Jînda Ronahî di şoreşa azadiyê de çirûska hêviyê ye
Portreler
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR- Çirûska hêviyê Naîle Yûsif (Jînda Ronahî) piştî salên dirêj yên li çiyayên Kurdistanê, li Rojava di berxwedaniya li hember çeteyên El Nusra de li gundê Qestel Cindo jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya salvegera bîranîna wê malbat nirxandin kirin.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Naîle Yûsif (Jînda Ronahî) di sala 1980'an de li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê ji dayik bûye. Jînda di temenek bi çûk de li hember pergala rejîma Baasê serî hildide û xwe hînê zimanê dayikê dike û ligel vê zarokan jî perwerde dike. Jîndayê ku ji zaroktiyê xwe ve hestên welatparêziyê mezin dijî, bi destpêkirina komploya navnetewayî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryarê tevlîbûna tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Jinda li çiyayên Kurdistanê wateya jiyanê û xeyalê dike yek û di nava têkoşînê de salên dirêj ber xwe dide. Bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê re, di sala 2011'an de Jînda berê xwe dide Rojava û li bajarê Amûdê, kantonên Kobanê û Efrînê xebatê rêxistinbûnê dide meşandin. Jînda herî dawî li gundê Qestel Cindo ya navçeya Şêrewayaya Efrînê di encama berxwedana li hember çeteyên El Nûsra di 6'ê cotmeha 2013'an de jiyana xwe ji dest da. Bi mebesta rojê malbata Jîndayê qala kesayet û berxwedana wê ya li hember pergala desthilatdariyê kir û bi bîr anîn.
'Jînda li hember mamosteyê xwe xwendekaran bi rêxistin kir'
Dayika Jîndayê Hemdiye Kotê diyar kir ku Jînda ji zaroktiya xwe ve xeyalên wê mezin bûn û wiha got: "Derdora xwe bandor dikir, perwerde dikir. Hevalên wê yên dibistanê li derdora wê kom dibûn. Kesek jê aciz nedibû, ji aliyê herkes ve dihat heskirin. Berî ku berê xwe bide çiyêyên Kurdistanê hevalên xwe tev bi rêxistin dikir. Hewla her kes girtina nava kare. Hevalên xwe yên dibistanê jî di aliyê welatparêziyê de perwerde dikir. Girîngiya zimanê dayikê dianî ziman. Di refa 7'an de bû ku mamosteyeke wê civîn çêdike û nahêle xwendekarên kurd tevlî bibin. Jînda vê qebûl nake û di dilê wê de hêrseke mezin çêbû. Ji min re got 'ez dixwazim li beramberî vê tişteke mezin bikim. Ez ê hevalên xwe hemûyan fêr bikim ku li dijî vê derkevin.' Xebatên siyasî û rêxistinî dikir. Piştî ji dibistanê vedigerî jî li nav zarokên cîran ew fêrî zimanê kurdî dikir."
'Jînda di riya felsefeya Rêber Apo de meşiya'
Hemdiyeyê da zanîn ku Jînda piştî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî tevgera azadiyê bûye û wiha got: "Dema komplo destpêkir, biryar da tevlî bibe. Hin hevalên wê jî tevlî bûn. Rojekê hat û xatir xwest derbasî çiyayên Kurdistanê bû. 13 salan li çiyayê Kurdistanê ma. Bi şoreşê re derbasî Rojava bû, bi hêz û hezkirineke mezin hate Rojava. Bi qasî derfetan xebat meşand. Li her sê Kantonan jî kar kir. Min sozek daye heya ez karibim ez ê çekê wê li erdê nehêlim. Xeyal û jiyana Jîndayê hev temam dikirin. Jînda di rêya felsefeya Rêber Apo de meşiya, rêya şehîdan dewam kir. Ev têkoşîn li ser xwîna şehîdan mezin bûye û gihîştiye vê astê. Jînda jî gihîşt karwana şehîdan."
'Bi sedan şervanên YPJ-YPG perwerde kir'
Dotmama Jîndayê Çinar Kûtê jî anî ziman ku Jînda ji zarokatiya xwe ve gelek jîr bû û wiha axivî: "Di refa 9'an dest ji dibistanê berda û dest bi xebata siyasî kir. Di nav bajêr de ji bo gel civîn çêdikir, alîkarî kom dikir. Tim dixwest xwe pêş bixîne. Fêrî xwendina bi zimanê kurdî jî bibû û perwerde dida zarokan. Di sala 1998'an de tevlî PKK'ê bû. Salekê li bajarê Dirbêsiyê xebata rêxistinkirinê dimeşand. 13 salan li çiya ma û bi destpêkirina şoreşa Rojava re vegeriya û li vir têkoşîna xwe domand. Wê demê hîna bandora rejîmê hebû, em bi veşartî tev digeriyan. Bi veşartî em çûn dîtina Jînda. Em ji kêfxweşiyê giriyan. Salekê li Kantona Kobanê ma û di xebatê şoreşê de cih girt. Paşê derbasê Amûdê bû li wir xebatên Akademiya leşkerî de cih girt. Bi sedan şervên YPJ-YPG perwerde kir. Paşê çû Efrînê û di êrîşeke çeteyên El Nûsra de li gundê Qestel Cindo ya Navçeya Şêrewa di sala 2013'an şehîd bû."
Serê me bi berxwedaniya Jînda bilinde'
Xwişka Jîndayê Raperîn Yûsif jî bi lêv kir ku ew bi xeyalê dîtina Jîndayê jiyan kiriye û wiha got: "Min li wêneyên wê dinêrî û ew xeyal dikir. Her tim malbatê behsa Jînda dikirin. Ew nedihat bîra min. Cara yekem ku min di 18 saliya xwe de ew dît, hatibû serdana malbatê. Ez pir pê re hatim girêdan, ji ber ku şêwazê wê yê jiyanê pir xweş bû. Herkes pê ve dihate girêdan. Wê di dilê min de hêz, bawerî û hêvî ava kir. Min dixwest demek dirêj pê re bimîn in, lê nebû. beriya biçe Kantona Efrînê xatir ji me xwest û ji got ku dê dubare serdana me bike. Heya ku li Efrînê şehîd bû, me jê nema agahî girt. Serê me bi berxwedaniya Jînda bilind e. Em ê bi bawerî û hêviya ku wê di dilê me de çandiye, azadiya Rêber Apo bibînin û sîstema xwe ya demokratîk ava bikin."
'Jînda ji bo min pênûsek kirî'
Birayê Jînda Azad Yûsif da zanîn ku ew 9 zarokin li malê û got ku dema Jînda çûye çiyayên Kurdistanê ew zarokbû û wiha berdewam kir: "Ez pê re çûm sûkê û ji min re pênûsek kirî û got 'divê tu xwedî li vê pênûsê derkeve.' Wê demê min tam wate neda. Lê ez niha fêm dikim ku xwedîderketin li pênûsê tê wateya ku xwe di aliyê zanyarî de pêş bixime."
(en/rc)