Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (2)
Portreler
Gulnaz bû Şîlan, bû Bêrîtan û bi hezaran zarokên keç re dayîk bû
Şîlan Ozhan / JINHA
SÊRT - Jina qehreman a ku li Kurdistan û Tirkiyê navê xwe li hezaran zarokan kirî Bêrîtan di salên zanîngehê de Muhsine Ozhan nasdike. Muhsine diyar kir ku Bêrîtan hêz daye wê. Li gel ku 23 sal li ser şihadeta Bêrîtan re derbasbûyî jî hîna li ser zimanan digere û ji bo zarokên li peyî wê hatîn dinê re bûye destana qehremaniyê. Muhsine da zanîn ku hemû kesên Bêrîtan naskirine gelek diyalogên xweşik bi hev re derbaskirine û got: "Gelel bi lez hat û çu. Lê dîsan jî bi min re şopên mezin hêlaye. Di rasiyê de Bêrîtan jinek serketî ya ku bi hemû jinan re şopên kur hêlaye."
"Hunê min wiha binasin, lê ev dê ji bo nasîna min bes be? Dê weke karkerek Vietnamê girêdana min a ji bo şîn bê zanîn? Dê weke jinên Nikaragua yê derdikevin şaneşînan û demê xwe yê vala li esimanan dinêrin nêrîna min a li esmanan bizanin? Dê heskirina min a ji bo zarokên solan boya dikin û heskirina min a ji bo pirtûkên helbestan bizanin?....."
Muhsine Ozhan destnîşan kir ku dema Bêrîtan li Stenbolê zanîngeh dixwend bi navê Şîlan despêkê ew di civînek a jinan de naskiriye û wiha domand: "Bêrîtan xwediyê kesayetek wiha ku di dema xwe de mirov bandor dikir. Ew herî zêde bi serketin, kêrhatin, cesaret û girêdana xwe dihat nasîn. Hêza wê ya îqnakirinê gelek zêde bû. Gelek baş dizanîn bi mirovan re têkeve nava diyalogan. Gelek bi lez hat û çu. Ji ber wê gelek bîranînên me çênebûn. Lê dîsan jî di jiyana min de bû mirovek a herî bi bandor û bi min re şop hêla. Di rasiyê de wê bi hemû jinên wê demê ew naskirî re şopên kur hêlaye. Ji ber wê gelek ji wan jinên wê demê ew naskirîn navê zarokên xwe kirine Şîlan. Weke min gelek jinên hîna zarokên wan çênebûne biriyara vî navê Şîlan li zarokên xwe bikin hene."
Xeta tekoşîna jinan
Muhsine destnîşan kir ku di salên wê Bêrîtan naskirî de herî zêde wê di civînan û girevên birçîbûnê de dîtiye û wiha berdewam ki: "Em jin di malekê de kom dibûn û me nîqaş dikir. Wan deman Şîlan jî ji bo me tekoşîna jinan vedigot û pirtûk dixwend. Dema nû hatî Stenbolê tekoşîna kurdan nasnedikir. Lê ew xwediyê kesayetek ji dayîn û sitandinê, ji hînkirin û hînbûnê re vekirî bû. Pirtûkên dixwend bandor li jiyana wê dikir û ji bo me jî vedigot. Jin ji bo wê hîn zêdetir giring dibûn. Bi hemû jinên nas dikir re di nava dan û sitandinan debû. Dema ku pirtûk dixwend yan jî tiştek vedigot ji her kesê dipirsî têgihiştin yan na. Heta ku her kes tênegihiştana derbazî tiştekdinê nedibû. Bi jinan re eleqederbûna wê hêza wê nîşandida. Ew tekoşîna wê hêz dida me."
Serketinên Bêrîtanê tenê bi salên wê yên Fermandariyê re ne sînorin di dema li Stenbolê bi navê Şîlan dixebitî jî ew qehremanek bû. Muhsine bilêv kir ku xebatên herî baş û tevlîbûna jinan herî zêde didema wê de çêbûye û wiha dom kir: "Di dema gireva birçîbûnê de herî zêde wê jin tevlîkir. Ti deman bi qasî dema ew dixebitî jin beşdarî nava tekoşînê nebûn. Ew gelek ji dil tevlîdibû. Jinan gelek jê hez dikir. Di demek kin de xwe da hîskirin û heskirin. Ewqas dixebitî di nava gireva birçîbûnê ya her 2 rojan bi dorveger dihat guhertin de her dewre 20 jin diketin girevê. Min ne beriya wê ne jî li peyî wê nedît tikes weke wê ji dil bi lez têgihiştina rêxistinê û belavkirina wê. Bi qasî bi gotinan nayê ziman bihêz û jîr bû. Her dem bi jinan re di nava hevdîtinan debû. Dixwest wan pêş bixe, tevlî tekoşînê bike û ji bo wan tiştekê bike."
'Min bi vegotina wê zarokên xwe mezin kiriye'
Muhsine diyar kir ku hinek bîranînên wê hîna ji bîr nekiriye û wiha pêde çu: "Min zarokên xwe bi vegotina wê mezin kirine. Wê dida diyar kirin ku carekê bi rêya hevalên xwe çuye Newrozê û li wê kurdbûna xwe hîn bûye. Heya dema ji me re qala xwe dikir destnîşan dikir ku heya ew neçuyî wê Newrozê, ne tekoşîna kurdan, ne kurdbûna xwe û ne jî wateya Newrozê nedizanî. Piştî ku tekoşîn naskirî êdî pir neçuye dibistanê. Her dem dixwend û tiştên xwendî bi jinan re par dikir. Dema ku girtîn binçavan gelek îskenceyên giran lê kiribûn. Yên ku li ser wê îfade dayîn jî hebûn. Lê dîsan jî tiştek negot û tiştek ne pejirand. Ew berxwedana wê bandorek mezin li me jinan kir. Ew gelek bi cesaret, bi biriyar û bivînbû. Li gel îskenceyên giran jî ji devê wê tenê gotinek jî nebihîstin. Piştî ji girtîgehê derketî ji xwe kesê ji me nedît hema ew çu çiyayên azadiyê."
Muhsine anî ziman ku wan her dem wê weke Şîlan dizanîn piştî ku hatiye girtin nû navê wê yê rastî hînbûne û wiha domand: "Dema ku çuye çiyê navê wê bûye Bêrîtan lê me nedizanî. Piştî şihadetê em nû hînbûn ku Bêrîtan ewa ku me weke Şîlan dizanîbûye. Dema ku me wê naskirî pirê wê gelek dirêj û ew gelek xweşik bû. Dema ku şehîd ketî me wêneyê wê dît porê wê kin bû. Dema ku min porê wê kin dît ji bo min ecêb hat. Ew ne Şîlana berê êdî Bêrîtan bû. Dema ku min wî wêneyî dîtî min di hindirê xwe de got xwezî her dem porê wê dirêj mabana. Ewqas porê wê yê xweşik hebû ku weke hîn zêdetir wê xweşiktir dikir. Dema ku şehîd ketî rojên me yên bi hev re, ew biriyarbûn, cesaret û jîrbûna wê hat ber çavê min û min bi nasîna wê xwe gelek şanaz hîs kir. Wê bi gotin; 'Mirina biromet ji jiyanek bê romet baştire' xwe ji zinaran avêt. Lê hîna çîroka wê berdewam dike, bi hemû jinên navê Şîlan û Bêrîtan girtine.
Piştî Bêrîtan navê wê yê bi cesaret, hêvî û vînê di nava rêzikên sitiranan de hatî nivîsîn û navê wê yê li ser zarokên keçên ciwan...
(zt)