Çavê Bûşra yên şîn wê hêviyan her zindî bigre...
Portreler
Dîlan Karamanoglu /JINHA
STENBOL - Îro rojbûna xwendekara Zanîngeha Stenbolê Bûşra Mete ya ku di qetilama Pîrsûsê de jiyana xwe ji dest daye ye. Eger bi destê hêzên tarî ne hatiba qetilkirin îro wê ketiba temenê xwe yê 22 salî. Bûşra wê dîsan bi çavên xwe yên şîn meydanê bixîne û mizgîniya hêviyan bide me.
Bûşera Mete yek ji ciwanên ku di qetilama Pîrsûsê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Bi kenê xwe yê gerim ku ji çavê wê dibiriqe, di dilê mede cihek mezin girt. Hevalên wê wiha behsa wê dikirin û min jî ew heyecana baweriyê di çavên wê de dîtin. Bûşra bi xwezayî bû. Ji dil, bi heyecan, serhişk û hêvî dida her kesî. Têkoşîna Bûşra a bi biryar hebû. Bûşera bi zanistiya jin têkoşîna xwe bilind kir û jiyana xwe domand. Dema ku ez Bûşera tînim ziman ez her dibêjim aliyek kêm maye. Niha jî wek rojnamegerk, hevalek û dostek erkê ku dikeve ser milê min nivîsek amede kirine. Bi vegotina hestên xwe ezê Bûşra bînim ziman. Di roportaj girtinê de û di nivîsê de jî gelek zehmetî dikêşim. Her dem di hişê min de heman pirs digere, ya kêm bimîne?
'Carnan dengê wan tê guhê min, rûyê wan berçavê min û bihnê wan dikim û piştre dengê min dibe rondikê çavên min, bi qasî ku nikaribim bi lêvbikim diherike û diçe"
Xebatkara Radyoya Ozgurê Duygu Bozkurt, Bûşra Mete tîne ziman. Duygu anî ziman ku di ji sala 2010 heyan 2013'an ew bi hevre di xebata SGDF'ê de cih girtine û bi lêvkir ku Bûşra û hevalên wê yên ku di qetilamê de jiyana xwe ji dest dane anîna ziman û têkoşîna wan domandin erkê wan a mirovatiyê ye. Duygu da zanîn ku li Zanîngeha Stenbolê tevî Bûşra ew di heman qadê de têkoşîn dane û wiha got: "Bûşra beşa rojnamegertiyê dixwend min jî beşa Radyo Sînema û televîzyonê dixwend. Hem têkoşîna me a li dibistanê hem jî derbarê têkoşîna rojevên civakî de em her li ba hevbûn."
Duygu anî ziman ku çavê Bûşra ya şîn her dem bi hêvî bûn û got: "Hûn ji kê pirsbikin despêkê çavê wê yên xweşik û şîn dihat bîra her kesî. Piştî ku me Bûşra winda kir kesên ku wê nasnedikrin jî kenê wê ya xweşik danîn ziman û li hember qetilam û teqînê hêrsên xwe bi lêv dikirin. Bûşra bi nasnameya jin têkoşîna xwe bê navber didomand. Ne şaşe mirov bibêje Bûşra di têkoşîna xwe ya jiyanê de gelek ser hişkbû."
'Herdem hêvî dida mirovan'
Duygu da zanîn ku Bûşra parazvanê rastiyê bû û wiha pêde çû: "Eger nêrînek Bûşra hebaya guman nedikir ku dilê xwede bigre û li kurbe fikrê xwe tanî ziman û rêyê nîqaşê vedikir. Ev yek nayê wateya ku ji guhertin û veguhertinê re girtiye. Bûşra di her warê jiyanê de serkeftî bû. Enerjiyek polîtîf dida mirovên dora xwe. Bi coşa xwe her dem moral û hêvî dida hevalên xwe."
Duygu got: "Ez nêzî du salan di xebatê Kovara Ozgur Gençlîk de xebitîm. Bûşra ji ber ku beşa rojnamegertiyê dixwend gelek car nivîs ji mera dişand. Nivîsê wê gelek başbûn hem di warê anînê ziman de hem jî pir dirêj ne dinivîsand. Bi cewherbû nivîsên wê. Nivîsê wê derbarê rojnamegerî, medyayê û derbarê nasneme û zimanê medyayê a di derbarê jin de bûn. Zanistiya xwe ya jin wiha bi nivîsan tanî ziman."
Duygu behsa dema binçavkirina xwe û Bûşra bi hevre wiha kir:
"Dîrok baş nayê bîra min lê bawerim ku di meha kanûna 2011'an de bû. Ji bo ku xwendekarên girtî bên berdan me çalakiya daliqandina panqerta li ber rêxistina navçeya AKP'ê ya Beşîktaşê pêk anî. Cara yekem bû em bi hevre dihatin binçavkirin û derketin dadgehê. Em wê pêvajoyê her li ba hevbûn. Ne tenê ji bo Kobanê û Rojava, ne tenê ji bo têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tenê, di her çalakiyên civakî de em bi hevre bûn."
'Navê Bûşra bi dildarê wê anîna ziman tê wateya ne heqî li têkoşîna wê kirin e'
Duygu piştî qetilamê Pirsûsê di medyayê de nûçeyên magazîbûnê rexnekir got, 'Wekî ku tu derbikevî nêçîra çîroka dramatîk' ciwanan her yek tiştek tanî ziman ev yek ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane û têkoşîna wan ne heqiye." Duygu got: "Navê Bûşra bi dildarê wê anîna ziman tê wateya ne heqî li têkoşîna wê kirin e. Di medyayê de nûçeyên magazînî yên we 'Di teqînê de Bûşera di Gezîde jî çavê xwe winda kir' tên belav kirin. Wek hevalek ku bi salane min pêre jiyan kiriye nêzîkatiyên bi vî aweyî li hember xwe ne dipejrand û ev yek di warê wîjdanî de min û hevalên wê ne rihet dike. Bûşra jiyana xwe bi nasnameya jin û zanistiya zayendî xemiland. Ne Bûşra dixwest wiha bi bîr were, ne jî dildarê wê nûçeyên bi vî aweyî dipejrîne."
Duygu wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ne tenê Bûşra 30 hevalên me, mirovên xweşik dayîk û bavên me xwe kirin mertal û bi aweyek hovane hatin qetilkirin. Gotina wan a 'Me bi hevre parast emê bi hevre înşa bikin' wê tû caran ji bîra me neçe. Di vê têkoşînê de em her li gel hevbûn. Di warê fîzîkî de em êdî ne li ba hevbin jî emê riya têkoşîna wan bidomînin. Berdewam kirina têkoşînê deyîna stoyê meye. Di miha Îlonê de wê kampanya çûyîna Kobanê bê despêkirin. Bi vê kampaniyê re û pêvajoya piştî wê jî emê her li gel gelê xwe ya Rojava bibin. Ew şehîdên me yên nemirin û emê heya dawî xwedî li têkoşîna wan derên."
(rc)