bilîlînim’
Husnugul da xuya kirin ku, piştî ku Axîn derbasî rojavayê Kurdistanê bû carekê li wan geriyaye û wiha pê de çû;”Dema ku ez li Axîna xwe digeriyam her tim bi kelecanek mezin moral dida min û bi rastî jî her tim dengê wê yê bi ken dihat min. Lê rojekê di telefonê de ji min re got ‘ Dayê ger ez şehît ketim negirî û dijmin bi hêstên xwe kêfxweş neke û daxwazekemin a din jî ji te ew e ku dema ez şehî ketim min li goristana Yênî şehîra Amedê li cem hevalên min defin bikin û li wir negirî li rûyê dijmin mêze bike û 3 caran bilîlîne. Ji ber ku daxwaza Axîna min ev bû ez ê vê daxwaziya keça xwe bînim cih. keça min li Rojava yê hatiye definkirin lê ez ê wê bînim li definbikim û li rûyê dijmin mêze bikim û 3 caran bilîlînim. ”
(mk)