Gula civaknasiyê: Mubeccel Kiray

Portreler
Mijdar 01 / 2015


 
Sibel Ozalp/JINHA
 
STENBOL- Gula civaknasiyê Mubeccel Belik Kiray gotiye: "Ez yekî li demboriyê dinêrim nînim. Di jiyana min de çî bûye bi hemû heyîna wê ve dipejirînim. Paşê ez bi vînê ve mijul nabim. Ji bo wê jî tiştên demboriyê li bîra min nayên."
 
Li Tirkiyê pêşdeçuna zanistên civakî bi saya zaniyarên ku xwe di vê astê de pêşde birine çêbûne. Ji van yek jê jî Prof. Dr. Mubeccel Belik Kiray... Di salên ku li Tirkiyê guherînên civakî rudidan jina zaniyar Mubeccel guherîn lêkolîn dikir û li ser şîrove dikir, bi saya civaknasên li peyî xwe mezin kirî bûyîna wê ya berek sereke di civaknasiyê de hatiye zanîn. Bi sazîbûna civaknasiyê di Tirkiyê de Mubeccel rolek giring lîstiye. Di sala 1923'an de Mubeccel li Îzmîrê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1940'an de piştî ji lîseyê mewzîn bûyî li Fakulteya Ziman-Dîrok- Erdnîgariya Beşa Felsefê ya Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendinê kir, hînkariya xwe ya lîsansê jî di 1944'an de qedandiye. Di wan deman de Mubeccel li ber destê mamostayên weke Niyazî Berkes, Muzaffer Şerifoglu û Behice Boran wane dîtiye. Mubeccel di sala 1960'an de doçent û di sala 1966'an de jî profesorî kiriye. Di sala 1973-1974'an de jî Beşa Zanistên Civakiya Zanîngeha Teknîki ya Rojhilata Navîn mamostatî kiriye.
 
Mubeccel piştî xebatên xwe yên ODTU yê çu London Schools Of Economics ê. Piştî ku derbazî Tirkiyê bû despêkê di Zanîngeha Teknîkê a Stenbolê de paşê jî di sala 1982'an de di Zanîngeha Marmarayê de xebitî. Salekê li University of Texas in Austin perwerde da. Di sala 1989'an de emeklî bû. Di dema xebatê de li zanîngehên Norveç Bergen, Kahire Amerikan, ABD Berkley û Zurih Teknik konferans daye. Xelata ODTU ya Mustafa Parlar, unvana Diktor Fahri ya Zanîngeha Eskişehîra Anadoluyê û Xelata Jinên Ronakbîr girtiye. Di sala 1994'an de di Akademiya Zanînên Tirkiyê (TUBA) yê de weke endama rometê hat hilbijartin.
 
Mubeccel yek ji jinên jiyana xwe daye civaknasiyê ye, bi xwe di rêya Behice Boran de berdewam kiriye. Li gel hemû zoriyan ji civaknasiyê neqetiyaye. Di sala 1964'an de pirtûka Mubeccel a bi navê 'Eregli' ya ku avakirina fabrîqeyan û bi avabûna wan re pirsgirêkên ku derketin kiriye mijara xwe hatiye çapkirin. Pirtûkek din ya wê ya bi navê 'Hayatim da Hiç Arkaya bakmadim' ango (Di jiyana xwe de min li peyî xwe ne nêriye) derketiye. Di wê pirtûka xwe de nîşan dide ku wê di jiyana xwe de li peyî xwe ne nêriye.
 
Navdara civaknasiyê Mubeccel Belik Kıray di 7'ê Mijdara sala 2007'an de jiyana xwe jidest daye.
 
(zt)