Fermandara çepemeniyê ya ji lêvên wê ken diherikî nava jiyanê; Gurbetelli Ersoz (1)
Portreler
Çernobil û Halepçe bû xala guherîna jiyana wê
Sibel Ozalp/JINHA
İSTANBUL - Gurbetelli Ersoz... Jina ku dilê xwe bi çiyayan neqişandiye... Hevalên wê bi wê bi kenê wê bibîrtînin. Gurbetelli di yekem rawestgeha xwe ya meşa azadiyê de berê xwe da çiyan û got: "Bawerî û înada min heye. Ezê tiştên biçuk nexim serê xwe û xwe paşde nehêlim."
Gurbetelli Ersoz di 11'ê Tîrmeha sala 1965'an de li gundê Zîverê navçeya Palo ya Xerpêtê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Li ser çêniya Çewlikê qeyîdkiriye. Gurbetelli dibistana seretayî li gundê Zîver qedand. Piştî ku malbata wê koçî Edeneyê kir li Edeneyê dibistana navîn xwend. di Zanîngeha Çukurovayê de weke lêkolînvan karkir. Di sala 1989'an de Gurbetelli hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê dertke bû Gernendeya Giştiya Weşana Rojnama Ozgur Gundemê.
Gurbetelli li hember hişmendiya yekane bi giyana tekoşînê weke yekem jina gernendeya weşanê derbazî çapemeniya azad bû. Di tevahiya Tirkiyê de Gurbetelli weke Gernendeya Weşanên Giştiya Rojnama Ozgur Gundemê peyîwir girt. Gurbetelli piştî ku ji girtîgehê derket di çapemeniya azad de peyîwir girt û paşê jî dilên xwe bi çiyayan neqişand. Di sala 1994'an de Gurbetelli beşdarî nava refên PKK'ê bû. Fermadar û xudawenda çapemeniyê di 8'ê Cotmeha sala 1997'an de di şerek li Başurê Kurdistanê de jiyana xwe jidest da. Îro 18'emîn salvegera bêmirinbûna wêye. Gurbetelli yek ji yên bi qasî di oxira wê de biçe mirinê ji jiyanê hez dike di dema girtîgehê de gotiye: "Îskencên wiha giran li min kirin ku yan ezê bimirama yan jî minê PKK yî bûna xwe bipejiranda. Min jiyan hilbijart."
'Dema ku çapemeniyê rastî nivîsîbana ev qas mirov nedimirin'
Girêdayî gotinên Gurbetelli yên weke "Çarnobil û Helepçe bûn xalên serekeyên jiyana min. Ev her du bûyerên divê herî zêde kimyager eleqedar biribana ez gelek şaşwaz kirim. Min dem dem pirsên weke 'ez çîme', 'ezê çî bikim' ji xwe pirsîn" Rojnameger Nadire Mater wiha got: "Kenê qala Çarnobil û Helepçe bê kirin Gurbetelli tê hişê min..." Rojnameger Nadire Mater Gurbetelli bi van gotinan bibîranî: "Dema ku Gurbetelli di girtîgehê de her dem baweriya xwe ya bi çapemeniya azad diparast. Ew difikirî di girtîgehê de bûyîna wê bedelê çapemeniya muxalîfe. Dema ku rojekê nûçegihanek, xebatkarek ê çapeniyê nehatibana qetilkirin êvarî li ser masê civînê kêmekbe jî şanaziyek dixwiya. Kenîna li ser ruyê Gernendeya Weşana Giştî Gurbetelli Ersoz mezin dibû. Ew difikirî û digot 'ez nahilberînim' weke deriyê sêyan çuyîna çiyan hilbijart û çu... Gelo çuyîn tercîhekbû? Gelo nedikarî di deriyên cuda de bi pêşerojên cuda gav bavêje? Wê her dem digot; 'Ger çapemeniyê rastî nivîsîbana evqas mirov nedimirin.'"
'Ji bo wê boyî ku îdeayên xwe bidin jiyîn ew rêwîtiyekbû'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî diyar kir ku Gurbetelli ti karê xwe ne nîvî ne jî ji bo paşê ne dihêla û wiha domand: "Her dem bi lezbû. Ew li hember tarzên weke karê xwe di nîvî de hêlan, ji bo demek dinê hêlan an jî bê çareseriyê hêlanê bû. Dema ku Gurbetelli Gernendeya Weşanê bû, rojnamegerî fayîkeyek ji agirbû. Di rewşek wiha de gernendeyiya weşanê kirin cesaretek gelek mezine. Bi biriyardariyek mezin dest bi xebatê kir. Ji nûçegihanên ciwan ên di nava buroyê de heya, heya edîtoran, ji xebatkarên mitbexê heya zarokên belavkarên rojnamê havala me hemûyan bû û hêz dida me hemûyan. Ji bo jiyana xwe û îdiayên xwe dest bi rêwîtiyekê kir. Tenê kêliyekê jî ji îdiayên xwe cuda jiyan nekir. Me ew hevala xwe ber bi bêdawiyê ve şand, lê hîna di dilê me de weke duh germe."
'Em di rêya azadiya te de hene'
Li hember rolê deshilatiya mêran ser jinan ferzkirî Gurbetelli di rojnivîska xwe de wiha gotiye: "Tu di nûbûn derbaskirinê de heyê, di bin tava heyîvê de bi rupelan nivîsînê, di gerê de tu heyê ji bo sitirangotinê ji bo di riyêya te de azadbûnê heme." Hevalên Gurbetelli yên di rêya wê de dimeşin wiha bersivdane gotinên wê: "Em di rêya azadiya te de hene."
Gurbetelli ya ku bi çîrokên demboriyê mezin bûyî, nikare van hemûyan di hindirê xwe de bihelîne û raperînê dike. Bi girêdana azadiyê dixwest çîroka jiyanê binivîse, lê bi xwe di dilê me de bû parçeyek ji wan çîrokan. Jina ku dizanî axa bê av dê ji nû ve şî bibe Gurbetelli bû berdewama şînbûna hêviyan.
'Emê weke şopdarê Gurbetelli Ersoz rêya wê berdewam bikin'
Piştî Gurbetelli bi hezaran jinên rojnameger di rêya wê de hatin gihandin. Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJÎN) di 8'ê Cotmeha sala derbasbûyî de diyar kir ku jina bicesaret Gurbetelli di lêgerîna rastî û heqîqetêdebûye û wiha got: "Di rêya Gurbetelli de emê berpirsiyariya xwe ya ehlaqî bînin cîh. Emê weke RAJIN li hember medyaya bi hişmendiya mêran rastiyan berevajî dikin weke alternatîf li her derê ragihandina jinan bi bawerî û biriyardariyek mezin pêşdebibin. Em bang li hemû jinên pênûsa xwe ji bo rastî û heqîqetê dixebitînin dikin ku di vê rêyê de hevaltiyê bikin. Di nava erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn a vegeriyaye gola xwînê de weke jin bi vînek rastî rojnamegerîkirin Gurbetelli, Hebûn, Sarya, Rojînda, Ekin, Şîlan û Denizan hînî me kiriye. Em di rêya van hevalên xwe yên ji dayîna ti bedelan xwe paşdenedane, bi pakî, bi dilê jinbûnê nivîsîne û bûne malê dîrokê de bimeşin."
Piştî Gurbetelli...
"Ji çavên wê agirdibarîn ser barîkarên welat. Hemû dil ketin ser rêya heskirin û eşqê... Zapê hez dikir, Murat diqêriya, Dîcle û Firat her dem ji bo te herikîn 'Gurbet'. Her dem ji bo te, her dem ji bo te..."
(zt)