Di şopa Gurbetelli de rojnamegerek jin Deniz Fırat
Portreler
Şeyma Güzel/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Divê her kesê hovitiya çeteyan ya li ser gel, jin û zarokan zanibana. Bi dengê jinekê û qemereya wê... Despêkê êrîşên DAIŞ'ê ser Mexmurê Deniz Firat ji bo hemu cihanê ragihand. Deniz li xeta Gurbeteli Ersoz û rojnamegerên jin yên di oxira heqîqetê de jiyana xwe jidest dayî xwedi derket û li gel hemu jinên rojnameger şopandina nûçeyan dewam dike.
Yek ji rojnamegerên yekem car êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cîhanê re ragihandî Deniz Firat (Leyla Yildiztan) bû. Deniz weke jinek rojnameger hewilda êrîşên çeteyan û di nava wan êrîşan de dengê jinan bide bihîstin. Deniz di 8'ê Tebaxa sala 2014'an de dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser herêma Mexmurê dişopand parçeyek şerampolê hinda bedena wê hat û jiyana xwe ji dest da. Dema ku cenazeyê Deniz Firat ya ku alaya çapemeniya azad di zirveya herî bilind de hildayî dihat oxirkirin bi sedan jinên rojnameger ji wê kevneşopiyê re gotin "merhebe." Deniz ji bo hevalên li kêleka xwe bi şeref vî pîşeyî berdewam dikin bû sembolek herî mezin, ji ber wê ji her dem li kêleka xwe Gurbeteli his dikir.
Deniz di sala 1984'an de li gundê Xecêxatun yê navçeya Çaldirana Wanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Çiroka jiyana Deniz çiroka jinek di nava şer û koçberiyê dene. Weke ku dîroka jinên berxwedêrên kurdi di malbata Deniz de cewher girtiye. Ew sê xwişk, sê can, sê can heval bûn... Di heman rêyê de, bi heman baweriyê di demên cuda de jiyana xwe jidest dan. Niha bîranînên ku li peyî wan mane ji bo hemû jinên di heman rêyê de dimeşin çavkaniya ilhamê ne. Binevş, Sarya û Deniz...
Di 7 saliyê de ket ser rêya koçberiyê
Di rastiyê de çiroka Deniz bi jiyandinên diya wê re despê dike. Dayîka wê jî ji sepandinên deshilatiya mêran nesîbê xwe girtiye. Ji bo ku dozek xwînê bê rawestandin diya wê hat zewicandin. Dema ku diya wê zaroka 5'an Sarya anî dinê jiyana xwe ji dest da. Dema ku dayîka Deniz jiyana xwe jidest da wê demê Deniz 4 salî bû, di 7 saliyê de jî ket ser rêya koçberiyê. Di sala 1991'an de dema ku bi hinceta "alikariya PKK'ê kiriye" li bavê Deniz digeriyan, bavê wê her 3 xwişk girt ji navçeya Çaldirana Wanê koçî gundê Arapken ê Îranê kirin. Dema ku Deniz koçî İranê kir ne tenê xwişka xwe ya bi kevneşopiya berdeliyê hati zewicandin û birayê xwe yê di girtîgehê de bi cîh hêla; wê Çaldirana ku êdi venageritê ya ku hemû bîranînên zarokatiya wê li wêne û dayîka xwe bi cîh hêla û carekdinê venegeriya.
Di nava refên PKK'ê de mezin bû
Piştî demek kin malbata wê ji İranê derbasî İraqê bû. Ji ber zoriyên di zarokatiyê de jiyankirî bi wê re binhişiyek li hember bêmafiyê avakiribû. Bavê wê ji bêçaretiyê zarokên xwe teslîmî PKK ya ku herî pê baweri dikir dike. Dema ku PKK'ê ji wan re himbêza xwe ji bo wan vekirî û ji bo wan dayîktî kirî hîna Deniz 9-10 salî, xwişka wê Ayfer (Binevş) 13-14 salî û xwişka wê Şukran (Sarya) jî 6-7 salî bûye.
