Bedriye Akti: Li gundê xwe şoreş pêk anî
Portreler
Medya Cebe - Nişmiye Guler /JINHA
WAN - Gerîllaya YJA Starê Bedriye Aktî (Roza Garzan) li hember polîtîkayên dewletê a asîmlekirinê derket û berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Bedriye di 13'ê Tebaxa 2012'an de li navçeya Lîcê ya Amedê de di encama pêvçûna bi leşkerên tirk re jiyana xwe ji dest da. Dayîka Roza Garzan Besriye Aktî anî ziman ku Roza di gunde pêşengiya ciwanan dikir û got: "Dema ku keça min tevlî gerîlla bû gelek ciwan jê bandor bûn û ew jî tevlîbûn."
Gerîllaya YJA Starê Bedriye Aktî (Roza Garzan) di encamê pêvçûnek li navçeya Lîcaya Amedê de jiyana xwe ji dest da. Roza di sala 1995'an de li gundê Xurutîs a navçeya Westana Wanê hatiye dinê. Roza Garzan di 15'e saliya xwede berê xwe dide çiya û bi bêrîkirina xwe ya mezin du sal şûn ve di 13'ê Tebaxa 2012'an de di encamê pêvçûnek de jiyana xwe ji dest dide.
15'e salî tevlî gerîlla dibe û di 17'e salî de jî şehîd dikeve
Dayîka Roza Garzan behsa jiyana keça xwe kir û anî ziman ku Roza ji ber tundiya dewleta Tirkiyê ew neçû dibistanê. Besriye got: "Ji ber tundiya leşkerên tirk a li gund keça min bertek nîşan da û berê xwe da çiyê. Pêşengiya hemû ciwanên gund ew dikir. Hîna ew 15'e salî bû gerîlla. Hemû bêrîkirinê xwe di du salan de hilanî û di 17'e saliya xwede şehîd ket."
'Ji bo pêşeroja gelekî çû şer'
Dayîka Basriye behsa çûyîna keça xwe Roza Garzan kir û wiha got: "Keça min herdem behsa gerîllayan dikir û digot ezê tevlî wan bibim. Ez jî wek dayîkek ku ji welat hezdikim li dijî çûyîna wê derneketim. Bi hezaran ciwan di wê dozêde têkoşîn didan û şehîd diketin. Ferqa wê ji wan ciwanan tûnebûn. Ji ber wê min jêre got biçe û riya te vekirî be. Ji xwe dema ku keça min dixwest biçe ji min re got 'dayê ezê biçim lê naxwezim tu xemgîn bibî. Ez tevlî gerîlla bibim wê feydeyek mezin bide gelê min. Ez dixwezim serê we bilind bikim. Ji ber vê ezê şervanek bi cesaret û serkefî bibim'. Keça min dema bi rêket gelek kêfxweşbû ku ewê têkoşîn ji bo gelê xwe bide û ev yek coş dida wê."
'Çavê min her li televîzyonê bû ku wê bibînim'
Besriye da zanîn ku keça wê berî tevlî gerîlla bibe xebatên gel bi rêvedibir û wiha pêde çû: "Bêy agahiya me diçû xebat dida meşandin. Hem xebatê mal re mijûl dibû hem jî xebatê gel dikir. Keça min di jiyana xwe û xebata xwede gelek bi serkeftî bû. Ez bawerim ku dema ew çûbû çiyê disan bi wê coşê tevlîbûye û bi serkeftî bûye. Piştî çûyîna wê a çiyê, çavê min her li televîzyonê bû ku wê bibînim. Her min nûçe dişopand. Du sal li çiyê ma min qet agahî jê negirt."
Roza wek çîrokan li gund tê ser ziman
Besriye diyar kir ku berî Roza kes ji gund tevlî gerîlla nebibû, lê bi tevlîbûna keça wê re gelek ciwan berê xwe dan çiyê û wiha domkir: "Keça min bi tevlîbûna xwe ve pêşengî ji bo ciwanên gund û xizmên xwe kir. Piştî Roza 7 ciwan ji gund beşdarî refên PKK'ê bûn. Roza berî ku şoreş li Kurdistanê pêkbîne li gundê xwe şoreş pêk anîbû. Ji ber vê yekê hemû welatiyên gund me bi saya keça me nasdike û rêzê nîşan didin. Roza wek çîrokan li gund tê ser ziman."
'Pêwîste êdî rondikê dayîkan nerje'
Besriye got ku ew piştî sê sal li ser şehadeta Roza borî bû agahî girt. Besriye anî ziman ku kurê wê jî vê demê de leşkeriyê dike û agahiya wî ji şehadeta Roza tune ye. Besriye wiha dawî li gotina xwe anî: "Herdem yê ku tê kuştin emin. Ji ber vê yekê ji bo aştiyê tiştê ku ji dest me tê pêwîste em bikin. Pêwîste êdî rondikê dayîkan nerje. Em êdî nikarin van êşan rakin."
(rc)