Sosyalîst û aştîparêz Behice Boran 28 salin tê bibîranîn
Portreler
Sîbel Ozalp/JINHA
STENBOL - Siyasetmedar, aştîparêz û sosyalîsta jin Behîce Boran 28 sal berê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Lê têkoşîna wê û doza wê ya aştî, demokrasiyê hêj di dilê hezaran de zindî ye. Şopdarên wê her sal li doza wê û rêça wê xwedî derdikevin.
Sosyalîst, aştîparêz û siyasetmedara jin Behîce Boran, 28 sal berê li xerîbiyê di 10'ê Cotmeha sala 1987'an de jiyana xwe ji dest da. 28 salin her sal bi girseyî tê bibîr anîn û bi hezaran kesên sosyalîst di şop û doza wê de têdikoşin. Behîce, hem li dijî feraseta mêr û hem jî li dijî feraseta kapîtalîzmê bi salan şer kir. Bû pêşengê hezaran jinên sosyalîst. Li Tirkiyeyê yekemîn Jina Marksist û jina civaknas bû. Dîsa yekem jina ku bû serokê partiya siyasî. Behice, di salên 1970'ê dema ji sedî 4,1 jin di partiyan de cihê xwe digirt Serokatiya partiya siyasî kir.
Lê têkoşîn û doza wê hêj ji aliyê hevalên wê û bawermendên wê ve didome. Rojnameger û nivîskar Soner Yalçin, diyar kir ku li Fermandariya Awarte ya Stenbolê ket doza Behice Boran wiha got: "Dema Behîc derket pêşberî dadger. Pirsên dadger bersivand û diyar kir ku ew dê rêyek dirêj bi sebr û biryarekê bimeşin." Soner piştre di nivîsa xwe de diyar kiribû ku Behice Boran, kesek xwedî sebr, bi biryar û rêwiya meşa dirêj bû.
Nivîskar û Rojnameger Burcu Unalan Altaş jî da zanîn ku Behîce pratîk û teoriya wê yek bû û ji bo fikrê xwe bedel dida. Burcu, da zanîn ku Behice Boran xwedî biryar, israr û bawerî bû û her dem li dijî şer derket û pir wêrek bû û wiha berdewam kir: "Hem jin, hem dayîk û hem şoreşger bû. Bi zanebûn, mirovahî û berpirsiyariya xwe di meclîsê de cih girt. Burcu, destnîşan kir ku dema hiqûqa Medenî jin nas nedikir wê di ber xwe da û navê bekariya xwe bikar anî û wiha got: "Jinek pir zane bû. Bi zimanê firansî, îngîlîzî û almanî zanîbû.
Behîce Kîye?
Behice Bora, di sala 1910'an de li Bûrsayê ji dayîk bû. Dibistana Seretayî li Arnavutkoyê xwend. Emerîka bi Koleja Jinan nas kir. Dîsa dibistana bilind li Amerikayê kuta kir.
Di sala 1939'an de li Beşa Zanistiya Fakulteya Erdnîgarî û Dîrokê ya Zanîngeha Enqereyê (DTCF) bû Doçent. Di 1945'an de li ser hîndekarên komunist zext zêde bû. Ligel Niyazi Berkes, Pertev Naili Boratav bi fermana wezaretê êdî nekaribû ders bide û kurdî ji holê rakin. Lê piştî Daniştayê biryar xera kir, Behîce dîsa li peyvirê vegeriya. Di sala 1948'an de jî ji ber nerîna xwe ya siyasî ji peyvirê hat dûrxistin. Di sala 1950'an de li dijî biryara ku Tirkiye leşkeran bişîne şerê Koreyê derket. Cemîyeta Aştîxwazan di pêşengiya Behice Boran de li hev kom bûn. Bû Seroka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) û pêşengiya tevgerên sosyalist kir. Li dijî biryara ku Tirkiye leşkeran bişîne şer çalakî pêk anîn û belavok belav kirin. Behice ji ber fikir û çalakiyên xwe rastî 15 sal ceza hat. Di sala 1965'an de li Rihayê wekîl hat hilbijartin. Di 1975'an de dîsa vegeriya TÎP'ê û di kongreyê de dîsa wekî Seroka TÎP'ê hat hilbijartin. Di kongreyê de got "Li Rojhilatê Tirkiyeyê kurd dijîn. Çînên serdest, û îxtîdarên faşîst li ser kurdan zordestiyê dikin. Ji ber nasnameya xwe di aliyê aborî de paşve tên hiştin." Piştî rastî 15 sal ceza hat, di 1974'an de ji efoya giştî serbest hat berdan. Behice, piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê ji ber fikrên xwe neçar ma ku derkeve dervê welat. Behîce li Brukselê têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê berdewam kir. Di 10'ê Cotmeha 1987'an de li Brukselê jiyana xwe ji dest da.
Behice, wê demê diyar kiribû ku pêwiste aştî ji destê emperyalistan derkeve û bê parastin.
(mae/rc)