Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (3)
Portreler
Bi hezaran jin di xeta Bêrîtan de dimeşin
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf li gel ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ronahî Hesekê yek ji navên sembola berxwedana jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) vegotin û diyar kirin ku dê jinên kurd dê ticarî teslîm nebin û ji ber çalakiya wê ya destanî îro bi hezaran jin di xeta Bêrîtanê de dimeşin.
Di cotmeha sala 1992'an de li hember pêşmergeyên PDK'ê di Şerê Başur de heya guleya xwe ya dawiyê şer kir û paşê jî ji ber teslîmyet ne pejirand xwe ji zinaran avêt. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf li gel ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ronahî Hesekê Bêrîtan Hêvî a bi nasnav Gulnaz Karataş vegotin. Hediye Yusuf destnîşan kir ku Bêrîtan di dîroka gelê kurd de xwediyê cihek giringe û wiha got: "Hevkarên dijminên me û dewleta tirk bi salanin bi hewayî û bejayî êrîşî çiyayên me dikin. Armanca wan tinekirina milîtanên azadiyê û gelê kurde. Ji bo milîtanên azadiyê ji herêma Başur derxînin bi hevkariya PDK û YNK êrîşên hovane hatin kirin. Lê li gel hemû êrîşan jî bi berxwedana milîtanên me hevkarên dijminan nekarîn têkevin çiyayên Kurdistanê."
Bêrîtan peyama dê ticarî jina kurd teslîm nebe da
Hediye bilêv kir ku li çiyayên Kurdistanê gelek destan hatine nivîsîn û wiha domand: "Ewana kesê xeta azadiyê naskirîn, li heqîqetê digerin, di nava rêxistinê de hêza xwe kirina yek û hêvî di xwe de mezin kirine. Ji bo wê di Şerê Başur ê sala 1992'an de jinan berxwedanek mezin nîşan dan. Di nava berxwedana destanî de bi dehan jin şehîd ketin. Yek ji hevalên me yên bi destanî çuyî şihadetê Bêrîtana ku bi felsefeya şoreşê mezin bûyîye. Li hemberî hevkarên dijmin û îxanetkaran bersiva Bêrîtan giring bû. Bêrîtan li hemberî êrîşan heya dawiyê bû bûrdariyek a serhildanê. Bêrîtan li gel birîndarbû jî teslîmyet nepejirand, bi cesareta jinê li hember êrîşan rawestiye. Leşkerên tirk û PDK bi diyalogên li gel Bêrîtanê dixwestin wê bikişin îxanetê. Du rê li pêşiya wê bû yan dê çubana îxanetê yan jî dê xwe di zinaran de avêtibana û bûyîba destan. Bi wî halê xwe yê birîndar ve li serê zinarên Xaxurkê bi tilîliyan xwe avêt xwarê. Peyama 'Ticarî jinên kurd teslîm nabin' da dijim."
'Serketina jinên Rojava bi saya şihadeta destaniya Bêrîtanê bûye'
Hediye anî ziman ku di nava civaka deshilatiya mêran de jin tine tên hesibandin û wiha berdewam kir: "Bêrîtan bi rengê xwe yê dayîna jiyanê, bi disiplîna xwe ya kar û vîna xwe ji bo me jinan rêyek xêz kiriye. Jinên Rojava Bêrîtan ji xwe re mînak girtine, ew weke vîn û hêmana lêgerînê dîtine. Em Bêrîtan weke hunanvana destanên jiyaniyên li Rojava hatine jiyîn û berxwedana şehîdan dibînin. Bi hezaran jinên ku Şehîd Bêrîtan ji bo xwe felsefeya jiyanê dîtine û di rêya wê de dimeşin hene. Li Rojava Bêrîtan bûye rengê jiyanê. Êdî jin hatine asta vîna xwe rêvebirinê. Serketina jinên Rojava bi saya şihadeta Bêrîtan bûye."
'Bi hezaran jin bûne şopdarê Bêrîtanê'
Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ronahî Hesekê jî çalakiya têkoşer Bêrîtan nirxand û got: "Şehîd Bêrîtan bûye sembola xwedawenda berxwedaniyê. Li dijî teslîmiyetê xwe ji zinaran avêt û xeta berxwedaniyê bi sekna xwe nîşanî tevahî dijmin da. Bi hezaran jinên azad di riya berxwedaniya heval Bêrîtan de avabûn û berxwedanî domandin. Berxwedanî di şexsê Arîn Mîrxan de heya roja me îro didome."
Ronahî diyar kir ku bi hezaran şervanên jin xeta berxwedaniya Bêrîtan dişopînin û wiha got: "Heval Bêrîtan ji jiyanê hezdikir, ji ber wê cihê xwe bi sekna jina azad di qada şer û jiyanê de digrit. Di qadên herî zehmet de ji bo tevahî jinan bo çavkaniya moral û maneviyetê. Sekna heval Bêrîtan a li dijî xeta teslîmiyetê, rihê berxwedaniya jina Kurd ji dîrokê heya roja îro zindî girt. Piştî şahdeta heval Bêrîtan Rêber Apo gelek perspektîf û çareserî ji bo jina Kurd pêk anî. Her wiha artêşa xweser a jin hat îlan kirin. Avakirina hêza YPJ'ê di encama têkoşîn û berxwedana heval Bêrîtan de pêk hat. Niha li çiya û bajar yekîneyên xweser ên leşkerî hatine avakirin. Bi hezaran jin bûn şopdarê xeta Bêrîtan. Şervanên YPJ'ê xeleka berxwedaniyê heval Bêrîtan didomîne."
'PDK her dem li dijî tevgera azadiyê tevgeriyaye'
Ronahî destnîşan kir ku PDK ji dîrokê heya roja îro nûnertiya xeta teslîmiyetê û dijberiya tevgera azadiyê dike û wiha dom kir: "Ji dîrokê heya roja îro KDP'ê şerê tevgerê azadiyê dike. Heval Bêrîtan bi berxwedan û helwesta xwe rihê xeta azadiyê nîşanî KDP'ê kir. Lê belê hîna dev ji vê dijberiyê xwe bernedaye. Piştgirî dide êrîşkaran li dijî Rojava, sînoran avadike. KDP'ê ji sekina jina azad û ramanê Rêber Apo ditirse û qebûl nake. Êdî cîhan tev dizene ku KDP'ê xizmeta Kurdan nake. YPG/YPJ'ê bi berxwedaniya xwe cihek girîng di rojeva cîhanê de girt."
(kom/rc/zt)