Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (1)
Portreler
Di sîmayê Bêrîtan de kevirên tuj ên Lêlikan heye
Sibel Ozalp/JINHA
STENBOL- Li ser axa heskirinê jina bûyî qehereman Bêrîtan... Heskirina jiyanê û nasnameya rometê bir serê lutkeyên Lêlikanê. Eşqa ku ketiyî nava dilê wê vegerand eşqa welat û bû navê eşqa rastî Bêrîtan. Eşq û azadiya wê li ber esmanê Xaxurkê mîna çivîkan difiriya... Li Xaxurkê Bêrîtan ji teslîmyetê re got na û berxwedan nîşan da. Hevalên Bêrîtan gotin: Te xwe ji zinaran avêt, te bi hezaran ji zinaran afirand.
Gulnaz Karataş... Bêrîtan Hêvî... Bi xwe ji Dêrsimê ye Bêrîtan Hêvî ji ber rewşa peyîwira bavê wê di sala 1971'an de ji ber malbata wê li Çewlikê bicîh bûyîbûn li Solhan a Çewlikê hatiye dinê. Paşê malbata Bêrîtan derbazî Xerpêtê dibe û li wê dibistana seretayî xwendiye. Di sala 1984'an de li Xwepêtê Lîseya Anadoluyê qazanc kir. Li hember cunteya faşîzma 12'ê Îlonê Bêrîtan serhildana xwe ya despêkê li bi çalakiyên biçuk li wê despêkir. Rojên ku Îstiklal Marşi di hat xwendin ew dereng diçu dibistanê û li himber sepandina gotinên weke 'Ne mutlu turkim' ew bi înat nêzdibû. Di sala 1989'an de Bêrîtan ji lîse qedand û Fakulteya Îktisadê ya Zanîngeha Stenbolê qazanc kir. Bêrîtan dema ku hat stenbolê di sala despêkê de tevgera azadiyê nas kir û di nava xebatan de cîh girt. Di dema xebatan de di operasonekê de ew û Yildiz Durmuş bi hev re hatin binçav kirin. Di bin çavan de li hember hemû îskenceyan Bêrîtan li ber xwe da paşê demekê li Girtîgeha Bayrampaşa yê de ma.
'Te xwe ji zinanran avêt...'
Di sala 1991'an de berê xwe da çiyayên ku weke çiyayên azadiyê tên binavkirin. Bêrîtan di kevneşopiya berxwedana jinan de rolek dîrokî girt. Bêrîtan nîşan da ku êdî kurd ne kurdên berêne û jin ne jina koleye. Giyana bi hezaran jinên kurdên di serhildan û azadiyê de xwe feda kirine di kesayeta Bêrîtanê de carekdin xwe da jiyan din. Bêrîtan di 25'ê cotmeha sala 1992'an de li Xaxurkê di şerê li hember pêşmergeyên KDP'ê de heya guleya xwe ya dawiyê şer kir, li hember teslîmiyetê li ber xwe da û xwe ji zinaran avêt. Piştî wê hevalên wê ji bo wê gotin: "Te xwe ji zinaran avêt, te bi hezaran ji zinaran derxist..."
'Di rengê xwe de jiyan kirin her demê bedelê wê hene'
Her dem di rengê xwe de jiyan kirin bedelê wê hene. Bêrîtanê jî bedelê di rengê xwe de bûnê dida. Hevalên Bêrîtanê yên dibistanê diyar kirin ku her demê ew di dibistanê de xwediyê ramana bûyîna ayîdê xwe bûnê bû. Li hember quralên pergalê her dem di nava giyanek a serhildanê debû. Li gorî vegotina hevalên wê ew giyana Bêrîtanê carnan li dibistanê di dema xwendina Îstikrar Marşê de, carnan jî li kolanên Xerpêtê dema bi şev ji bo keçên ciwan derketin qedexe de xwe dida der.
'Tovê wê ji rengê kurdîniyê bê xeber bû...'
