Piştî Melekê...

Portreler
Tîrmeh 28 / 2015


 
Ceren Karlıdag/ JINHA
 
İZMİR - Melek Erkek (Hîvda Avareş) a YPJ yî rojekê rabû serê xwişka xwe ya biçuk şeh kir û ket rê. Dayîka Melek ya ku di berxwedana Kobanê ya weke "Parêzvanê vîna mirovahiyê" tê zanîn û li wê jiyana xwe ji dest dayî behsa wê kir.
 
Melek Erkek (Hîvda Avareş) a YPJ yî di sala 2008'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye. Di 26'ê Pûşberê de li gundê Şêxler yê Kobanê di berxwedana li hember çeteyên DAİŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Melek Nurhan Erkek weke keça wê wesiyet kirî ew bi tilîliyan sipart axê. Nurhan diyar kir ku keça wê Melek di sala 1987'an de li Amedê hatiye dinê, ew zarokek gelek jir bûye. Nurhan da zanîn ku di heman demê de keça wê bi nexweşiyan re mezin bûye û got: "Heya du saliyê her dem nexweş û gelek lawaz bû." Nurhan destnîşan kir ku keça wê Melek hê du salî bûye wan koçî Mêrsînê kirine û zehmetiyên koçberiyê wiha rave kir: "Her kes dizane Kurdan çiqas êş kişandine. Dema ku em hatin Mêrsînê min gelek êş kişand." Nurhan anî ziman ku di nava wan hemû zordariyan de kedek mezin ya Melek ji bo xwişk û birayên wê çêbûye.
 
Nurhan derbirî ku Melek hê 11 salî bû dewletê mamê wê qetil kir û cenazeyê wî jî neda û wiha axivî "Li Mêrsînê têkoşîn gelek bi êş derbas dibû." Nurhan diyar kir ku di wan salan de hem hejarî û hem jî tûndiya dewletê wan gelek zorî kişandiye.
 
'Melek parveker û parêzvan bû...' 
 
Nurhan da zanîn ku Melek ji bo alikarî dayîna malbata xwe kedek mezin dida û wiha domand: "Dema ku keça min a biçuk hat dinê hevserê min girtin û birin. Paşê em hatin Îzmîrê. Li vê derê kesên Kurdî bipeyîvin tûne bûn. Em di malekî inşeat de diman. Yek ji keçên min nexweş ket. Em mehekê di nexweşxanê de man. Melek li xwişk û birayên xwe dinêrî. Li hember xwişk û birayên xwe gelek parêzvan bû. Yek liva hêkê çêkiribana bi hemûyan dida xwarin. Gelek kedkar û parveker bû. Heta 16 saliya  xwe her dem di malê de bû. Xwendin û nivîsîna wê nebû, dema ku xwişk û birayên wê diçun dibistanê ew jî bi wan re hîn bû."
 
'Hin  kesên din ba dê nexwesta keça wan biçe'
 
Nurhan destnîşan kir ku Melek dema gihişt 20 saliya xwe biryara tevlîbûna nava tekoşînê girt  û wiha berdewam kir: "Mala me du ode û salonek bû. Xebatkarên partiyê her dem dihatin mala me. Li gel mala me biçuk û qerebalix bû jî ez û Melek qet aciz nedibûn. Dixwest min ji xwe bide sar kirin. Min çuna wê his dikir. Du sê caran min dît pirtûk dixwend. Ew pirtûk girêdayî şertên jiyana gerila bûn. Ji xwe min di xewna xwe de jî didît." Nurhan anî ziman ku berî Melek tevlî nava tekoşînê bibe mamê xwe yê şehîd di xewna xwe de dît û wiha dom kir: "Hate gel me û got: 'Hunê gelek şa bibin. Min mamê xwe di xewna xwe de dît.' Piştî hefteyekê keça min weke mertalên zindî xwest biçe Şirnexê. Dema ku çu ji bo min negot bi xatirê te. Hindirê min şewitî. Paşê li gel hevalek xwe hat malê. Hina jî min çuna wê hîs dikir. Heger ew keça hin  kesên din baa dê nexwestibana biçe. Min nedixwest, lê wê ewqas dixwest ji ber wê min dengê xwe dernexist."
 
'Ez bi keça xwe serbilindim'
 
Nurhan derbirî ku berî Melek biçe serê xwişka xwe Hêlîn şe kir û wiha pê de çu: "Ji bo ku ez çuna wê nebînim, min hewil da biçim mala xizmên me, lê ew hat gel min, ez hembêz û maç kirim. Di nava vê tekoşînê de dema ku malbatek welatparêz bû divê zarokek wan tevlî bibe. Melek piştî salan nameyek şand. Ji xwe di giyana wê de hestiyarî hebû. Ewqas nameya xwe xweşik nivîsîbû, ez bi keça xwe serbilind bûm. Hina jî wê nameyê diveşêrim."
 
'Li ser zarokan keda wê gelek heye, bila mafê xwe helal bike'
 
Nurhan bilêv kir ku berî Melek şehid bikeve hefteyekê li gel wê bi telefonê peyîviye û wiha dom kir: "Ji kêfan em hemû giriyan. Min ji bo wê got; 'Ser zarokan gelek keda te heye. Mafê xwe helal bike.' Belê cihê ku agir pê ket dê bişewite. Lê dilê min ji bo zarokên li wê şer dikin lê dide. Kê ev DAIŞ derxist serê me? Çima her dem Kurd tên perçiqandin? Du cîranên me yên deng didin AKP'ê hatin taziya Melek. Min ji bo wan hestên xwe vegot. Wan jî diyar kirin ku dema carek din hilbijartin bê kirin dê dengê xwe nedin AKP ya hevkarê DAIŞ'ê ye. Bila kes li gel Recep Tayyip Erdogan ê ku biryarên hewqas çewt  dide nesekinin."
 
(zt/ch)