Fermandara çepemeniyê ya ji lêvên wê ken diherikî nava jiyanê; Gurbetelli Ersoz (2)
Portreler
'Ew dost, heval û sirdaşa min bû…'
Filiz Zeyrek/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîka Gurbetelli Ersoz Fatma Ersoz bi gotinên; "Ew dost heval û sirdaşa min bû" qala keça xwe kir. Farma da zanîn ku keça wê xwediyê kesayetek bi cesaret û serketîbûye. Fatma anî ziman ku weke gel wan gelek êş kişandiye, şer ji derveyî êşê tiştekê nade kesê û êdî ew dixwaze aştî bê avakirin.
Li hemberî deshilatiya mêran a jinan tine dike bi sekna xwe ya berxwedêr xetek ronahiyê ji bo jinan xêz kiriye Gurbetelli û îmza avêtiye binê gelek rêgezan. Gurbetelli tekoşîna xwe ya xudawendiyê li çiyayan berdewam kir. Di sala 1997'an de di şerek ê li Başurê Kurdistanê de jiyanak xwe jidest da. Dayîka Gurbetelli Fatma Ersoza 71 salî wiha qala keça xwe dike; "Gurbeta min di payîzê de hat dinê, wê demê bavê wê li Elmaniya bû. Mamê wê dixwest navê wê bike Perîhan, lê bavê wê geriya û xwest navê wê Gurbetelli be, me jî navê wê wiha lê kir."
'Ew hevala minbû'
Dayîka Fatma da zanîn ku Gurbetelli zarokatiyek gelek xweşik derbaskir û wiha domand: "Di dibistanê de zarokek gelek serketîbû. Her dem mamostayên wê ew texdîr dikirin. Dibitana seretayî bi serketî derbaskir. Ji ber bavê wê li Elmaniyayê bû, ji bo ku zarokên me baş bixwînin xwest em derbazî Çewlikê bibin. Paşê jî keça mamê min got; "Li cihê hun biçin Çewlikê werin Edeneyê.' Em jî çun Edeneyê û Gurbetelli li wê xwendina xwe berdewam kir. Ket ezmûnê Zanîngeha Kars Kimya qazanc kir. Bavê wê wê neşand, cardin ket ezmûnan vêcarê Beşa Komya ya Zanîngeha Balcali qazanc kir. Carekê hat gel min, qala çuna xwe ya Îzmîrê kir, ji xwe çu û êdî nehat. Dema ku çu ez gelek ketim zorê ji ber ew dost, heval û sirdaşa minbû."
'14 rojan îskence li berxika min kirin'
Dayîka Fatma anî ziman ku piştî çuna Gurbetelli 3 mehan ew girtin binçavan û wiha berdewam kir: "Keça min li Mêrsînê girtin. Dema ku dibinçavan debû ez çum hevdîtina wê, 14 roj îskence li berxika min kiribûn. Di dema binçavan de qet ne peyîvîbû. Serê sibê derxistin dadgehê. Dema ku min wê bi wî halê wê yê îskencekirî ve dît hindirê min parçebû, lê ez qet ne giriyam. Wê şevê ez li Mêrsînê mam û serê sibê em çun dadgehê. Berxika min avêtin girtîgehê. Paşê jî ji Mêrsînê sirgunî Meletyeyê kirin. Me xwerin û kinc şandin. Dema ku kurê min ji bo hevdîtinê çu ew jî îskence kirin û xwişka wî jî nîşan nedanê. Piştî du salan ji girtîgehê derket."
'Ew qet bi tirkî ne dipeyîvî'
Fatma vegotina keça xwe ya pir jê hez dikir Gurbetelli wiha dom kir: "Ew ji jiyana min derket û çu. Min keça xwe ya bedew bi feqîriyê mezinkir û da xwendin. Min û wê bi hev re gelek derd kişand. Heya nîvê şevê ez ranediketim. Min nexwendiye, lê min dixwest zarokên min bixwînin. Dema ku em bi hev re derdiketin her dem bi min re dumilî dipeyîvî, qet bi tirkî ne dipeyîvî. Ew hevkarê derdê minbû. Ew her tiştên minbû. Min gelek ji wê hez dikir, wê jî gelek ji xwişk û birayên xwe hez dikir. Bavê wê û her kesê gelek ji wê hez dikirin. Li gund me bi hev re difs û pestil çêdikir, em bi hev re diçun nava bîstanan, me karê bîstan dikir. Me bi hev re karê malê dikir. Her tişt dikir."
'Keça min bi aqil û cesur bû'
Fatma dema ku qala keça xwe Gurbetelli dike ti detayan ji ber çavan nake û wiha pêde diçe: "Keça min cesur û bi aqilbû. Her tişt dizanî, serkeftîbû. Gurbetelli gelek li min digeriya. Di dema pirtûknivîsiyî de jî qala min kiriye. Me bi hev re gelek hevalî kir, lê kesê ne dizanî. Dema ku bavê wê şidet li min dikir wê her dem aliyê min digirt. Dema ku çu ji bo min negot. Paşê li bavê xwe geriya bû û gotibû 'Ez diçim.' Paşê Orhanê min û Gurbetelliya min şehîd ketin."
'Me êş kişand bila kesekdin nekişe'
Fama ya ku piştî keça xwe û kurdê xwe gelek êş kişandiye û naxwaze ti dayîkên din êşê bikişin wiha got: "Ji ber em kurdin ji me nefret dikin. Ez vê napejirînim. Berê dapîr û bapîrên me her dem îskence dîtine û rastî bêmafiyan hatine. Êdî bila gelê kurd êşê nekişin aştî çêbibe. Niha carekdinê êrîşî kurdan dikin. Bila êdî ev mirin û zilim biqede. Ji êşê zêdetir şer çî dide kê. Bila êdî mirov di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Me êş kişand bila êdî kesekdin êşê nekişin." QEDIYA
(zt)