Li Kobanê weke navê xwe bê mirin bû Yuhanus…
Portreler
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Di salvegera şihadeta Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar) de dayîka wê Muhterem Ekinci got: "Gulê ji çiyayên Kurdistanê hat xwar û weke xezalan ket ser rêya Kobanê. Heya di tabutê de jî ewqas bedew raketibû, navê gotin. Ew şehîda Kurdistanê û serhildana Êlihê ye."
Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar) hişmendiya deshilatiya mêran red dike û tevlî nava refên PKK'ê dibe. Di 7'ê Cotmeha sala 2014'an de weke navê xwe yê tê wateya 'bêmirin' ew jî di oxira parastina rometa mirovahiyê de gihişt bêmirinbûn û bêdawîtiyê. Gûlan a ku berî niha 20 salan beşdarî navas refên tekoşînê bûyî di pêş de cihê xwe digirt. Gulan a ku bi tekoşîna xwe bedewbûyî û bûyî xudawend heya mirinê jî bi rukenî çu. Dayîka Muhterem Eninci a ku du zarokên wê şehîd detine, lawek wê jî niha di nava refên PKK'ê dene. Muhterem a ku tiştên jiyan kirî ne bi êş bi serbilindî dide nîşandan dema ku qala keça xwe Gulan dike bi serbilindî qala tekoşîna wê dike. Muhterem a ku dema agahiya şihadeta lawê xwe bihîstî bi gotina: "Ez minedarim ne îxanete şihadete" di binhişiya de cîh girtî got: "Şihadet ji bo min ne êş romet û serbilindiye."
'Çuna zanîngehê xeyal dikir'
Dayîka Gulan a ku di şerê sed salê yê Rojava di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji destda Muhterem Ekinci bi dilê xwe yê fireh ew vegot. Muhterem qala demên ku Gulan li gel birayê xwe Cemalê ku li Êlihê jiyana xwe jidestdayî bi hev re diçun dibistanê kir û got: "Dema ku dibistan dixwend her dem xeyaldikir biçe beşa herî baş û zanîngeha herî serketî. Lê me ew neda xwendin. Hem rewşa me ya madî jî nebaşbû hem jî mêr bi gotinên 'pêdivî pênîne jin bixwînin' nêzîdibûn. Ji xwe dema ku diçu dibistanê Cemal ji wê biçuktrbû, ji bo ku ew Cemal biparêze me wê dişand dibistanê. Zarokên minên dinê jî wiha bûn, keçik ji lawikan mezintirbûn. Dema ku me zarokên xwe yên lawik dişandin dibistanê ji bo ku zarokên me yên keç wana biparêzin me li gel dişandin dibistanê."
'Ew ne keça min hevala min bû'
Dayîka Gulan destnîşan kir ku ji zaroktiyê de bi serketî ser her tiştî de diçu û wiha berdewam kir: "Di jiyana malê, ya kar, eleqeya bi mêvanan re û dibistanê de her dem serketîbû. Ew gelek dilvekirî û ketkarbûye. Dema li malê bû ji bo xwişk û birayên xwe weke dayîkan bûye. Dema ku ew li malê bûya ez gelek rehetbûm. 10 zarokên min hene, lê ya herî zîrek, kedkar û nêzî min ew bû. Her tişt ji min dipirsî navbera me gelek baş bû. Gulan ne keça min hevala min bû. Ji bo xwişk, bira, dayîk û bavê xwe gelek baş bû. Heskirina min ji bo Gulanê gelek mezinbû, ew gelek min difikirî."
'Berpirsiyariya me giran tekoşîna me mezine'
Muhterem anî ziman ku birayê Gulan Cemal yê ku ji wê biçuktirbû 2 sal beriya wê tevlî nava refan bû û wiha dom kir: "Her dem ji bo min digot 'Cemal bişanse ew hema çu, lê ya min her çênabe.' Min digot na di her malekê de yek biçe bese. Lê Gulan digot; 'Na nabe, têrnaek, ezê jî biçim, berpirsyariya me giran tekoşîna me mezine, ji her malekê yek têr nake.'"
'Gulan xwediyê giyanek mezin bû'
Muhterem bilêv kir ku berî Gulan biçe 2 car hat binçavkirin û wiha pêde çu: "Digot; 'Vêcarê min bigirin êdî min bernadin.' Wê demê tindiyek mezin ser rojnamegeran hebû. Hevalên wê yên rojnameger hebûn dihatin gel me. Min çuna Gulan êdî hîsdikir. Ew şevekê çu li mala birayê xwe ma, çu xaltiya xwe û hemû xizmên xwe dît û wiha çu." Muhterem diyar kir ku Gulan 20 salî beşdarî nava tevgerê bû û 40 salî jiyana xwe jidest da û wiha got: "Dema ku ji malê derdiket ji xatirxwestinê hez nedikir, lê dema dawiyê çu xatir dixwest lê min ferq nekir. Piştî çuna wê 19 salan min wê nedît. Ez çum min wê dît, hema piştî hatina min ew jî derbazî Kobanê bû. Çu Kobanê piştî 14 rojan şehîd ket." Muhterem destnîşan kir ku keça wê Gulan fermandar bû lê bi mitewaziya xwe qet diyar nedikir.