Despêkê Binevş û paşê jî Sarya winda kir
Xwişka Deniz Binevş weke jina yekem Doçka xebitandî derbasî dîrokê bûye. Di sala 1997'an de Binevş di şerê Zapê de jiyana xwe jidest da. Piştî 2 salan di 8'ê Tebaxa sala 1999'an de di şerek li herêma Metînan de vêcarê Deniz xwişka xwe ya biçuk Sarya jî winda kir. Di wê pêvajoyê de xwişka Deniz Horya tevlî dibe û navê xwişka xwe ya mezin Binevş li xwe dike.
Deniza ku di nava refên PKK'ê de hînî xwendin û nivîsandinê bû her dem di nava hewildanên xwe pêşde birinê de bû. Li gel Deniz gelek ji xwendinê hez dikir jî di gelek qadên piratîkê de jî cih digirt. 2 caran Deniz birîndar bû, cara despêkê parçeyek şaranpolê bi serê wê ket, cara duyan jî ji çav û bedena xwe birîndar bûyîbû.
Ji hînbûna xwendin û nivîsandinê heya nivîsîna meqaleyan
Ew zaroka biçuk ya ku xwendin û nivîsîn nedizanî dest da pênûsê û bû quncik nivîs. Dema ku dest da pênûsê heskirina wê ya ji bo nivîsê zêde bû û xwest bibe rojnamegerek baş. Bi nûçegihaniya ANF'ê despê kir. Daxwaza wê ya herî mezin nivîsandina jiyana her du xwişkên xwe bû. Deniz ya ku bi nêrîna jinan dest dayî pênûsê dixwest bibe rojnamegerek serkeftî. Deniz ya ku di her firsandê de ev tanî ziman, êdî wan gotinên wê di hişê hevalên wê de cih girtibûn. Deniz ya ku di çapemeniyê de xwediyê kedek mezin bû sekinîn û bêhindan nedizanî. Li Mexmurê derî derî digeriya ji bo rastiyan dana bihîstin rojname belav dikir. Ji nivîsên ku nivisiyîn, dîmenên ku kişandine heya nûçegihaniya şer bi navê çapemeniya azad gelek xebat birêve biriye.
Wê ticarî terka zaroktiya di hindirê xwe de nekir
Dibe ku bi awayek şînber Deniz zarokatiya xwe jiyan nekir lê her kesên ku wê naskirî û pêre hevaltî kirîn qala henekên wê û ne terikandina wê zarokatiya di hendirê xwe de her dem dida jiyan kirin dikin. Deniza şoreşger û azadîxwaz di heman demê de weke rojnamegerek bi rasti û vîndariyek mezin li nik gel cih digirt. Di 8'ê Tebaxa sala 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Mexmurê kirin wê li cepheyê pêş hewil dida rastiyan ji hemu cîhanê re ragihîne. Dema ku Deniz nuçe ji qenalên televizyonê re radigihand ji topên ku çeteyan diavêtin şarampolek rasta bedena Deniz hat û jiyana xwe jidest da. Weke xwişka xwe Sarya wê jî di 8'ê Tebaxê de çavên xwe li jiyanê girt.
Wê dest ji vegotina rastiyan berneda
Deniz ticarî dest ji rastiyan berneda û li peyî nûçeyan dibezî. Dema ku li peyî nûçeya xwe ya herî dawiyê dibeziya çawan derbazî dîmenanbûye li ser zimanan bi gotinên weke "Qemera ewqas li jinekê tê" digere.
Çepera wê bû qemera, çek û pênûsa wê
Dema ku nûçegihaniya şer dikir çepera wê bû qamera û çeka wê bû nivîs û gihandinên wê. Divê her kesê hovîtiya çeteyan tanî serê gel, jin û zarokan bizanibana û bi bihistibana. Bi dengê jinekê û qemereya wê... Despêkê êrîşên DAIŞ'ê ser Mexmurê Deniz Firat ji bo hemu cihanê ragihand. Deniz li xeta Gurbeteli Ersoz û rojnamegerên jin yên di oxira heqîqetê de jiyana xwe jidest dayî xwedi derket û li gel hemu jinên rojnameger şopandina nûçeyan dewam dike.
