Wesiyeta Amara a dawî: 'Bi min ser bilind bin'
Portreler
Vîldan Atmaca / JINHA
WAN - Xeyala şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Agît) a ku di encama pêvçûnên li gundê Sîrîl a Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, azadiya jin û gelê Kurd bû. Ceylana ku bi vê armancê berê xwe da çiya di nameya ku li şûna xwe hîştibû de wiha dibêje, "Eger ez şehît bikevim ji bo min xemgîn nebe, negrî. Ev yek divê serê te bilind bike."
Şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Agît) di encama pêvçûnên li gundê Sîrîl a Kobanê ya li gel dijminê mirovahî çeteyên DAIŞ'ê di 6'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Ceylan li gundê Dagoren a navçeya Bêgir ya Wanê hatiye dinê. Di hişê malbatê de hê gotina Ceylan dema ku deh salîbû gotibû "Ez ê bibim şervanek jin" hebû. Ceylan jinek ku kevneşopiyên civakî a li ser jin ne dipejirandibû, li dijî zewacan bû û xwe gihand xeyalên xwe. Ceylan di sala 2014'an de tevlî PKK'ê dibe û cihê xwe di nava gerîllayên YJA Starê de digre. Piştre ji bo ku li dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê şer bike diçe Kobanê. Ceylana ku di çeperên berxwedanê a Kobanê de cîh digirt, dayika Ceylan Henîfe Oztoktaş û jinbirayê wê Ayten Oztoktaş qala wê kirin.
Dayika Hanîfe anî ziman ku Ceylan xwedî kesayetek fedakar û bi cesaret bû û wiha dom kir, "Keça min zarokan gelek hezdikir. Herdem alîkariya min a malê dikir. Dema ku min jê re digot hindek vehese digot 'Ma mirov alîkarî nade dayika xwe?" Henîfe da zanîn ku Ceylan li dijî zewacê û kevneşopiyên civakî derdiket û ew di şopa azadiya jinê de çû û got, "Di dil û mejiyê wê de her dem çiya hebû."
'Keça min ji bo jin û gelê Kurd têkoşîn da'
Hanîfe diyar kir ku, Ceylan her dem behsa êrîş û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yê li hember jin û gelê Kurd ya li Kobanê dikir. Hanîfe got Ceylan her dem ji wan re digot ku ew ê bibe şervan û wiha pê de çû, "Ji ber zilm û tundiyên ku li ser gelê Kurd pêk tê ji bo xwe armancek cuda nedanî. Keça min her tim digot 'Ez ê ji bo gelê xwe biçim çiyê ku sûdek min ji gelê min re çêbibe'. Keça min çû li dijî çeteyên hov ên ji bo tevahî mirovahiyê re tehdîd e şer kir. Ew ji bo parastina jin û gelê Kurd şer kir."
'Nameya Ceylan ji bo min wek wasiyet e'
Hanîfe got ku Ceylan berî biçe nameyek ji wê re hîştiye û wiha dom kir, "Di nameyê de gotibû 'Eger ez şehît bikevim ji bo min xemgîn nebe, negrî. Eger ez şehîd ketim dê serê te bilind bibe." Her wiha di namê de gotibû 'Eger ez zewicîbama jî ez ê dîsa biçûma çiyê.' Gotibû xeyalê min ew e ku ez bibim gerîlla. Ji deh saliya xwe xeyala bûyîna gerîlla jiyan dikir piştî 23'ê saliyê xwe gihîşt armanca xwe. Nameya Ceylan ji bo min wek wesiyet e. Ez bi keç û têkoşîna ku daye serbilindim." Di dawî de Hanîfe got, êdî bila dengê çekan neyê dayik negrin. Em hêvî dikin ku aştî pêk were.
'Azadiya jina Kurd dixwest'
Jinbirayê Ceylan Ayten Oztoktaş jî got, Ceylan hevalek pir hêja bû û got: "Di mejiyê wê de her dem azadiya gelan hebû. Dixwest ku jina Kurd jî azad bibe. Digot an mirin an azadî."
(rc/ch)