'Dayik bila werin, em vî şerî bidin sekinandin'

Portreler
Tebax 14 / 2015


 
Filiz Zeyrek/JINHA
 
EDENE - Dayîka Zeynep Tekin (Evindar Botan) ya ku li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de şer kirî û jiyana xwe ji dest da, cenazeya wê li gel 23 hevalên wê ya şervanên YPJ/YPG'ê li Deriyê Sînorê Murşitpinarê tê sekinandin Narin Tekin bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev dewlet ji cenazê me jî ditirsin. Ev tiştên tên kirin ne hiquq ne jî Îslam napejirîne. Dê tû carî çeteyên AKP'ê bi ser nekevin. Dê zarokên me heya dawiyê şer bikin, Evîndarek min çu dê bi hezaran Evîndarên min bên, bila ev bi vî rengî bê zanîn."
 
Cenazeya keça malbata  di sala 1990'an de ji ber zilma dewletê ji gundê Keleta yê navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Edenê kirî ya ku li hember çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şer dikir û jiyana xwe ji dest dayî Zeynep Tekin (Evîndar Botan) hîna li Deriyê Sînorê Murşîtpinarê tê rawestandin. Dayîka Zeynep Narîn Tekîn wiha axivî: "Çawa tahmûla dewletê li hember bedena keça min jî nîne. Zarokên me hemû gelên Tirkiyê ji hovitiya DAIŞ'ê diparêze. Heger YPG  û YPJ nebûna niha DAIŞ'ê hemû Tirkiye girtibû. Gelo ev nefreta AKP'ê li hember kê ye?"  
 
'Bila em bi rumeta xwe bimrin'
 
Dayîka Zeynep a di 14'ê Gulana sala 2011'an de beşdarî nava refên PKK'ê bûyî Narîn diyar kir ku ji 6 zarokên wê tenê keça wê Evîndar bûye, ji ber wê jî wê gelek bi nazdarî mezinkiriye. Narîn axaftina xwe  wiha domand: "Rojekê Evîndar hat û ji min re got: 'Dayê ez diçim çiya.' Min digot dibe henek dike. Carnan pirtûk dixwend dema ku min dipirsî ew çî pirtûkin tu dixwînê digot: 'Dayê çîrokin.' Rojekê hevalek wê hat mala me, min pirsî Evîndar çî pirtûkin dixwîne, hevala wê diyar kir ku pirtûkên parêznameyên Abdulah Ocalan in. Dema ku ez hînbûm min pirtûk li wê veşartin, ji min gelek hêrs bû. Ji bo min got: 'Ji xwe em ê bimirin, wê demê bila em bi rumeta xwe bimirin.' Ji  min re got: 'Dayê destura çûyina  min bide, dê her dem serê te bi min bilind be.' Min jî got bila birayên te biçin. Wê jî bersiva  'Diyare tu zêdetir ji wan hez dikê.' da.
 
'Ji berîka xwe bebîgek a ji moriyan çêkirî da'
 
Narîn anî ziman ku piştî Evîndar 9 mehan li Qendîlê ma derbazî Rojava bû û wiha berdewam kir: "Dema ku ez û bavê wê çun nexweşxanê ziyareta xalê wê, em vegeriyan li cihê wê şuşeyek çayê ya vala mabû. Lehenga  min li Kobanê salek û nîv li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Dema ku li Kobanê bû ez çum hevdîtina wê. Ji berîka xwe bebîkek ya ji morîkan hatî çêkirin da min. Min jî ew xist situyê xwe. Paşê jî fûlara xwe şandibû. Paşê li min geriya û got: 'Dayê demê minê ez bişom çênebû, hinek bêhn jê tê, tu dê bişoyê.' Min jî got 'Keça min ew bêhna xwîdana  te ye, ma ez qet dişom, ez ê li gel xwe bigerînim,  tiştên ku ji gel te bên roniya çavê min in."
 
'Bila dayîk desturê nedin şer'
 
Narîn axaftina xwe wiha dom kir: "Rojekê ew bebîka ku wê dayî min û min xistî situyê xwe tayê wê qetiya û ji situyê min ket, ez gelek tirsiyam û hema min ji erdê hilgirt. Min ji bo bavê wê got: 'Gelo tiştek bi Evîna min hat, çima bebîka wê ji situyê min ket? Bavê wê jî got: 'Tu çî bi te hat, ew tayê ku bebîk pêve ji ber xwihdanê tenik bûye qetiyaye, çima tu cardin tiştên xirab li serê xwe digerînê.' Bi rastî jî wê demê ewhîsên min rastîbûn dema ku ew bebîk ji situyê min ketî. Wê kêliyê Evîndara min şehîd ket." Narîn bang li hemû dayîkan kir û got: "Ji bo zêdetir dayîk xemgîn nebin werin em bi hev re vî şerî bidin sekinandin."
 
(zt/ch)