Cenazê wê ji aliyê sed hezaran ve hat pêşewazî kirin
Dema ku Deniz jiyana xwe ji dest da cenazê wê hat Çaldirana ku hîna di 7 saliya xwe de terikandî. Bi sed hezaran cenazê jina ku dixwest rastiyan bide gihandin ji Silopiyan girtin û heya Çaldiranê birin bi gotinên "Tu bi xêr hatê".
'Deniz di rêya jina azad debû'
Xwişka Deniz ya ku li peyî wê dest bi rojnamegeriyê kirî Bêrîtan Yildiztan wiha qala giyana tekoşîna jinan ya di nava malbata xwe de kir: "Hîna Deniz 7 salî bû. Dema ku ket ser rêya koçberiyê wê demê beşdarî nava tekoşînê bû. Dema ku Binevş li çiyan bû Deniz û Sarya diçun hevdîtina wê. Di dema çuyî ziyaretê de êrîşên hewayî çêdibin. Wê demê ew her du jî gelek biçukbûn. Di dema êrîşan de hevalê li kêleka wan parçe dibe. Di rastiyê de biriyara tevlîbûnê her du li wê didin. Weke qederekê hemû zarokên malbata me beşdarî nava tekoşînê bûn û gelek jî başbû. Zarokên mala me hemu jin beşdarî nava tekoşînê bûn, ji ber ev rê ji bo jinan rêya azadiyê ye. Her çendî her yek ji yên dinê dur çavên xwe li jiyanê girtine jî, ev rêya azadiyê ye başe ku xwişkên min ev rê hilbijartine."
'Di rastiyê de ew qet mezin nebû'
Bêrîtan a ku Deniz terk nekir zarokatiya wê wiha anî ziman: "Di rastiyê de Deniz qet mezin nebû. Dema ku beşdarbûyî jî ji xwe zarok bû. Dema tevlî bûyî 9-10 salî bû ew her dem wiha ma. Dema ku ez çum li gel, ew li Mexmurê bû, min dikarî wê bibînim. Ew her dem weke berê bû, aliyê wê yê zaroktiyê her dem hebû. Ew qet ne quralcibû, têkiliyên wê bi mirovan re gelek baş bû."
'Ezê rojekê bêm gund'
Bêrîtan wiha qala hevdîtina xwe ya dawiyê li gel Deniz dike: "Dema ku ez vegeriyam Tirkiyê çend rojan Deniz şehid ket. Dema ku em ji hev cuda bûn ber êvarê demê diniya tarîbûnê bû. Min baş xatir jê nexwest ji xwe me pilan kiribû ku di nava 10 rojan de ezê cardin vegeriyama. Dema ku min xwest jê xatir bixwazim gelek westiyayî bû. Min hema wiha xatir xwest. Min nedizanî ezê carekdin wê nebînim. Paşê em bi telefonê li gel hev axivîn. Dema ku em bi telefonê di axivîn ez li gundbûm. Ji min xwest ku ez hilkişim tepeyekê. Ez jî hilketim tepe ji bo min got: 'Li wê avek heye.' Min got; 'Erê ez dibînim.' Demiz got, 'Zaroktiya min di nava wê avê de derbas bû. Dema ku diketim nava avê ji bo ku av min li ber xwe nebe min etekê xwe li beran dipêça.' Ji bo min qala gund dikir, bêrîkirinên wê hebûn, diyar dikir ku dê carekê vegere gund. Ji xwe ev axaftina min ya dawiyê bû li gel wê.
'Ez hewil didim bibim layêqê berpirisyariya ku min girtiye'
Bêrîtan wiha qala sedema hilbijartina xwe ya rojnamegeriyê dike: "Di rastiyê de min sinema dixwend. Dema ku hatim Tirkiyê jî ji bo xebatên çandê bû. Piştî ku Deniz şehid ket diya min got: 'Divê zarokek min cihê Deniz dagire.' Min jî xwest di çapemeniyê de bixebitim. Min ev berpirisiyarî girtiye, li aliyekê jî ditirsim nikarim bînim cîh. Ji ber berpirsiyariyek gelek giran û bi wateye. Ez dixwazim bibim layêqê berpirsiyariya ku min hildaye ser bilê xwe."
(zt)