Hina Deniz li kolanên Maxmurê li peyî nûçeyan digere...
Portreler
Newroz Dijwar/JINHA
SILEMANÎ - Rojnameger Deniz Firat (Leyla Yildiztan) dixwet êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kampa Penaberên Mexmurê ji hemû cîhanê re ragihîne. Birayê Deniz Cuma Yildiztan diyar kir ku hîna Deniz di kolanên Mexmurê de li peyî nûçeyan digere, ew buye zimanê jin û zarokan.
Dema ku Rojnameger Deniz Firat di 8'ê Tevaxa sala 2014'an de li Mexmurê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dişopand parçeyek şerapnelê rastî bedena wê hat û jiyana xwe ji dest da. Birayê Deniz Cuma Yildiztan bi gotinên "heval û xwişka min" Rojnameger Deniz Firat vegot. Cuma da zanîn ku li peyî Deniz bi hezaran Deniz hatin dinê û bi sedan jinên rojnameger di şopa wê de dimeşin. Cuma destnîşan kir ku hîna Deniz li kolanên Mexmurê zimanê jin û zarokane.
'Ji xwişktiyê zêdetir Deniz ji bo min heval bû'
Cuma anî ziman ku Deniz di nava gel û hevalên xwe de gelek dihat heskirin û wiha domand: "Ji xwişkekê zêdetir Deniz hevala min bu. Carnan me şer dikir lê şerê me jî dom nedikir. Ewqas xwediyê dilek pakbû kes ne dişikand û xemgîn nedikir. Her dem li gel mirovên ru biken bu. Her dem alikarî dida mirovan ji bo ku ruyê wan bide kenandin. Li Mexmurê her kesê Deniz nasdikir. Hem di nava gel û hem jî di nava hevalên xwe de Deniz gelek dihat heskirin."
'Li gel wê min zaroktiya xwe jiyan nekir'
Cuma derbirî ku xwişka wî Deniz di temenek biçuk de tevlî nava refên tevgera azadiyê bûye, wî di sala 2007'an de dîtiye. Cuma anî ziman ku piştî demdirê dema ku xwişka xwe dît gelek hestiyar bû û wiha berdewam kir: "Ez gelek biçuk bûm dema ku Deniz beşdarî nava refên tevgera azadiyê bûyî. Min li gel wê qet zaroktiya xwe jiyan nekir. Despêkê di sala 2007'an de min li Mexmurê Deniz dît. Ew hevdîtina me ya despêkê bû. Wê demê ez gelek bi kelecan û hestiyar bûm. Wê demê Deniz du mehan li Mexmurê ma. Wan 2 mehan ez her dem diçum gel û min hewil dida dawî li hemû bêrîkirinên xwe bînim. Her dem ji bo min dibu alîkar. Li min guhdarî dikir, min jî derdê xwe bi wê re par dikir. Ew dema mayî li Mexmurê ticar ez bi tenê nedihêlam. Li gel ku karê wê jî pir hebû ji bo min bi her awayî fedekarî dikir."
'Xwişka min guleya kor dê li hinda kê biçe ne diyare...'
Cuma diyar kir ku dema êrîşên DAIŞ'ê ser Mexmurê ew li Wê bûye, bi disiplînek mezin gel kamp valakir û wan kêliyan wiha rave kir: "Artêşa DAIŞ'ê ya tecawîzkar her diço nêzî Mexmurê û me dibun. Wê demê ez li mal bûm, dihat gotin ku dê DAIŞ êrîşî Mexmurê bikin. Ji xwe di 6'ê Tebaxê de êrîş kirin. Ez wê demê çum gel Deniz. Ji bo xatirxwestinê ez çum gel Deniz, wêdemê ew û hevalên xwe li ser karê xwe bûn. Wan amadekariyên xwe dikirin. Dê çubana herêma şer. Ez hêdî nêzî Deniz bûm û min destê wê girt. Min got; 'Ez ji bo xatirxwestinê hatime, şere guleya kor dê min bibîne yan te ne diyare.' Deniz bi ken got; 'Çima ev birayên min ewqas tirsnakin nizanim.' Lê ya ez jê ditirsim ne mirine. Divê wê em nehêlana lê em hêlan jî... Wê demê li wê min ew hembêz kir. Wê jî rozeta ku li gel bû da min û derket eniyê. Rojadinê em hêzên leşkerî paşde kişiyan. Ez gelek li wê geriyam lê ne gihamê. Em jî bi malbatî çun Ranyayê."
'Min cara dawiyê ruyê wê yê bedew maç kir'
Cuma wiha axivî; "Dema ku min despêkê agahiya şihadeta Deniz bihîst cîhan bi ser min de hat xwarê. Lê şihadeta wê çiqas em xemgîn kirin, ewqas jî hêz da me. Deniz ji bo gel şehîd ket. Deniz hovîtiya DAIŞ'ê ji cîhanê re radigihand." Cuma da zanîn ku hîna li Rojava, Şengal û Kerkukê kamereya Deniz li erdê nehêlane tekoşînê berdewam dikin. Cuma wiha qala hestên xwe yên dawiyê dema ku Deniz dîtî kir: "Di dawiyê de min li Qendîlê dema ku di tabutê de razayî dît. Min cara dawiyê wî ruyê wê yê bedew maç kir." Di dawiyê de Cuma wiha wiha pêde çu; "Deniz çu lê li peyî xwe bi sedan Deniz gihand. Bi sedan jinan kamera û pênûsa wê rakirin. Em tenê di rêya şehîdên xwe û Rêber Apo de soza xwe nû dikin ku di rêya wan de heya dawiyê bimeşin."
(zt)