'Koletiya jinan red dikir'
Muherem bilêv kir ku Gulan ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat hezkirin û wiha domand: "Rojekê dema ez li gel wê di peyîvîm min got keça min dema tu li malê bûyê tu weke dayîkan bû te serê zarokan dişişt xwarina wan didayê. Hevalên wê digoin ji bo me jî wihaye. Heskirina Gulan gelek mezinbû, bi têra me hemûyan dikir, bi nanê ziwa xwarinê jî dengê xwe nedikir. 10 zarokên min hene, lê ew cuda bû. Gotina me her duyan her dem yek bû. Beriya Gulan derkeve jî ev doz hebû, ji despêka vê dozê heya niha em di navê denin. Her dem ji bo me digot ji min re bêjin ev doz çiye, dema ku me jêre digot jî bi baldarî guhdarî dikir. Dema ku min jê re digot, ew li min vedigeriya digot; 'Wê demê tu çawan dibêjê bizewice, ev doz heyî, wê demê zewac ji bo çiye. Dema ku ev doz hebe emê çawan dibin tindiya mêran de weke koleyan bijîn.' Min jî ji bo wê digot hun bişansin ji bo we çare heye, lê dema ku em zewiciyîn ji bo me çare tinebû, dema çare hebana emê jî çubana."
'Ez minedarim ne îxanete şihadete'
Muhterem anî ziman ku di tevahiya jiyana xwe de Gulan her dem ji bo xwe hîn zêdetir pêşebirinê dixebitî û zêdetir xwe tevlî tekoşînê bike bû û wiha jî bû û wiha berdewam kir: "Bi salan me hev nedît. Dema ku piştî salan me hev dît bi hesret me hev hembêz kir. Ew kêlî û hevdîtin ewqas germbû, li gel wê jî ez qet ne giriyam. Wê ji bo min got: 'Dayê ez heskirin û bêrîkirinên te dizanim, li gel wê jî tu jinek gelek bihêz û berxwedêrê. Hun çiqas bi min serbilindin, ez jî bi heman şêweyî bi we serbilidim." Bi salan me ji kurê min Cemal jî xeber negirt. Gulan rojekê li min geriya û got: "Dayê min her dem ji bo te digot, hinek dayîk hene dema ku zarokên wan şehîd dikevin bi serbilindî disekinin, dema ku heman tişt bi serê te jî bê tu dê çî bikê.' Min jî bersiva wê da û got: 'Ez jî weke her kesê me.' Gulan jî ji bo min got, 'Dayê serê te saxbe.' Min jî bersiv da û got; 'Ez minedarim ne îxanete şihadete.'"
'Di nava tabûtê de jî weke ku di xewek xweş debe'
Muhterem destnîşan kir ku roja Arîn Mîrxan şehîd ketî Gulan li malê geriyaye û destnîşan kiriye ku dema cîranên wan ên hamîle hebin dema ku zarokên wan çêbûn bila navê Arîn lêbikin û wiha dom kir: "Di roja ku her der ji bo Kobanê di serhildanê de şehîd ket. Di taxa me de jî serhildan hebû. Agir pêketibû her kes li ser linganbû. Dema ku derbazî Kobanê bûyî her dem em li gel di peyîvîn. Di roja 8'ê Cotmehê di serê sibê de em li Gulan geriyan, lê aliyê telefon vekir û demekê bê deng ma, ne peyîvîn. Ji hevalên wê yekê got; 'Gulan şehîd ket.' Piştî Arîn 2 rojan Gulan şehîd ket. Cîrana me ya bi ducan bû dema ku zaroka wê çêbû navê wê kirin Gulan Arîn. Yên cenazê Gulan dîtin weke ku bi ken bi xewê re çuye bû. Gulan bi kenîn razabû, gelek êş nekişandibû. Ez minedarim ku me karî em cenazê xwe bigirin. Me bi kelecanek mezin Gulan girt û defin kir. Di nava tabûtê de jî weke ku di xewek xweş debe, ew qas bedewbû nayê gotin."
'Gulê ji çiyayên Kurdistanê hat xwar û weke xezalan ket ser rêya Şengalê'
Muhterem anî ziman ku li peyî Gulan mirov çî bêje kême, ji ber ew gelek cuda û binirxbûye û wiha pêde çu: "Gulan fedekar bû ew gula Êlihê, Kurdistanê, çuyayan, bejayan û dor kenarên robaran bû. Min gelek bêriya Gulan dikir. Min ji bo wê digot: 'Gulê min bêriya te kiriye, de were.' Gulê ji çiyayên Kurdistanê hat xwarê û weke xezalan ket ser rêya Kobanê. Min got; 'Xezala min hele were min bêriya te kiriye.' Gulê li ser milan hat, min ew hemêz, maç kir û bêhin kir. Min wê anî Êlihê. Ew şehîda Kurdistanê û serhildana Êlihê ye. Gulan li tevahiya Kurdistanê, li hemû çiyayan û bejayan binirx bû. Ez ji Gulê raziyîm. Gel ji ji Gulê razî û memnunin. Ez çî bikim nikarim Gulê ji bîr bikim, ez ticarî nabêjim Gulê jiyana xwe jidest daye. Gulê jiyan dike, ew ne miriye. Şehîd namirinî, ew di kurahiya dilê me de dijîn. Bijî Serok Apo, Bijî YPJ, Bijî YPG, Bijî YJA Star, Bijî HPG, Bijî Kurd û Kurdistan. Em her dem bebûn, emê her dem hebin û tekoşîna xwe mezin bikin. Teqez emê bi serkevin."
(zt)