Kevoka Serêkaniyê Bêrîtan..
Portreler
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANİYE - Şervana YPJ'ê Bêrîtan Hemo (Tekoşîn Welat) ya di şerê Rawiya de jiyana xwe ji dest dabû li Serêkanî dayik û xwîşka wê behsa jiyana wê û tevlîbûna wê kirin.
Di sala 2013'an de dema çeteyên DAÎŞ'ê ketin bajarê Serêkanî gelek jin tevlî refên YPJ'ê bûn. Bêrîtan Hemo (Tekoşîn Welat) jî di heman demê de tevlî berxwedanê bû. Bêrîtan di 18 Pûşber 1997'an de li Serêkanî hate dinê û li vir mezin bû, li vir çû dibistanê. Bêrîtan dema hê di dibistanê de dixwend Tevgera Azadiya Kurd naskir û piştre tevlî refên YPJ'ê bû. Bêrîtan piştî perwerdeya çek girt hezkirina wê ya hember tevgerê jî mezin bû. Raste rast nikarîbû ji dayika xwe re daxwaza xwe ya tevlîbûna YPJ'ê bêje lê bi navbeyinkariya hevalên xwe piştî tevlîbûnê dayika xwe îqna kir.
'Ji êrîşên çeteyan bi bandor bû û biryar da'
Sebîha Hemo ya dayika şervana YPJ'ê Bêrîtanê ye anî ziman ku Bêrîtan biçûka mala wê bûye û wiha axivî: '' Dema çete êrîşî Serêkanî kirin keçika min pir bi bandor bû. Wê şevê keçika min rabû xwe amade kir û piştre tevlî refên YPJ'ê bû.''
Sebîha bilêv kir ku keçîka wê dema tevlî YPJ'ê bûye hevalên xwe şandine û helalî ji wê xwestiye. Sebîha diyar kir ku ji ber keçika xwe bi destê xwe teslîmî YPJ'ê nekiriye pir bi xemgîn bûye û axaftina xwe wiha domand: '' Bêrîtan li Serêkanî di eniya şer de heta şehîd ket li ber xwe da.'' Bêrîtan di şerê Keşto de dikeve destê çeteyan û 13 rojan dil tê girtin. Rastî îşkenceyan tê. Çete ji wê soz dixwaze ku carek din çek negre destê xwe û li ser vê Bêrîtan, ji bo ji destê çeteyan xilas bibe gotina wan qebûl dike. Bêrîtan piştre bi operasyona hêzên YPG/YPJ tê rizgarkirin. Bêrîtan, dema hevalên wê çeka wê dirêjî wê dikin ew jî bi heneka bersiva wan dide û dibêje ' Min soz daye çeteyan ez êdî çek negrim destê xwe'
'Wan nikarîbûn hêz û baweriya min bişikînin'
Dayika Sebîha diyar kir ku Bêrîtan li hember hemû îşkenceyên çeteyan ber xwe daye û gotiye: ''Wan çi dikir nikarîbûn hêz û baweriya min bişikînin'' Sebîha da zanîn ku Bêrîtan berî jiyana xwe ji dest bide jê re gotiye: '' Dayê me kelehek çêkiriye, tû jî were ba me û ji me re ji xwarinên xwe çêbike'' Sebîha axaftina xwe wiha domand: '' Dîlê hemû dayîka ji ber vî şerî diêşe lê em bi şehîdên xwe serbilindin û em ê di riya şehîdên Kurdîstanê de bimeşin.''
'Bêrîtan wek kevok dihat binav kirin'
Seal Hemo ya xwîşka Bêrîtanê ye axivî û da zanîn ku bi temenê xwe ji Bêrîtan mezin e lê Bêrîtan bi fikr û mijûlayî de hê pêşketir bûye û wiha berdewam kir: ''Bêrîtan li malê pir dihat hezkirin. Me jê re digot 'kevok' ji me re daxwaza xwe ya tevlîbûna YPJ'ê nedigot, lê her tim nerazîbûna xwe ya jiyanê dianî ziman herî dawî jî tevlî YPJ'ê bû û dev ji jiyana xwe berda.''
(rb/ch)