Fermandar, wêjevan û sembola berxwedana jinên Kobanê: Şîlan Kobanê

Portreler
Mijdar 28 / 2016


 

 
KOBANÊ - Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) pêşenga têkoşîna azadiyê, fermandar û di heman demê de wêjevanek jin bû. Di sala 1971'an de li Kobanê hatiye dinê û di 29'ê mijdara 2004'an de tevî  4 hevalên xwe li bajarê Mûsilê di encamê sûiqastek de tên qetilkirin. Şîlan bi gotina "Jinek Kobanê jî dikare azad bibe, ez dixwazim vê seknê bi biryarbûna xwe nîşan bidim" ji tevahî jinan re bûye riya ronahiyê û azadiyê.
 
Sembola berxwedana jinên Kobanê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) di sala 1971'an de li gundê Kor ya ku 25 km. dikeve rojavayê bajarê Kobanê ji dayîk bûye û di nava malbatek ku ji 9 zarokan pêk tê jiyaye. Ji ber rewşa abori ya malbatê, Şîlan di temena xwe ya biçûk de neçar dimîne tevî malbata xwe koçî bajarê Helebê bikin. Di sala 1988'an de tevlî tevgera azadiyê dibe û 17'e sal bê navber bi rihek fedayîne têkoşîn kir û di 29'ê mijdara 2004'an de tevî  4 hevalên xwe li bajarê Mûsilê di encamê sûiqastek de tên qetilkirin. Şîlan di nava şer û jiyanê de girêdanbûna xwe nîşan da. Her wiha bi baweriya serkeftinê di qadên şer de bi aweyek çalak cih girtiye û ji bo pêşxistina zihniyeta parastinê pêşengî kiriye. Şîlanê bi sekna xwe ya çalak dîrokek ya berxwedanê ji bo jinan neqişand û di nivîsên xwe de gotibû: "Jinek Kobanê jî dikare azad bibe, ez dixwazim vê seknê bi biryarbûna xwe nîşan bidim." Îro dilê bi hezaran jinên ciwan yên Kobanê bi nav û têkoşîna Şîlanê lêdide.
 
'Şîlan li hember mamosteyên xwe serî hilda bû'
 
Dayika Şîlan Kobanê Fatma Hebeş diyar kir ku keça wê di her qadê jiyanê de serkeftî bû û wiha got: "Di dibistan û tevahî karên xwe de serkeftî bû. Şîlan di neh mehiya xwe de meşiya û di yek saliya xwe de dest bi axaftinê kiribû. Şîlan li hember pergalê di temenek biçûk de serî hildabû. Ji ber tevî hevalên xwe çûbûn cejna Newrozê, ji aliyê mamosteyê xwe ve hatibûn ceza kirin. Lê Şîlan serî hilda û vê yekê qebûl nekir. Li ser vê yekê mamoste gazî bavê wê kiribûn."
 
Fatmayê da zanîn ku Şîlan di sala 1988'an de tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bûye û wiha domand: "Wê demê apê Şîlanê komek heval ji Libnanê anîn mala me. Şîlanê jî fikir û felsefeya wan dît û bi wan ve hat girêdan. Wan hevalan jî pirtûkên kurdî jê re tanîn. Dûvre Şîlan ji bo piştgiriyê ji zarokan re pere dabû hev. Ji ber pere kêm bû şerm dikir bide hevalan, dabû bavê xwe da ku bide hevalan."
 
'Me Şîlan we hevalek xwe didît'
 
Fatmayê anî ziman ku berî Şîlan tevlî bibe cihê xwe di nava komê ciwanan de girtiye û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî ku Şîlan tevlî rêxistinê bû, xebatê siyasî da meşandin. Em jî li kêleka wê sekinîn û me piştgirî da wê. Tevî temenê xwe yê biçuk jî tevgerê wê gelek di cih de bû. Me Şîlan wek hevaleke xwe didît."
 
'Şîlan û hevalên wê bi destê xayînan hatin qetilkirin'
 
Fatmayê bi lêv kir ku piştî tevlîbûnê Şîlanê carek bi telefonê lige wan axiviye û wih dirêjî da gotina xwe: "Got ez têm Sûriyê. Rewş wê demê ne başbû. Rejîm li her der hebû. Piştî wê bi du rojan Şîlan hat Kobanê. Lê piştî wê bi demekê Şîlan ji ber ku rêjîm lê digeriya ji xaka Sûriyê derket û berê xwe da Îraqê. Li bajarê Mûsilê yê Îraqê dima. Piştî sê mehan me bihîst bi destê xayîınan tevî hevalên xwe hatine qetilkirin."
 
'Li şûna Şîlan bi sedan Şîlan niha hene'
 
Fatmayê di dawiyê de jî wiha axivî: "Me xwest ku em cenazeyê keça xwe Şîlanê li Kobanê veşêrin. Lê dewleta Sûriyê nehişt û ev yek qebûl nekir. Rêjîma Baas nehişt ku em merasîman jî lidar bixin. Ji ber wê li bajarê Mûsilê xwişka wê Qudret oxir kir. Li şûna Şîlana Kobanê bi sedan Şîlan niha hene. Ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim."