Zagros Jîn: Ket avê û ber bi welat ve herikî

Portreler
Tebax 09 / 2015


 
Medya Cebe - Nişmiye Gûler /JINHA
 
WAN - Malbatê anî ziman ku tenê xeyalê gerîllaya YJA Star Gûlcan Îşnas (Zagros Jîn) bibe cengawarek çelenkbû. Dayika Gûlcan Muhteber Îşnas qala keça xwe kir û got: "Keça min dixwest bibe cengawar. Di dibistanê de her çiqas mamoste ji keça min re gotibin keç nabin cengawer dibin polîs jî keça min got; 'na ezê bibim cengawer."
 
Gerîllaya YJA Star Gûlcan Îşnas (Zagros Jîn) li gundê Xawistan a navçeya Şax a Wanê hatiye dinê. Gûlcan di Hezîrana borî de li herêma Doskî ya navçeya Gevera Colemêrgê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Gûlcan di refa dawî a lîseyê de tevlî hêzên YJA Starê dibe. Gûlcan an wê biba rojnameger an wê biba cangawer. Pêşeroja xwe wiha diyar kiribû. Dixwest biba rojnamegera şer. Berê xwe da çiya û biryar da ku bibe cengawer lê di encama qezayek bê şans de ket avê û jiyana xwe ji dest da.
 
'Dixwest bibe rojnameger û nûçeyên şer çêbike'
 
Dayika Gûlcan Muhteber anî ziman ku keça wê li hember gelê stembar gelek hişyar bû û got: "Rojek keça min, min bir dêrê Ermeniyan û dîroka Ermeniyan ji min re vegot. Got gelê Ermenî dostên me ne û ew jî gelek car wek me di komkujiyan re derbas bûne. Bi cîranan re mijûl dibû û dixwest têkliyên baş pêşbikeve. Gelek nirx dida civak û mirovan. Dixwest ez hînê gelek tişt bibim û fêrbibim. Tiştên ku hîndibû min jî hîndikir. Rojek pirtûka Delîla anî malê. Nîşanê min da û got 'Tu vê jinê nasdikî'. Dema ku min got erê ev Delîla ye, Gûlcan li min nêrî û got 'Eger tu vê temenê xwede tu wê ewqas nasdikî dikarî biçî çiyê û bibî gerîlla'. Dixwest biba rojnameger û nûçeyên şer çêbike."
 
'Heyan ku aştî pêk neyê emê her berdêl bidin'
 
Dayê Muhteber anî ziman ku ew carek be jî keça xwe tevî cil û bergên gerîlla ne dîtiye û rondik ji bo çavên xwe ne barandiye û got: "Keça min di şerde jiyana xwe ji dest nedaye ket avê ber bi welat û rêberê xwe ve herikî. Wek cengewarek ne di şer de ji ber ku ket avê û şehît ket min gelek xemgîn dike. Xwezî di şer de şehît ketiba. Ez wek dayikek şer napejrînim lê belê keça min şervan bû û ez wê wiha bi bîrtînim. Ez naxwezim dayik rondikê çavan bibarînin û şehît werin. Êdî divê em pêşî li mirinên ciwanên me bigrin."
 
Xweşka Gûlcan Kader Ozdemîr wiha got: "Gûlcan ji min re digot eger ku aştî pêk neyê em neçarin ku şer bikin. Herdem me ronî dikir û îkna dikir. Demên borî ji mera qala ol û dîroka Kurdan dikir. Behsa komkujî û asimlasyona ser gelê Kurd dikir. Piştî naskirina têkoşîna azadiyê sekna wê hat guhertin. Jinek gelek bi heybet bû."
 
Bavê Gûlcan Muzaffer Îşnas diyar kir ku keça wî gelek dixwend û ew texmîn dikir ku Gûlcan berê xwe bide çiyê û got: "Me gelek hevdû fêmdikir. Di dibistana xwede bi serkeftî bû. Ji ber xwendina wê a zêde min texmîn dikir ku ewê berê xwe bide çiyê. Dema ku em çûn cenazeyê wê bigrin, hevalên wê merasîmek leşkerî li darxistin û ev yek serê me bilind kir."
 
(rc)