'Çiyayê ku Şîlan pir jê hez dikir Şîlan hembêz kir'

Portreler
Tebax 08 / 2015


 
Vildan Atmaca / JINHA 
 
WAN - Dayika gerîlaya YJA-STAR'ê Şilan Ergun (Ruken Zilan) Hatice Ergun, çûroka keça xwe ya di sala 2011'an de li Geliyê Tiyarê ji aliyê balafirên şer ê TSK'ê ve hat qetilkirin vegot. Hatice wiha got: "Sîmgeya azadiyê û çiyê bû. Keça min li çiyayê ku pir jê hez dikir çavê xwe girt." 
 
Balafirên şer ên tirk di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê bombe barandin. Di bombebaranê de 36 gerîllayên PKK'ê hatin qetilkirin. Yek ji şervanên PKK'ê gerîllaya YJA- STAR Şilan Ergun (Ruken Zilan) bû.  Ergun li gundê Doxancî yê Erdîşa Wanê ji dayik bûbû. Di nava 7 xwişk û birayan de ya herî biçûk bû. Şîlan, di temenê biçûk de kar û barê debarê yê malbatê dabû ser pişta xwe. Şîlan di sala 2006'an de ji ber zext û zilma dewletê berê xwe da çiya û tev li refên PKK'ê. Dayika Şîlan Hatice Ergun anî ziman ku keça wê Şîlan xwedî karakterek bi hêz û têkoşer bû û wiha got: "Her roj li ser pişta hespê li çiya digeriya. Ji mêr jîrtir û çalaktir bû. Tirsa wê tune bû." 
 
'Berî biçe ez hembêz kirim û ez bêhn kirim' 
 
Hatice, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku wekî hevalekê bû û wiha axivî: "Hemû karê malê bi birayê xwe re dikir. Simgeya azadiya çiyê bû. Ji çiyê pir hez dikir û çavê xwe li çiya girt.Keça min pir ji min hez dikir. Dema ji min dûr diket pir pêriya min dikir. Dema ez didîtim ez hembêz dikirim û ramûsan dida min. Berî ku Şilan tev li PKK'ê bibe ez hembêz kirim û bêhna min kişand hundirê xwe.Herî dawî çu mala mamê xwe û dema ez sibê hişyar bûm min bihîst ku Şîlan çûye." 
 
'Evîndarê azadiya jinê bû'
 
Hatice, destnîşan kir ku Şîlan kesek bi edalet bû û nedixwest ku cîranê wê û derdora wê bê moral bin û wiha got: "Şîlan evîndarê azadiya jinê bû. Destûr nedida ku bira û bav dengê xwe li hemberî jinê bilind bikin. Di nava PKK'ê de jî parastina jinê dikir. Ez bi keça xwe serbilind im.
 
'Ez heyranê cesareta Şîlan bûm'
 
Jinbira Şilan Guler Ergun jî anî ziman ku Şîlan li ber destê wê mezin bû û Şîlan pir wêrek û çalak bû. Guler, da zanîn ku Şîlan hemû karê malê dikir û bi birayê xwe re karê malê dikir. Guler, bilêv kir ku ji zarokên cîranan pir hez dikir û destûr nedidan ku zarok dilê hev bişkînin. 
 
'Rêya wê dê riya hemû jinan ronî bike'
 
Guler, destnîşan kir ku Şîlan hem ji malê û hem jî li derve li ser siyasetê di axivî û di qada azadiya jinê de pêşengî dikir. Guler, diyar kir ku dê riya wê rêya têkoşîna jinan jî ronî bike û ew dê rêça wê bişopînin. Guler, anî ziman ku çeka Şîlan li erdê nema û kurê wê çeka meta xwe bilind kir. 
 
(mae)