Sitiranên Bêrîtanê yên hindir ji Kurdistanê dest bi meyînê dike. Bêrîtan a xwediyê giyanek asî û hêza xwe ya ji Kurdistanê girtî û di navê de mezin bûyî demî jê hatibû qetandin û ketibû ser rêya Stenbolê. Bêrîtan bi tovê di hindirê xwe de şînbûyî kete ser rê, tovê wê ji rengê kurdîniyê bê xeber bû... Bêrîtan li Stenbolê dest bi xebatê kir. Paşê demekê di Girtîgeha Bayrampaşa yê de ma. Piştî ji girtîgehê derket giyana wê ya asî wê ber bi rawestgehên çiyayan ve kêşa, hem jî despêkê derket rawestgeha Efsaneya Çiyayê Cudî.
'1992...Şerê Başur...'
Salên 1992'an salên li hemberî gelê kurd bi hevkariya îşbirlikçiyan şerek dijwar dihat meşandin. Demek a gelek şervanên azadiyê şehîd ketinbû. Bêrîtan jî wê demê dikeve şerê ku weke Şerê Başur tê binavkirin. Bêrîtan di şer de gelek hevalên xwe winda dike û ew bi hêrs bû. Hevala wê ya tekoşînê Pelşîn Tolhildan wiha qala wê demê û gotinên wê yên wê demê dike: "Ew gelek hestiyar bû, bitayîbetî jî li hemberî îxanetkarên kurd gelek bi hêrs bû. Ew jî kurdin lê çawan wiha darbe li tekoşîna azadiya gelê kurd dixin."
'Ez teslîmî paşvemayên kurdan nabim'
Bêrîtan li hember kurdên hevkarên dijmin gelek bi kînbû û ew difikirî ku ewana ji dijmin dijmintirin. Bêrîtan an dê ew paşde dabana, şikandibana yan jî dê teslîm nebûyîbana. Teslîm nebû... Bêrîtan bi qasî ku teslîmyetê ne hilbijêre qehremanekbû. Ji ber ku ticarî teslîmyet di giyana xwe de bi cîh nekiribû giyana 25'ê cotmehê avakir. Li gel hêvîkirina pêşmergeyan ên bi gotinên: "Teslîm bibe em tiştek li te nakin, em jî kurdin." Bêrîtan bersiva: "Ez teslîmî paşvemayên kurdan nabim" da. Paşê jî Bêrîtan xwe ji zinaran avêt û bû avakara xeta azadiyê.
'Azadiya gelekê bi Bêrîtanê re şînber bû'
Piştî Bêrîtan hevalên wê yên tekoşînê destnîşan kirin ku ew çalakiya Bêrîtan a heskirin û vînê bû. Gelê kurd Bêrîtanê weke Jan Dark difikirin. Bêrîtan bûye sitirana rometê. Azadiya gelekê bi Bêrîtanê re şînber bûye. Hevalên Bêrîtan wê weke milîtana Xaxurkê digirin dest û dibêjin: "Divê bîranîna wê zindî bimîne û bê rêvebirin. Ev deyînê fermandariya Xaxurkê ye."
'Bêrîtan bi şerkirinê hêviyên hebûnê avakir'
Sedema romandina me ya em dibêjin: "Xwezî li Bêrîtanên ku teslîmnebûne xwe ji lat û zinaran avêtine. Gelo emê jî qasî wan wêrek û çeleng bibin?" Ev hemû Bêrîtan sebebe. Ji ber ku wê gotiye: "Dê didemek nêz de serhildana we ya pêşerojê ji çiyayan biqete, roja êş vegerin serhildanan hatiye" û berê xwe da çiyayan. Weke ku hevala wê ya tekoşînê Dîlan Malatya gotî: "Bêrîtan hêviya şerê hebûnê daye meşandin."
'Piştî Bêrîtanê...
Li ser vê axê kevneşopiya efsaneyan heye. Efsane xudawendbûne, avakarê wê jî mirovin. Deniz, Mazlum, Bêrîtan, Zîlan û wekedinin... Kevirên Lêlikan di nava ruyên Bêrîtanê denin. Dê rojekê li wê şerq û xerb silavê bidin hev. Ji ber ku li wê Bêrîtanek a ji dema xwe mezintir razaye...
Sibê: